Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

‘Em ê nahêlin dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin’

Rûspiyên êlên kantona Minbicê diyar kir ku ew heta dawiyê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSD’ê re ne û gotin ew ê nahêlin dewleta tirk a dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji 23’yê cotmehê ve êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û di nava wan de zarok jî hene 17 kurdistanî şehîd kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li hember van êrîşan, mafê parastina rewa bi kar anî û gelek dagirker û çete kuştin. Rûspiyên êlên kantona Minbicê derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker de axivîn.

Rûspiyê êla Benî Seîd şêx Fehid El Şilaş ev tişt anî ziman: “Êrîşên dewleta tirk ên li dijî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berdewam in. Armanca wê diyar e, ji destpêka aloziyê ve hewl dide dagirkirina xwe li Sûriyeyê firehtir bike.”

El Şilaş wiha domand: “Dewleta tirk binesaziya herêmê û navendên stratejîk bombebaran kirin. Armanca wê, têkbirina ewlehiya herêmê, derxistina fitneyê di navbera Rêveberiyê û gel de ye. Lê gelê herêmê êdî van planan baş nas dikin.”

El Şilaş bal kişand ser bêdengiya Amerîka û Rûsyayê û got: “Ji ber bêdengiya wan sivîl tên kuştin. Lê gelên herêmê dev ji projeya Rêveberiya Xweser û HSD’ê bernadin.”

Rûspiyê El Bobena şêx Hisên El Maşî êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kir ku ew amade ne projeya Rêveberiya Xweser û axa Sûriyeyê biparêzin.

Rûspiyê êla El Ewn şêx Mihemed El Casim êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û destnîşan kir ku parastina Sûriyeyê erka her kesî ye. El Casim anî ziman ku êrîşên dewleta tirk nikare vîn û biryardariya gelê herêmê bişkîn û wiha axivî: “Helwesta me diyar e. Em nahêlin dewleta Tirk beşeke din a Sûriyeyê dagir bike.”

El Casim di dawiyê de anî ziman ku êlên kantonê amade ne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û bi HSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê re ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar