PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Em ê bi berxwedanê vîn û azadiya xwe biparpêzin’

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk diyar kir ku heta biryara qeyûm a ku îradeya gelê me tune dihesîbîne were betalkirin, ew ê li ber xwe bidin û wiha got: “Tayînkirina qeyûman hewldana ji bo tinekirina hêviya aştî, yekîtî û demokrasiya gelan e. Em bi hev re, bi berxwedanê dikarin hêviya azadî û aştiyê biparêzin.

Di 4’ê mijdarê salvegera darbeya siyasî de şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Xelfetiyê yên DEM Partiyê ji hêla desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve hatin desteserkirin. Gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi peşengtiya jin û ciwanan li dijî dagirkirina şaredariyan derket kolanan û xwedî li îradeya xwe derdikeve.

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk li ser dagirkirina şaredariyan axivî. Hevşaredar Sonuk diyar kir ku li gel dorpêçkirina şaredariya li aliyê polîsan ve hîn bûne ku şaredarî hatiye desteserkirin û ji wan re tu agahî nehatiye dayîn û ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku me xwest em bikevin bînaya şaredariyê destûr nehate dayîn. Têkoşîn û xwedîderketineke gel ya bêhempa heye. Hejmar her ku diçe zêdetir dibe. Em li vir in. Heya ku ev biryara tayînkirina qeyûm bê betalkirin, em ê bi tu awayî pêşiya bînaya şaredariyê neterikînin. Heya ev biryar bê betalkirin, em ê bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidomînin.’’

Gulistan Sonuk diyar kir ku ew ê li hemberî kesên ku îradeya gelê kurd tune dihesibînin, dev ji têkoşînê bernedin û got: ‘’ Ev şaredarî ya gel. Çawa ku me di pêvajoya hilbijartinan de bi ruhê seferberiyê şev û roj kar kir û şaredariya xwe ji xespê rizgar kir, dîsa bi heman awayî em ê têbikoşin. Bi taybetî ez dixwazim vê bangê li jinên cîhanê bikim; Werin em xwedî li îradeya xwe ya dixwazin bin pê bikin û tune tê hesibandin, derkevin. Em hemû jinan vedixwînin têkoşînê.’’

Gulistan Sonuk bang li hêzên çep û sosyalîst kir ku tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin û got, “Em bang li wan hêz û derdoran dikin ku xwe demokrat û parêzvanên mafên mirovan dibînin; ev şaredarî ya me hemûyan e, ya gelan e. Tayînkirina qeyûman hewldana ji bo tinekirina hêviya aştî, yekîtî û demokrasiya gelan e. Em bi hev re, bi berxwedanê dikarin hêviya azadî û aştiyê biparêzin. Em bang li her kesên demokrat, çep û sosyalîst dikin ku bên bajarên qeyûm lê hatine danîn û li qadê em bi hev re têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar