PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Besê Hozat: Mifte azadiya Rêber Apo ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne û wiha got: “Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Ji xwe dema ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bû wê pirsgirêka kurd jî bi rengekî demokratîk çareser bibe. Tirkiye jî wê demokratîk bibe. Demokrasî wê bê herêmê. Gel wê azad bibe. Mifte azadiya Rêber Apo ye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de li ser pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û geşedanên dawî de nirxandinên girîng kir. Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:

“Di encama têkoşîneke mezin de Rêber Apo bi Omer Ocalan re hevdîtin kir. Bêguman ev hevdîtineke malbatê bû. Beriya wê, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo hin agahî li nava raya giştî hatin belavkirin.

Em bala xwe bidinê, di pêvajoyên beriya niha de jî her tim heman tişt bûn. Di nava 26 salên derbasbûyî de li ser rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Rêber Apo destpêkê dewlet, hikumeta Şerê Taybet hin agahiyan bi vî rengî belav dike, bi rêya hin endamên xwe yên şerê taybet, li nava gelê kurd dibe sedema tirs û fikareke mezin, piştre jî hin hevdîtinên ji bo çend caran an jî hevdîtineke carekê dide kirin. Li nava raya giştî fikrekî welê diafirîne ku mîna tecrîd rabûye, nîşan didin. Bi vî rengî hewl dide berxwedanê lawaz bike, bandora wê bişikîne. Di nava raya giştî ya demokratîk, raya giştî ya Tirkiye, herêmê û cîhanê de weke ku tecrîd şikestiye têgihiştinekê diafirîne. Piştre jî polîtîkaya şerê taybet bi rengekî dijwar, mîna berê dewam dike.

Niha jî me heman pêvajo dîtin. Pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, asteke gelekî girîng a bi bandor afirand. Li tevahiya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hêza berxwedanê ya xurt, asta xwedîderketinê afirand. Ji qada akademiyê heta bi gelek rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên pêwendîdar gelek derdoran sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê xistin rojeva xwe. Nerazîbûna xwe ya li hemberî vê yekê nîşan dan. Berxwedana civakî jî li her derê mezin bû.

Lewma asta ku pêngava azadiyê ya navneteweyî afirand, ji aliyê dewleta tirk ve jî lîstikên bi vî rengî xist rojevê. Ji ber ku tengav bû, gelekî zehmetî kişand. Di heman demê de bûyerên ku li herêmê diqewimin dewleta tirk gelekî tengav dikin. Di polîtîkaya hundir, polîtîkaya derve de gelekî xitimî ye. Dema ku ev hemû komî ser hev bû, hingî hevdîtin da kirin.

Bêguman ev yek bi ti awayî nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Yanî dewleta tirk hewl dide nîşan bide ku tecrîd bi dawî bûye. Ti eleqeya vê yekê bi rastiyê re nîne. Ev rewş ji xwe şerekî taybet e.

Dewleta tirk propaganda û agahiyên şerê taybet ên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bi kîjan armancê dike bila bike, bi kîjan hesabî dike bila bike wê bi rengekî gelekî nebaş li dewleta tirk vegerin. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim.

Rêber Apo salên derbasbûyî timî got. Her rewşeke li Îmraliyê, her rewşeke neyînî bi ti awayî ji aliyê vê tevgerê ve, ji aliyê vî gelî ve, ji aliyê civaka demokratîk ve asayî nayê dîtin. Li Îmraliyê ti tişt bi rengekî asayî naqewime. Her tişta li Îmraliyê weke encameke polîtîkaya qirkirinê, encameke êrîşên qirkirinê rû dide. Lewma eger zerar bigihêje tayekî porê Rêber Apo, ev gel wê cîhanê bi serê dewleta tirk ve birûxîne. Wê li holê Tirkiye nemîne, wê li holê dewleta tirk nemîne. Tirkiye wê veguhere dojeheke mezin. Ev yek wê ji bo Tirkiyeyê bê wateya şerekî navxweyî yê bêdawî. Wê bi hilweşîna dewleta tirk, bi tinebûna Komara Tirkiyeyê bi dawî bibe.

Ji ber vê yekê Rêber Apo hêmana tifaq, yekîtî û jiyana bi hev re ya gelê kurd û gelê tirk e. Misogerî û garantiya vê yekê ye. Rêber Apo tê wateya gelê kurd. Rêber Apo tê wateya yekbûna tifaqa kurd-tirk. Tê wateya îradeyê, misogeriyê. Rêber Apo tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya azadiya gelên Tirkiyeyê. Tê wateya jiyana hevpar û yekîtiyê.

Lewma her kiryar û nêzîkatiya ku gefê li tenduristiya Rêber Apo û ewlehiya Rêber Apo dixwe, wê dawî li Tirkiyeyê bîne. Wê dawî li dewleta tirk bîne. Divê ev yek baş bê zanîn.

Tiştên bi vî rengî bi rastî jî lîstina bi agir e. 26 sal in di demên cuda de vê yekê diceribînin. Şerekî taybet ê giran heye. Bi taybetî li ser Rêber Apo agahiyên cuda yên têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bi armanca şerê taybet belav dikin. Ev yek bi destê dewletê tê kirin. Bi destê endamên şerê taybet tê kirin. Di kirina hevdîtinê hewl dide hin têgihiştinên ku xizmetê ji şerê taybet re bikin li nava civakê biafirînin. Hewl dide civakê pasîfîze bike. Hewl dide têkoşîna azadiyê, pêngava azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo lawaz bike. Piştre jî sîstema tecrîd û êşkenceyê bi rengekî giran dewam dike. Li ser gelê kurd êrîşên qirkirinê dewam dike. Konsepta qirkirinê tê meşandin. Ya ku di vê demê de tê kirin ev e.

Weke ku min beriya niha jî got, rewşeke bi vî rengî hate amadekirin. Piştre jî ji bo gel ranebe serhildanê, tênekoşe hevdîtineke bi vî rengî xistin rojevê. Ji xwe êrîş hene, êrîş giran bûne.Em ê vê jî binirxînin. Bi Şaredariya Esenyûrtê destpê kir. Niha jî qeyim danîn ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê. Êrîşa li ser TUSAŞ’ê ji xwe re kir hincet û êrîşî binesaziya Rojava dike. Êrîşên qirkirinê bi rengekî giran li ser Rojava hatin kirin û dewam dikin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bakurê Kurdistanê jî heman êrîş bi giranî dewam dikin. Vê rewşê rûyê rast ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku hikumeta şerê taybet a dewleta tirk e, careke din bi şênberî raxist pêş çavan. Rêber Apo helwesta xwe nîşan da. Anî ziman ku tecrîd dewam dike.

Sekna xwe jî bi şênberî nîşan da. Got, ‘Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji ser zemîna şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bikim. Hêza min ji bo vê yekê heye. Dikarim di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd re bi roleke xurt rabim. Ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê dikarim wezîfeya xwe, rola xwe bi cih bînim. Dixwazim ji gelên Tirkiyeyê re xizmetê bikim. Dixwazim xizmetê ji demokrasiya Tirkiyeyê, ji komara demokratîk, ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd re bikim. Di vê mijarê de dixwazim bi rola xwe rabim. Di vê mijarê de hêza min a teorîk û pratîkî heye’ û nêzîkatiya xwe nîşan da.

Muxatabê pirsgirêka kurd Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo tevgera me, ji bo gelê me muzakerevanê sereke ye. Îradeya gelê me temsîl dike. Rêberê gelê me, gelên me ye. Rêberê azadiyê ye. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi muxatabgirtina Rêber Apo divê bê çareserkirin. Rêber Apo ji danûstandinan re amade ye. Ev yek bi şênberî careke din ji raya giştî re aşkere kir. Sekn û helwesta xwe careke din nîşan da.

Eger dewlet wê di vê mijarê de gavê biavêje, pirsgirêka kurd bi rengekî demokratîk çareser bike, Tirkiyeyê ji felaketeke mezin rizgar bike, nehêle Tirkiye wergere û bikeve nava dohejê, eger wê Tirkiyeyê ji şewatê rizgar bike, vê yekê dikare bi Rêber Apo re bike. Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne.

Weke tevger em ê nêzîkatî û çareseriya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Em tevgereke welê ne ku li gorî ferman û perspektîfên Rêber Apo tevdigerin. Lewma nêzîkatiya tevgerê jî di vê mijarê de zelal e. Helwesta xwe jî nîşan da. Ji raya giştî re jî ragihand. Rêberê me jî ragihand.

Yanî pirsgirêk dewlet bi xwe ye. Dewleta tirk li pey lîstikan e. Bi dek û dolaban hewl dide kurdan bixapîne, di vê pêvajoya zehmet de bi zerareke kêm xwe rizgar bike. Hesabê vê desthilatdariyê ev e. Derdê vê desthilatdariyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd nîne, derdê wê dmeokratîkbûna Tirkiyeyê nîne. Derdê wê jiyana bi hev re ya gelan nîne. Bi vê re eleqedar nabe. Derdê wê ev nîne. Derdê wê desthilatdariya wê ye. Dixwaze desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Derdê wê dewamiya desthilatdariyê ye.

Lewma li herêmê bûyerên cidî diqewimin. Ev bûyer bandorê li Tirkiyeyê jî dikin. Ev yek desthlatdariyê bi rengekî cidî tengav dike. Zorê dide dewleta tirk. Mîna berê nikare rewşa jeopolîtîk û jeostratejîk a Tirkiyeyê bi xurtî bike mijara bazarê. Rewşa jeopolîtîk a Tirkiyeyê gav bi gav lawaz dibe. Bandora vê jî kêm dibe. Bûyerên li herêmê, peymanên têne kirin, pêvajoya bi rê ve diçe li hemberî dewleta tirk rewşeke nû ya gelekî cidî diafirîne. Niha di vê mijarê de bi rastî jî di nava panîkeke mezin de ye desthilatdarî. Ditirse ku desthilatdariya xwe ji dest bide. Di nava lêgerîna wê yekê de ye ku çawa dikare ji vê rizgar bibe. Di vê mijarê de li gorî aqlê xwe hewl dide Rêber Apo bikişîne ser nuqteyekê. Hewl dide tevgerê li gorî xwe bikişîne nuqteyekê. Hewl dide teslîm bigire. Hewl dide îradeya gelê kurd bişikîne û gelê kurd teslîm bigire. Hewl dide hêzên demokratîk ên li tirkieyyê bêbandor bike û teslîm bigire. Hewl dide muxalefeta li Tirkiyeyê li gorî xwe dîzayn bike. Hewl dide her kesî bixe xizmeta desthilatdariya xwe. Ji bo vê jî şerekî giran ê taybet dimeşîne.

Di vê mijarê de divê gelê me nekeve nava lîstikê. Divê nekeve nava bendewariyên cuda, gelê me jî, raya giştî ya demokratîk jî divê nekevin nava bendewariyên ne di cih de ne. Divê em bi vê zanibin, ev desthilatdarî li pey lîstikê ye. Li pey xapandinê ye. Lewma hewl dide hêza berxwedanê û îradeya gel bişikîne, bê bandor bike. Armanca xwe ev e.

Ji ber vê yekê divê pêngava azadiyê ya navneteweyî neyê sistkirin. Divê pêngava azadiyê ya navneteweyî hîn bêhtir bê mezinkirin û bi xurtî dewam bike. Eger îro dewlet neçar ma ku bihêle Omer Ocalan Rêbertî bibîne û di vê mijarê de hinekî sistbûn hebe, armanc ji vê yekê weke ku min got, hewldana ji bo rizgariya ji rewşa heyî ye, manewrayên taktîkî ye.

Di vir de hêza xurt a pêngava azadiyê ya navneteweyî diyarker e. Teqez bi vî rengî ye. Bandora mezin a berxwedana gelê me heye. Bandoreke gelekî mezin a berxwedana gerîla heye. Bandoreke gelekî mezin a tevgera jinê, berxwedana jinan, berxwedana ciwanan heye. Ev berxwedan, ev têkoşîn hemû, asta azadiyê ya pêngavê rewşeke bi vî rengî afirand. Divê em vê yekê bibîne.Ji ber vê jî pêngava azadiyê ya navneteweyî divê hîn bi xurtî dewam bike. Berxwedana civakî divê li her derê bê kirin û bi rengekî mezin dewam bike.

Di 16’ê Mijdarê de li Kolnê meşeke mezin heye. Gelê me divê ji 7 heta 70 salî tevlî bibe. Rêxistina Ewropayê seferberî ragihand. Ev yek gelekî bi wate ye. Ji 1’ê Mijdarê heta 16’ê Mijdarê li çar parçeyên welat û derveyî welat divê di nava seferberiyê de bin. Her tim divê seferber be. Ne tenê di demeke diyarkirî de be. Bi rastî jî pêvajoyeke awarte heye. Li ser gelê kurd, li ser gelan şerekî qirkirinê tê meşandin. Bûyerên gelekî dîrokî diqewimin. Ji aliyê gelê me, ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve em di nava pêvajoyeke diyarkirina çarenûsê de ne. Lewma divê em her tim di nava seferberiyê de bin.

Divê tenê bi meşa Kolnê re sînorkirî nemînin. Di vir de divê gelê me yê li Ewropayê îradeyeke gelekî xurt nîşan bidin, li gel dostên xwe. Bi rastî jî divê Koln, divê her devera Ewropayê veguhere deryaya mirovan. Ev yek divê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat timî dewam bike, bi rengê serhildanê dewam bike.

Di heman demê de jin û ciwan divê bi xurtî pêşengiyê ji vê berxwedana civakî re bikin. Jin û ciwan divê bi rengekî gelekî xurt pêşengiyê ji vê seferberiyê re bikin. Heta ku encamê werbigire. Heta ku şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo bêne afirandin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Ji xwe dema ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bû wê pirsgirêka kurd jî bi rengekî demokratîk çareser bibe. Tirkiye jî wê demokratîk bibe. Demokrasî wê bê herêmê. Gel wê azad bibe. Mifte azadiya Rêber Apo ye.

Lewma xwedîderketina li vê pêngavê gelekî girîng e. Divê em vê pêngavê ji her alî ve bi rengê herî xurt bimeşînin. Divê berxwedana civakî xurt bibe û dewam bike. Têkoşîna hiqûqî divê xurt bibe û dewam bike. Têkoşîna dîplomatîk siyasî divê xurt bibe û dewam bike. Têkoşîna îdeolojîk divê xurt bibe û dewam bike. Û divê em teqez encamê werbigirin. Pêvajoya derbasbûyî, asta pêngavê ev yek ispat kir. Eger em vê pêvajoyê bi xurtî bimeşînin, qat bi qat mezin bikin em ê karibin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em ê karibin çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêk bînin. Em ê karibin Tirkiyeyê demokratîk bikin, herêmê demokratîk bikin. Zemînê vê yekê ji xwe gelekî ava bûye.

Nîşaneya vê yekê di asta heyî ya pêvajoyê de xuya dike. Bi vê hêviyê, bi vê baweriyê, bi vê hêzê, bi coş, motîvasyona moralê ya silava bedew a ji Rêber Apo wergirtî divê em vê pêngavê bi rengê herî xurt dewam bikin û teqez bi ser bixînin. Li ser vê yekê Rêber Apo bi hurmet, hezkirin û hesreteke mezin silav dikim.

Rewşeke trajîkomîk heye. Weke ku qalê tê kirin, pêvajoyeke çareseriyê nîne. Ev dewlet jî xwedî îradeyeke çareseriyê nîne. Di mejiyê xwe de guhertinek nîne. Di polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî de guhertinek nîne. Berevajî guhertinê, di rewşa heyî de, mejiyê heyî yê dewletê, AKP ku vê dewletê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku rêveber e, hemû derfetên xwe seferber dike û dixwaze polîtîkaya qirkirina kurdan a sed salî bibe encamê, temam bike.

Ev yek aşkere ye, li vê yekê mikur hatin. Lewma li holê mejiyekî çareseriyê yê vê dewletê, vê hikumetê, vê desthilatdariyê nîne, îradeyeke xwe ya çareseriyê nîne. Ya heyî polîtîkaya qirkirinê ye ku dewam dike. Ji bo vê polîtîkaya qirkirinê bi ser bixîne serî li rê û rêbazên şerê taybet û lîstikan dide. Divê ev pêvajo bi vî rengî bê dîtin, bê fêhmkirin. Li holê şerekî giran ê taybet heye.

Bi gelek lîstik, hîle, taktîk û manewrayan vî şerê taybet dimeşîne. Yanî divê em bi vî rengî bibînin. Di vê demê de çima gotinên bi vî rengî kirin? Ez ji vê yekê re nabêjim guhertina gotinê. Li holê guhertinek bi rastî nîne. Lîstikek, lîstika şerê taybet heye.

Çima gotinên bi vî rengî kirin? Divê ev gotin li gorî bûyerên li herêmê diqewimin bê nirxandin.

Herêm di pêvajoyeke gelekî cidî re derbas dibe. Bûyerên cidî hene. Li herêmê nexşe têne guhertin. Sînorên li herêmê têne guhertin. Li herêmê rewşeke cuda derdikeve holê. Li herêmê li ser bingeha berjewnediyên Îsraîlê, li ser bingeha pêkanîna ewlehiya Îsraîlê, li ser bingeha ewlehiya Îsraîlê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Lewma her cûre derfet pêşkêşî Îsraîlê tê kirin, piştgirî jê re tê dayin. Îsraîl niha li herêmê şerekî emperyalîzmê yê mezin dimeşîne. Bi heman rengî NATO her cûre piştgiriyê dide dewleta tirk. DYE her cûre piştgiriyê dide. Polîtîkayeke bi heman rengî ji aliyê dewleta tirk ve di bi navê neo-Osmanî de li herêmê weke polîtîkayeke dagirkeriyê tê meşandin. Dewleta tirk polîtîkayeke emperyal dimeşîne. Îsraîl û dewleta tirk niha li herêmê polîtîkayên dişibin hev dimeşînin. Di nava hevrikiyeke gelekî cidî de ne.

Her dewletek bi piştgiriya ji NATO, Emerîka û Îngilistanê hewl dide hegemonya xwe li ser herêmê ava bike. Lê belê niha rewş bi vî rengî ye.Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku bi piştgiriya Îsraîl, Emerîka, Îngilistan û dewletên Rojavayî bi pêşengiya Îsraîlê tê meşandin, konsepta li ser herêmê di rewşa heyî de ji gelek aliyan ve Tirkiyeyê li derve dihêle. Gelek peymanên enerjiyê hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma. Ji Hindistanê heta bi Derya Spî û Ewropayê li gelek herêman peyman hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma.

Tirkiye ji vê yekê gelekî bi fikar e. Di nava tirs û fikareke mezin de ye. Polîtîka û stratejiya heyî ya li herêmê tê meşandin, biçûkbûna netewe dewletên li herêmê jî bi xwe re tîne. Dewleta tirk niha di nava panîk û tirsa vê yekê de ye. Ev gotin, divê li gorî van bûyeran bêne nirxandin. Pêwendiya xwe bi vê yekê re heye. Hewl dide kurdan bixapîne, bê têkoşîn bihêle, bê bandor bike, muxalefeta li Tirkiyeyê bê bandor bihêle, bi vî rengî her kesî li kêleka xwe bi cih bike û ji tengaviyê bi zerareke kêm rizgar bibe. Hewl dide xwe rizgar bike. Dixwaze vê yekê jî bi şerê taybet, bi xapandinê, bi dek û dolaban bike. Lê belê nekarî vê bi demdirêjî bike. Çalakiya TUSAŞ’ê maskeya li ber rûyê wan yekser anî xwarê. Rûyê wan ê rast nîşan da. Nîşan da ku ev gotinên wan çiqasî sexte ye, di bin van gotinan de planeke mezin a qirkirinê heye, hewl dide vê planê bi rengekî giran bimeşîne. Çalakiya TUSAŞ’ê rûyê rast ê desthilatdariya AKP-MHP’ê raxist pêş çavan.

Piştre çi kir? Ji roja destpêkê ve gotin, yên ku çalakiya TUSAŞ’ê kirine ji Bakurê Sûriyeyê hatine. Li wir ne lêkolîn, ne jî lêpirsînek heye. Heman roj dubare. Ji ber ku sextekar in. Zimanê wan sexte ye. Zihniyeta wan qirker e. Ti guhertin nîne. Lîstokek e, hîle ye, şerê taybet e. Diyar e yanî. Roja piştre hemû binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sersaziya wê, hemû cihên xizmetê yên gel bombebaran kir. Li her derê xist. Êrîşeke qirkirinê ya pir tirsnak li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî.

Heman êrîş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêş xistin. Piştre polîtîkaya qeyûm xiste dewrê. Vê yekê jî nîşan da ku ew gotinên desthilatdariyê çiqasê sexte ne, xapandin, hîle û lîstok e. Rûyê xwe yê rast car din nîşan da. Yên ku guh dayîne van, gotin bi rastî jî pêvajoyeke nû ya çareseriyê heye, gelo wê gavek bê avêtin, wê tiştek biqewime. Lê ji nişka ve hewayê kesên ev tişt gotin, vemirand. Evane hemû di nava demeke kurt de qewimîn.

Ji ber ku xapandin di nava vî karî de heye. Lîstok heye. Eger îradeyeke rast a çareseriyê hebe, ma gelo pêkan e di nava demeke wiha kurt de evane hemû biqewimin? Ji roja destpêkê ve me got. Ji roja destpêkê ve me got, evane hemû lîstokên şerê taybet e. Me got bila ti kes bi vê yekê nexape. Bi rastî jî derket holê. Divê mirov van geşedanan hemûyan wiha bibîne û binirxîne.

Evane hemû lîstokên şerê taybet in. Niha armanca vê dewlet û desthilatdariyê, ew ku polîtîkayên qirkirina kurd bigihîne encamê. Lewma li her derê êrîşa qirkirinê dimeşîne û wê vê yekê bide domandin. Bi israr wê vê bidomîne.

Heta ku ev desthilatdarî dest ji polîtîkayên înkar-îmhayê neberde, dest ji van polîtîkayên qirkirinê neberde ev polîtîkaya qeyûm wê bi dawî nebe, wê bidome. Rojên borî qeyûm tayînî Esenyûrtê kir. Me heman rojê nirxand. Me got, dê dewama wê were. Ev wê li Kurdistanê jî belav bibe.

Û dîsa heman jî çêbû. Ji ber ku em dizanin, em zihniyeta vê dewlet û desthilatdariyê dizanin. Li pey hev hat. Qeyûm tayînî Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hate kirin. Her ku diçe wê qeyûm tayînî şaredariyên din jî bikin. Li Tirkiyeyê her ku diçe wê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bikin. Wê li her derê vê polîtîkayê pêş bixin.

Ev polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Niha Tirkiye bi rastî jî bi dîktatoriya faşîst tê birêvebirin. Muxalefetê nexwest vê yekê bibîne. Her cure bêhiqûqî, bêedaletî, zilm, zext û êşkenceyali hemberî kurdan, normal hate dîtin. Her kesê çavê xwe girt. Ji nedîtî ve hat. Ji nebihîstî ve hat. Niha yek bi yek li hemûyan dixe. Dibêjin ku hingî tu bêdeng bî, wê dora te jî were. Bêdeng bûn, vêca niha dora wan hemûyan hatiye. Ev wê tenê bi Kurdistan û Esenyûrt’ê re sînordar nemîne. Ev wê belavî hemû Stenbol û Îzmîrê bibe. Yanî wê belavî her derê bibe. Kî dengekî muxalîf derxîne, wê qeyûm tayîn bike. Wê kesên ku rexne bikin, bigire. Jixwe qanûna sîxuriya bandor derxistin. Yê rexneyeke biçûk bike, deng derxîne, îtîraz bike wê bigirin. Wê bêjin, gefê li bekaya Tirkiyeyê dixwin. Wê bêjin pirsgirêka Tirkiyeyê ya bekayê heye. Wê hemû muxalefetê wiha biçewisînin.

Eger carekê bêedaletî, bêhiqûqî çêbû û te li hemberî vê yekê deng dernexist, wê ev li te vegere. Eger li cihekê rizîn destpê kir, exlaq tune bû, wijdan rabû, êdî tu nikarî pêşî li vê bigirî. Cihê ku ev lê destpê kirî, kuder e? Îmralî ye. Sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Bêhiqûqiyeke tirsnak e. Li wir hiqûq nayê pêkanîn. Exlaq nayê pêkanîn. Li wir destpê kir. belavî hemû Kurdistanê bû. Belavî Tirkiyeyê bû. Heta niha li dijî tecrîdê ji ti kesê, ji muxalefetê dengek derneketiye. Bertekek nîşan nedaye.Eger tu li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê deng dernexî, helwest nîşan nedî tu li wir bêhiqûqî û bêedaletiyê rexne nekî, gelo ma tu wê bikarî li Tirkiyeyê pêşî li bêedaletî û bêhiqûqiyê bigirî? Tu nikarî. Ev wê li Stenbolê jî bê pêkanîn. Ev wê li Îzmîrê jî bê pêkanîn. Ev wê li her derê bê pêkanîn. Ev wê li ber deriyê CHP’ê jî bê pêkanîn. Dibe ku sibe mohrê li deriyê CHP’ê bixin. Dibe ku bêjin têkîliya CHP’ê bi terorê re heye. Dibe ku CHP’ê bigirin. Dibe ku Ozgur Ozel bigirin, Îmamoglû jî bigirin. Eger tu deng dernexî, tu wê nikaribî pêşî li vê yekê bigirî.

Êdî di vê qonaxê de Bahçeliyê faşîst jî, desthilatdariya Erdogan jî, her kes dibêje li Îmraliyê tecrîd heye. Yanî tecrîd îtîraf kirin. Îtîraf kirin ku sûcekî mirovahiyêyê çawa dikin. Tecrîd sûc e. Niha hemûyan sûc îtîraf kir. Hemû jî dibêjin ku em 26 sal in li Îmraliyê sûc dikin, em sûcê mirovahiyê dikin.

Di nava CHP’ê de hin beşên netewperest, şoven naxwazin tecrîdê bînin ser zimanê xwe jî. Yanî wiha kabûsê dijîn. Eger hinekî şert û mercên Ocalan biguhere, hinekî mafê wî yê hêviyê bê nîqaşkirin û hinekî qanûnên Tirkiyeyê li gorî vê biguhere. Ev li gorî wan nabe, nabe ku Ocalan muxatab bê girtin. Li pey wê yekê ne ku li muxatabên cuda bigerin. Yanî li pey lîstokan e. Wiha ne li pey çareserkirina pirsgirêka kurd in.

Ji rêberekî ku îradeya bi milyonan e, îradeya vî gelî ye re dibêjin, nabe ku muxatab bê girtin. Ev çi zihniyeteke bi jehre? Ev çi zimanekî bi jehre? Ev çi dijminahiyeke li hemberî kurdan e? Yanî ez bi aşkere dibêjim, dijberiya li hemberî Rêber Apo, dijberiya li hemberî kurdan e. Kî li hemberî Rêber Apo gotin û nêzîkateke şaş bike, ew li hemberî gelê kurd di nava gotin û nêzîkatiyeke şaş de ye. Rêber Apo îradeya kurdan e. Rêber e. Muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Dijminahiya li hemberî Rêber Apo, dijminahiya li hemberî gelê kurd e.

Niha di nava CHP’ê de hin beş hene ku ji xwe re dibêjin ez çepgir im, hin dibêjin ez sosyal demokrat im, hin jî dibêjin ez welatparêz im, nizanim ez çi me û dijberiya Rêber Apo dikin. Evane hemû dijberê kurdan e. Yanî li dijî gelê kurd in. Dijminê gelê kurd in. Ji vir çareserî dernakeve.

Hin gotinên erênî yên CHP’ê hene. Ev demeke dibêjin pirsgirêka kurd heye. Devlet Bahçelî got, pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêka terorê heye. Li dijî vê yekê Ozgur Ozel îtîraz kir. Got, na, pirsgirêka kurd heye.

Devlet Bahçelî got, pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêka terorê heye. Erdogan jî heman tiştî dibêje. Temam, li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêka terorê heye. Gelo ev pirsgirêka terorê çima heye? Bi gotina we, gelo ev pirsgirêka terorê ji kuderê derket? Eger pirsgirêka kurd nebûya, PKK dernediket holê. Niha jixwe evane ji hemû kurdên ku têkoşîna azadiya dimeşînin re dibêjin terorîst. Ji hemû kurdên ku heq û hiqûqê dixwazin re dibêjin terorîst.

Vê dewletê hemû kurd terorîst îlan kirine. Ji hemû kurdên ku azadî dixwazin, dixwazin bi rûmet bijîn, bi gelê tirk re jiyana hevpar parve bikin û bi demokratîk bi hev re bijîn re dibêjin terorîst.

Niha CHP’ê îtîrazî vê yekê kir. Got, na, pirsgirêka kurd heye. Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Baş e, bir rastî jî divê mirov çepikan ji vê nêzîkatiyê re bixe. Divê mirov teqdîr bike. Lê belê êdî gelê kurd ji van gotinan têr e. Ev nû nayê gotin. Hemû desthilatdarên hatine û çûyîne, gotin pirsgirêka kurd heye. Ti kesê negot, pirsgirêka kurd nîne. Erdogan jî dema li gorî berjewendiyên wî ba, got pirsgirêka kurd heye. Dema ne li gorî berjewendiyên wî ba, got pirsgirêka kurd nîne. Dema li gorî berjewendiyên wî ba, got rêya pirsgirêka kurd li Amedê re derbas dibe, ne li gorî berjwendiyên wî ba digot eger tu nefikirî pirsgirêka kurd nîne. Ji yên destpêkê Erbakan jî ev got, Ozal jî got. Mesût Yilmaz jî got. Yê negotî, nîne. Di raporên berê yên CHP’ê de hene. Pirsgirêka kurd qebûl dike. Dibêje heye. Ev têrê nake.

Êdî pirsgirêka kurd bi hemû aliyî xwe ferz dike. Çareserî xwe ferz dike. Li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd êdî xwe ferz dike. Eger CHP dibêje pirsgirêka kurd heye wê demê dê bernameyekî deyne holê. Wê têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, nexşerêyekî derxîne holê. Wê bêje ez ê vê pirsgirêka wiha çareser bikim. Wê plan, proje û nexşerêya vê deyne holê. Ev nexşe, ev projeya çareseriyê wê biçe Kurdistanê. Wê li her derê mîtîngan bike. Wê bi gelê kurd re civînan bike. Wê biaxive, guhdar bike. Wê guhdarî daxwazên gelê kurd bike. Wê nîqaş bike. Wê bi hemû rêxistinên civakî yên sivîl re nîqaş bike. Wê bi kedkar û karkeran re nîqaş bike. Wê bi hemû muxatabên gelê kurd re nîqaş bike. Destpêkê wê Îmraliyê muxatab bigire. Wê Rêber Apo muxatab bigire. Bi redkirina muxatabtiya Rêber Apo, nab. Eger CHP têkildarî vê samîmî ye, wê demê divê bi wêrek be. Divê îrade nîşan bide. Divê gava pratîk bavêje. Eger samîmî be, wê li pişt vê gotinê be. Wê li dijî her cure zext û êrîşê, îradeya çareseriyeke xurt nîşan bide.Mesele dema ku li Esenyûrtê qeyûm hatî tayînkirin, eger berxwedaneke civakî ya pir xurt hatiba raberkirin niha CHP partiya yekemîn a Tirkiyeyê bû.

Li seranserî Tirkiyeyê ji sedî 70’ê şaredariyan gitiye. Di rastiyê de weke herêmî, CHP Tirkiyeyê bi rêve dibe. Hemû metropol, hemû çavkaniyên debarî, ekonomîk, bajêr û sanayiyê di destê CHP’ê de ne. Hemû beşên civakî û van qadên entelektuel, ji aliyê CHP’ê ve tên birêvebirin. Niha dema li Esenyûrtê qeyûm hatî tayînkirin, eger CHP’ê li her derê hemû tabanê xwe bixista nava liv û tevgerê, gelê bixista nava liv û tevgerê, herikandiba kolanan wê roja piştre Ahmet Ozer car din hatiba ser Şaredariya Esenyûrtê, wê pêşî li vê polîtîkaya qeyûm girtiba. Lê CHP’ê îradeyeke pir cidî nîşan neda. Dîsa di gotinê de ma, daxuyanî dan, civîn kirin. Îtîraz kirin. Mîna ku daraz, edalet û hiqûq heye. Ti hiqûq nîne, tu çi dibêjî? Hiqûqa çi, gelo ma dewleta ku tu difikirî li holê heye? Ew dewlet hilweşiya. Ew dewlet qediya. Saziyên dewletê hatin tasfiyekirin.

CHP xwe dixapîne. Hewl dide civakê bixapîne. Helwesteke pir cidî raber nake. Mesele eger siyaseteke bi bandor meşandiba, eger bi milyonan mirov bigirta pişt xwe, li her derê civak derxistiba kolanê, ma wê ev rewş çêbiba? Çênedibû. Niha qeyûm tayînî Kurdistanê kir. Bi vî rengî wê li her derê qeyûm tayînî şaredariyan bikin.

Niha tişta bê kirin çiye? Tişta bê kirin, li her derê yanî ji 7’ê heta 70’ê salî divê civak dakevin kolanan. Dakevin qadan. Divê berxwedaneke civakî ya pir xurt, bê nîşandan.

Eger wiha neyê kirin, wê dewama wê were. Bi temamî heta muxalefet tê tasfiyekirin, wê nesekine. Bi vê yekê re wê peyamê dide, lewma ji Stenbolê destpê kir. Tirkiyeyê ji kurdan re digire. Ji siyaseta demokratîk re digire. Dibêje, qet wê kurd û tirk neyên ba hev. Erdoganê faşîst qala yekîtî û xwişk-biratiya kurd û tirk dike. Evane hemû demogojî ne. Hefteya borî axivî jixwe, demogojiyek bêhempa kir. Bi rastî jî tam demagogek e. Ji yekîtiya kurd û tirkan, ji têkoşîna wan a hevpar, ji tifaqa wan pir ditirsin. Lihevkirina bajêr çiye? Lihevkirina bajêr sekneke yekîtiya hevpar a tirk û kurdan e. Lihevkirina wan e. Tehemûla wan jî li hemberî vê yekê nîne.

Yanî tişta niha bê kirin, çiye? Li her derê berxwedaneke xurt, raber kirine. Li Kurdistan û Tirkiyeyê. Divê bi sed hezaran, bi milyonan rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Di siyasetê de encex wiha encam tê girtin. Eger ev yek neyê kirin, wê hemûyan bêbandor bikin. Ew îradeya gelê me heye. Ji roja destpêkê ve sekneke pir xurt nîşan da. Divê vê bidomînin. Divê bi sed hezaran, bi milyonan bikevin nava têkoşîneke domdar. Divê xwedî li îradeya xwe derbikevin. Divê xwedî li dengên xwe derbikevin.

Dewleta tirk li Kurdistanê hiqûqa mêtingeriyê pêk tîne. Mafê hilbijartinê ji holê rakiriye. Ne kesên ku di nava gelê kurd de hatine hilbijartin nas dike, ne jî dengê wan nas dike. Yanî di rewşa heyî de, gelê kurd ji welatiyê jî derxistine. Bi rastî jî tam hiqûqeke mêtingeriyê pêk tîne. Hiqûqeke qirkirinê pêk tîne. Li dijî vê tişta bê kirin, berxwedana topyekûn e. Divê mirov têkoşîna civakî ya pir xurt û têkoşîna siyasî bimeşîne û teqez encam bigire.

Çalakiya TUSAŞ’ê çalakiyeke pir mezin e. Bi rastî jî di gerîlatiya modernîteya demokratîk de, di vesazbûna gerîla de, di tarz, taktîk û pêşketina stratejiya wê de lûtyekê îfade dike. Bandoreke vê ya mezin çêbû. Li ciheke ku çekên qirkirinê tên hilberandin, çalakiyeke wiha helbet xwedî wateyeke pir mezin e. Ev bersiva herî xurt a li dijî êrîşên qirkirinê ye. Bersiva herî xurt a li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ye. Jixwe di nameyên van hevrêyan de dîtina vê yekê, pêkan e. Bi rengekî pir bandor îfade dikin ku çima dixwazin vê çalakiyê bikin.

Ez bi vê wesîleyê hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn bi rêzdarî, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînim. Bi rastî jî ew bûn semboleke mezin a cesaret, îradeya mezin, fedayîtî û dilsoziya bi Rêber Apo, gel û nirxên azadiyê re. Ev bi rengekî herî xurt îfade kirin.

Encamên siyasî û leşkerî yên vê çalakiyê, pir mezin in. Di pêvajoya pêş de, ev wê hîn zêdetir bê hîskirin. Ev çalakî di pêvajoyeke ku êrîşên qirkirinê bi rengekî pir tund dewam dikin de, çêbû û li dijî van êrîşên qirkirinê bû bersiv. Li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û şerê taybet ê li hemberî Rêber Apo tê meşandin jî, bû bersiv. Bi vî rengî di fedayîtiyê de, nûneriya lûtkeyê kirin. Di gerîlatiya modernîteya demokratîk de, lûtke îfade kirin. Yanî tarz, taktîk û stratejiya gerîlatiyê bi çalakiya xwe nîşan dan. Di heman demê de wateyeke pir girîng a îdelojîk û felsefî ya vê çalakiyê heye.

Heval Asya û Rojger demek dirêj bi hev re dimînin, ji bo vê çalakiyê amadekarî dikin, keşif dikin, gelek zehmetiyan bi hev re derbas dikin û çalakiyeke wiha serketî dikin û vê yekê bi hev re bi ser dixînin. Ev yek di heman demê de di nava têkoşîna azadiyê de asta têkoşîna jina azad û mêrê azad îfade dike. Asta jina azad, mêrê azad îfade dike.Ev dibe sembola têkîliyên jin-mêrê azad jî. Bi mehan, dibe ku qasî salekê jî be bi hev re dimînin û bi ti rengî armanca xwe qut nebûyîn û ji hedefa xwe şaş nebûyîn û heta dawiyê girêdayî armanca xwe mayîn, asta di azadbûna jin û mêr de nîşan dide. Divê ev wiha were dîtin û nirxandin.

Bi rastî jî çalakiyeke bêhempa ye. Asteke çalakiya profesyonel û bi tecrube ye.

Helbet bi heman ruhî li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî, li bakurê Kurdistanê jî têkoşîn dewam dike. Bi rengekî xurt dewam dike. Şer bi hemû tundiya xwe jî dewam dike. HPG’ê jî îfade kir. Niha dewleta tirk digot wê di Mijdarê vî karî bi dawî bike. Diyare ku wê hîna pir Mijdaran bibîne. Ew derket holê. Ew kîlît di destê wan de ma. Wisa xuya dibe ku wê hîna gelek demsalan û salan bibînin.

Bi vî mejiyî ev dewlet nagihije ti derê. Ev dewlet bi rastî jî wê bi vî mejiyê înkarker û qirker, dawiya xwe bîne. Wê ti encamê bi dest nexe. Ev zihniyeta qirker, ev mejiyê qirker 50 heb, 100 heb, 1000 heb PKK derdixe. Ji ber vî mejiyê qirker û nijadperest wê hîn gelek Asya Alî, Rojger Hêlîn rabin. Hemû zarokên vî gelî, şopdarên Asya Alî û Rojger Hêlîn in. Hingî ku ev polîtîkayên qirker bidomin, li Îmraliyê êşkence û tecrîd wiha bidome, wê bi hezaran, deh hezaran Asya Alî û Rojger Hêlîn derkevin holê. Ev berxwedan wê bi ruhê Zap, Metîna û Xakurkê heta dawiyê dewam bike. Wê belavî her derê bibe û dewam bike. Ev mejî, ev mejiyê dijminê kurd wê vê dewletê negihîne ti derê, wê vê dewletê hilweşîne.

aşkere ye ku wê vî şerî jî bidomînin. Roja borî Serokê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Kasim Arici çûye Tirkiyeyê. Hevdîtin kirin. Piştre Sûdanî çû. Li Bexdayê li ser rêya pêşketinê civîn kirin. Bi Iraqê re di nava diyalogeke zêde de ne. Nêrîvan çû, Kasim jî ji nişka ve beriya hilbijartinê. Dixwazin bi Esad re hevdîtinê bikin. Ji bo hevdîtinê bi Esad re bikin, zorî li Rûsyayê dikin, dixwazin rol bilîze. Bi vî rengî hêviyan ji hemû kesê dikin. Ji bo hîn zêdetir piştgiriyê hêviyan ji NATO’yê dikin. Hêviyan ji DYE’yê dikin. Bi vî rengî hêviyan ji her kesê dikin. Dibêjin, her cure piştevaniyê hîn zêdetir bidin, em ê kurdan biqedînin, tune bikin…

Êdî cîhan, ne cîhana berê ye. Ev dem ne dema Şêx Seîd e, ne jî dema Seyîd Riza ye. Ev dem demek cuda ye. Di vî demî de êdî gelekî birêxistinkirî heye, gelekî kurd ê bizane heye, yê xwedî îrade heye. Gelekî ku xwe nas dike, dizane, xwedî nasname, kesayet, rûmet û azadiyê, ji bo vê yekê her cure berdêlê berçav digire. Bi deh hezaran di zindanê de ne, dîsa di şert û mercên êşkenceyê de li ber xwe didin, serî natewînin. Tu her cure zext, zilm, êşkenceyê pêk tînî, qirkirinê pêk tînî. Ev gel dîsa li ber xwe dide, serî natewîne. Tu çi bikî jî ev gel serî natewîne. Ev gel wê li ber xwe bide. Ev gel birêxistinkirî ye. Ev gel bi zane ye. Ev gel têdikoşe. Êdî hêza parastina vî gelî heye. Ew demên berê qediyan. Eger tu bi heman mejiyê nêz bibî, encex tu dawiya xwe tînî. Divê mirov vê yekê wiha bizane. Bila qeyûm tayînî hemû şaredariyan bike. Wê bikare vî gelî teslîm bigire? Wê nekare. Ev gel wê li ber xwe bide. Ev gel wê têbikoşe. Ev gel wê paşde gav neavêje.

Bila şerê qirkirinê bidomîne. Wê encamekê bi dest bixe? Wê bi dest nexe. Wê hîn zêdetir Tirkiyeyê bixe nava çiravê. Wê tune bibe.

Pirsgirêka kurd êdî bi hemû aliyên xwe ve li holê ye, çareserî xwe ferz dike. Yanî yan wê biguhere, yan jî wê xwe tune bike. Yanî di wê rewşê de ye. Bi Iraqê re jî, bi PDK a xayîn re, bi kî re hevkariyê bike jî wê encamê negire.

Tirkiye ji geşedanên li Rojhilata Navîn analîzên şaş dike. Ger aqilekî dewletê yê ku geşedanên heyî bi awayekî rast analîz bike û berjewendiyên gelên Tirkiyeyê û Tirkiyeyê bi xwe bifikirin, wê pêkvejiyana li gel kurdan esas bigire. Wê tifaqa bi gelê kurd re ya demokratîk esas bigire. Ji ber wê yekê wê çareseriya pirsgirêka kurd jî esas bigire. Wê diyaloga li gel gelê kurd esas bigire. Wê polîtîkayeke aştiyane esas bigire. Wê li gel kurdên li Rojava jî li Bakur jî û her derê heman polîtîkayê esas bigire. Ev yek wê Tirkiyeyê mezin bike, Tirkiyeyê bi hêz bike. Wê li herêmê Tirkiyeyê bike welatê herî bihêz. Wê li herêmê Tirkiyeyê bike welatê herî demokratîk. Û Tirkiye vê yekê tercîh nake.

Li Tirkiyeyê zîhniyeta polîtîkayên înkar, tunekirin û dijminahiya bi gelê kurd re nayê guherîn û israra di van polîtîkayan de wê dawiya Tirkiyeyê bînin. Ji ber wê yekê jî li hemberî Rojava jî serî li polîtîkaya qirkirinê, dagirkerîyê û tunekirinê dide. Ev êrîş jî dewama vê yekê ne.

Di 5’ê Cotmehê de jî dîsa li çavkaniyên biner û sererd xist. Gelek welatiyên sivîl qetil kir û birîndar kir. Li depoyên genim dixe, firinan, pirtûkxaneyan û nexweşxaneyan dixe. Ev hemû sûcên şer in. Ev hemû sûcê qirkirinê ne, qirkirin e û sûçên li dijî mirovahiyê ne. Qirkirinê tercîh dike. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê kurd û hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re dike dijmin. Dijminahiyê mezin dike. kurdan ji tirkan re, tirkan ji kurdan re dike dijmin.Her ku diçe bi awayekî israr û bi hemû hêza xwe bingeha şerê navxweyî ava dike. Hewl dide ku ji vê yekê re bingehekê amade bike.

Û niha wê polîtîkayeke bi vî rengî dawiya Tirkiyeyê bîne. Tirkiye çi bike jî tu kes nikare weke Tirkiyeyê nêzî bibe. A niha li herêmê şerek heye. Herêm di nava kaoseke mezin de ye. Êdî li herêmê Konsepteke Navneteweyî tê sepandin. Gelek hesab tên kirin. Ji ber wê yekê wê êdî herêm ne weke berê be. Bi rastî jî li herêmê wê sînor biguherin. Li herêmê netewedewlet belav bûn. Wê hê jî belav bibin. Wê netewedewletên li herêmê biçûk bibin. Li herêmê ev yek ji aliyê hêzên demokaratîk jî, ji aliyê tevgera azadiyê ve jî û ji aliyê hemû hêzên demokratîk ên şoreşger ve jî pêvajoyeke gelekî girîng û dîrokî ye. Divê di nava rêxistin û têkoşîneke yekbûyî de bin. Divê xwe bispêrin hêzên xwe. Bi rastî jî gelê me û bi taybetî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê bi feraseta şerê gel ê şoreşgerî bi awayekî xurt xwe birêxistin bike. Divê hemû gelê me di nava xweparastinê de bi awayekî xurt cih bigire.

Çimkî dewleta tirk di rêya şaş de ye. Tercîheke şaş kiriye. Yanî tercîheke ku dawiya xwe bîne, kiriye. Ji ber wê yekê divê em vê rastiyê bibînin. Ev dewlet wê bi êrîşên wiha re sînordar nemîne. Bi demê re wê hem bejahî hem jî hewayî girêdayî dagirkirina qadên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşan pêk bîne. Ev dewlet tim li vê rêyê û derfetê digere. Jixwe hemû amadekariyên xwe dike.

DIVÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ AMADE BE

Divê gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van bibîne û di nava seferberiyekê de be. Divê girêdayî şerê gel ê şoreşgerî û xweparastinê her kes parastina xaka xwe û welatê xwe bike. Bi van êrîşan hewl didin ku berê gel bidin koçberiyê. Hewl didin ku van qadan vala bikin. Ji bo êrîşa ji bejahî amadekariyan dike. Li gorî xwe paqijiya rêyê dike. Hewl dide ku pêşiya xwe paqij bike. Divê ev yek jî were zanîn. Bi van yekan hemûyan amadekariyan vê yekê dikin.

Ji ber wê yekê divê gelê me jî ji vê yekê re amade be. Niha dewleta tirk hisaba vê yekê dike. Îsraîl kete Lubnanê. Wê bikeve Sûriyeyê jî. Dema ku Îsraîl dike Sûriyeyê, ez jî dikarim wê derfetê bi kar bînim û li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonan bidim destpêkirin. Dibêje kes jî tiştekî nabêjê min. A niha hisaba wê yekê dikin. Hemû êrîş jî amadekariyên wê yekê ne. Divê em vê yekê jî bizanibin.

A niha xistine rojevê. Dibêjin ku Îsraîl wê Korîdora Davût ava bike û wê ji Ûrdinê dest pê bike. Wê Erebistana Bakur, Sûriye, Tenef, Dêrazor, Şengal û Mûsilê bigire nava xwe. Bi awayekî zêde nîqaşên vê yekê dikin. Dibêjin ku dema Îsraîl van yekan dike, em ê jî ji xwe re korîdorekê ava bikin. Vaye Erdoganî di NY’ê de nexşe jî nîşan da. Niha hemû konsept li ser vê yekê ye. Di vê mijarê de paşdegavavêtin tune ye.

Divê gelê me vê yekê baş bizanibe. Ji ber wê yekê jî divê gelê me li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li hemerî her cure êrîşan seferber be. Girêdayî Şerê Gel ê Şoreşgerî û xweparastinê bi awayekî lez xwe di hemû waran de birêxistin û amade bike. Û divê xwe biparêze. Serkeftin girêdayî Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Girêdayî xweparastinê ye. Parastina hebûn û azadiyê bi van yekan pêkan e. Ger em bikarin vê yekê pêk bînin, topyekûn Şerê Gel ê Şoreşgerî pêş bixin, wê sedsala 21’emîn bibe sedsala gelê kurd. Wê bide sedsala gelên Rojhilata Navîn. Wê bibe sedsala jinan. Ev geşadan vê rêyê li bervan yekan veke. Talûke hene lê belê derfetên vê yekê jî zêde ne. Ji hêzên azadiyê re derfetên mezin pêşkêş dike. Bes bila em birêxistinkirî bin. Em girêdayî xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî li her derê têkoşîna topyekûn û civakî birêxistin bikin û pêş bixin û bi bawerî û biryardarî vê yekê bidomînin. Em ê teqez jê encamekê bistînin.

Li Tirkiyeyê pûçbûna civakî rasterast bi şerê tê meşandin ve girêdayî ye. Hemû encamên şer in. Bi rastî jî şerê qirkirinê yê li dijî gelê kurd di nava civakê de rê li ber pûçbûneke cidî vekir. Exlaq têk bir, wijdan ji holê rakir, hemû nirxên civakî pûç kirin û ji holê rakirin. Tundî di nava civakê de gelekî belav bû. Jixwe ev îdeolojiya serwer a mêran xwe dispêre şer û tundiyê. Ji ber vê yekê a niha li her derê serweriya mêran zêde bûye. Dijminahiya ji zarok û jinan re gelekî zêde bûye. Mêrokî û egoya serweriyê gelekî zêde bûye. Li her derê tundî zêde bûye. Ji ber ji nav çû ye. Jinavçûyîneke pir cidî heye, jinavçûyîneke civakî heye. Û helbet tundiya li ser jinan tê zêdekirin. Çimkî ev yek zayendperestiyê mezin dike, tim rê li ber zayendperestiyê vedike. Zayendperestiyê kûrtir dike. Û weke tundiya mêran û dewletê berê xwe dide jin û zarokan.

Li dijî jin û zarokan qirkirine mezin heye. Li her derê her roj 2-3 jin û 2-3 zarok tên qetilkirin. Ev qirkirineke pir cidî ye. Ji ber vê yekê dewlet zêdetir rê li ber tundiya jinan vedike û wê pêş dixe.

Tişta ku li hemberî vê yekê bê kirin, pêşxistina têkoşîna azadiyê ya jinan e, perwerdekirin û birêxistinkirina jinan e. Bi rastî jî pêşxistin û mezinkirina têkoşîna jinan ya hevpar e.Yanî di serdemên bi vî rengî de gelekî pêdivî bi têkoşîna jinan ya hevpar û têkoşîna yekbûyî heye.

Divê Tevgera Jinan a Tirkiyeyê jî li hemberî pergala Îmraliyê ya êşkence û tecrîdê nerazîbûnên xwe nîşan bidin, helwesta xwe nîşan bide û li hemberî şerê qirkirinê yê li ser gelê kurd helwesta xwe nîşan bide. Çimkî hemû tundiya li ser jin û zarokan xwe dispêre vê yekê. Ev polîtîkayên tundî û qirkirinê yên li ser jin û zarokan xwe dispêrin pergala Îmraliyê ya êşkence û tecrîdê û şerê qirkirinê yê li ser gelê kurd. Divê ev yek were dîtin û zanîn.

Ji ber wê yekê divê Tevgera Jinan a Tirkiyeyê, jinên Tirkiyeyî, jin û rewşenbîrên jin li hemberî şer, tundî û pergala tecrîd û êşkenceyê nerazîbûn û helwesta xwe nîşan bidin. Divê li gel Tevgera Jinên kurd di nava têkoşîna hevpar û yekbûyî de bin. Ev yek gelekî girîng e.

Ji ber vê yekê ya hewce ew e ku divê li her derê hemû jin werin birêxistinkirin, di nava jinan de xweparastin were pêşxistin û pêşxistina têkoşîna jinan ya birêxistinkirî, hevpar û yekbûyî ye. Divê li hemberî şer û tecrîdê ev têkoşîn were mezinkirin. Çareserî bi van yekan pêkan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar