PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

TAJÊ bi hêza xwe li dijî tundî û êrîşên ser jinan têdikoşe

Endam û rêveberên TAJÊ diyar kirin ku kampanyaya wan a li dijî tundiyê wê ji 5’ê mijdarê heta 25’ê mijdarê dewam bike û wiha gotin: “Jinên êzidî xwedî rêxistin û tevgera ku li hember zilmê bisekinin. Em neheqiyê li ser jin qebûl nakin. Em tevgereke jin in, em xwedî xweseriyekê ne. Em bi hêza xwe berxwedaniyê dikin. Jinên êzidî çek rakirin û li ber xwe didin. YJŞ’ê hêz û pişta me ye.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, kampanyaya bi dirûşmeya “Li dijî şîdeta ser jinê, Jin, Jiyan Azadî” da destpêkirin. Dê kampanya heya 25’ê Mijdarê berdewam bike. kampanyaya li dijî tundiya ser jinê da destpêkirin. Endam û rêveberên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî der barê kampanyayê de axivîn.

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo da zanîn ku ewê her dem li hemberî êşkencêyê bisekinin û wiha got: “Di serî de em niha li sûka kevin amade bûne, li vir em ser çi jî biaxivin wê ji bo me zehmet û giran be. Em şehîdên ku li vir canê xwe dane bibîrtînin. Îro weke tevger me li vir daxuyaniyek li dijî tundiya li ser jinê da. Biryarên ku herî dawî li dijî jinan têne dayîn pir xeter in. Mînaka wê jî qanûna ku Iraq dixwaze zarokên 9 salî bide zewicandin. Ev yek ji şêweyên tundiyê ye. Em weke jinên êzidî vî tiştî qebûl nakin û çi jî bibe em ê hemû jin bibin yek. Banga me li hemû jinan heye ji ber ku em piştgiriya hemû jinan dikin û ferq naxin nava ol û baweriyan de. Ya ku zilm dibîne jin e ne ol û bawerî ye. Em neheqiyê li ser jin qebûl nakin. Em tevgereke jin in, em xwedî xweseriyekê ne.”

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî jî da zanîn ku divê dawî li tundiyê were û wiha gotinê xwe berdewam kir: “Mixabin li her derê û her demê li hemberî jinan tundî tê kirin. Ev kampanyaya me wê ji 5’ê mijdarê heta 25’ê mijdarê dewam bike. Êdî bes e ji zilma ku li ser jin tê meşandin. Di asta cîhanê de jinê serî rakiriye û tundiya heyî qebûl nekiriye. Jinên êzidî jî serî rakirin û îro pêşengiya têkoşîna li dijî qirkirinê dikin. Di çarçoveya kampanyayê de em ê semîner, meş û çalakiyan li dar bixin.”

Endama meclisa Jin ya Sinûnê Delal Pîso da zanîn ku ew jî weke jinên êzidî rastî ferman û zilmê hatin lê îro tekoşîn û pêşengtiya berxwedanê dikin û wiha pê de çû: “Em tundiya li ser jinê şermezar dikin. Jinên êzidî gelek ferman û zilm dîtin. Li seranserî Iraqê tundî heye. Zewaca biçûk, pir jinî ev hemû şidet e. Em li dijî vê fikrê ne. Em ê kampanyaya xwe li dijî van tundiyan bihêz bikin. Îro em weke jinên êzidî xwedî rêxistin û tevgerin ku em li hember zilmê bisekinin. Em bi hêza xwe berxwedaniyê dikin. Jinên êzidî çek rakirin û li ber xwe didin. YJŞ’ê hêz û pişta me ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar