Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di êşkencexaneya Îmraliyê de tê girtin, hemê mafên hiqûqî û mirovî li ber çavên cîhanê tên binpêkirin. Ji van mafan yek jê mafê hêviyê ye. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê mafê hiqûqî yê mirovî yê Rêber Apo dikin mijara bazarê. Parêzerê Rêber Apo Rezan Sarica mafê hêviyê ku lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî anî ziman, pêvajoya nû û bûyerên têkildarî mijarê nirxand.
Parêzer Rezan Sarica diyar kir ku mafê hêviyê nayê wateya yekser azadiyê û wiha got: “Bahçelî anî ziman ku eger şertên ew dibêje bi cih bê anîn ‘bila ji bo mafê hêviyê guhertinên qanûnî bê kirin’ û ji bo Birêz Ocalan karibe sûdê ji vê yekê werbigire ‘rêya vê yekê bê vekirin’. Lê belê nediyar e ku Meclîs vê yekê pêk bîne yan na. Ji ber ku mafê hêviyê ji aliyê teknîkî ve nayê wateya yekser azadiyê. Hin guhertinên hiqûqî ji bo vê yekê pêwîst e, bi şertê demokratîk be pêwîstî bi hin gavên civakî, sosyo-polîtîk heye.”
Têkildarî bazara li ser mafê hêviyê tê kirin jî Sarica got, “Rêbazeke rast nîne ku mafên bingehîn û azadiya hatiye bidestxistin bi polîtîkayên hikumetê ve bê girêdan. Di serî de qedexekirina êşkenceyê mafên bingehîn û azadî ji dîrokê û vir ve bi hin rê û rêbazan hatine ewlekirin. Bi qanûnên destûra bingehîn û peymanên navneteweyî re ev mafên komî hatine parastin û dewletan, desthilatdariyan jî soz dane ku wê bi cih bînin. Dadgerî, rêveberî û qanûndanîn xwedî wê berpirsyariyê ne ku li gorî pergala hiqûqî tevbigerin û Meclîs jî yek ji van saziyan e. Ji ber vê yekê beriya her tiştî divê bê îzahkirin ku çima ev pêwîstiya hiqûqî 10 sal in bi cih nehatiye anîn.”
Sarica anî ziman ku Tirkiye weke welatekî bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) girêdayî xwedî wê berpirsyariyê ye ku li gorî xala 46’an biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bîne û got, “Li gorî xala 90’emîn a Destûra Bingehîn jî divê li gorî PMME’yê tevbigere. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bicihanîna biryara Ocalan, Gûrban, Kaytan û Boltan berpirsyar e, di salên 2021 û 2024’an de bang li Tirkiyeyê kir ku tavilê guhertinên qanûnî bike. Ji ber vê yekê sererastkirinên qanûnî yên guncaw li gorî biryara DMME’yê nabe ku bi şertên siyasî ve bê girêdan.”
Rezan Sarica got, “Guhertina qanûnî ya li gorî biryara DMME’yê aliyê ûsilê yê meseleyê ye û ev yek divê bê şert û merc bi cih bê anîn. Azadî tenê bi wî rengî li ser bingeheke hiqûqî dikare pêk were. Bêguman naveroka guhertina qanûnî jî girîng e. Nîqaşa mafê hêviyê li ser bingeha azadiyê esasê meseleyê ye. Ev nîqaş jî divê heman piştî guhertina qanûnî bêyî dereng bikeve bê meşandin. Bi gotineke din, esasê mijarê ew e ku Birêz Ocalan nêzî 26 sal in girtî ye; di nava vê pêvajoyê de ji bo çareseriyeke bi rêbazên demokratîk a pirsgirêka kurd kete nava hewldanan û bang kir; ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane xwedî rolekê ye; ji bo bicihbûna pergal û feraseta demokratîk kete nava hewldanan. Ji bo pergaleke demokratîk divê li ser mafê azadiyê, mafê hêviyê, pêwîstiyên vê yekê nîqaş bêne kirin û bêyî dereng bikeve gav bê avêtin.”
Parêzer Rezan Sarica bi dewamî anî ziman ku li Îmraliyê di halê hazir de ji bo rakirina bêhiqûqiya piralî gaveke mayinde nehatiye avêtin û got, “Serdana malbatê ya piştî 43 mehan bi Birêz Ocalan re hate kirin tenê paceya tecrîdê vekiriye. Ji bilî vê yekê li Îmraliyê guhertineke din nîne. Zêdeyî 5 sal in em nikarin hevdîtinê bikin û qedexeya parêzeran dewam dike. Daxwazên me yên ji bo hevdîtinê bê bersiv têne hiştin. Weke parêzer destûr ji me re nayê dayin ku em biryarên qedexeyê û cezayê dîsîplînê hîn bibin; hîn jî bi rengekî ne qanûnî û veşartî tê meşandin û mafê parastinê nayê naskirin. Cezayên dîsîplînê hîn jî têne dayin. Em nikarin bi Birêz Konar, Birêz Yildirim û Birêz Aktaş re hevdîtinê bikin ku sala 2015’an li Îmraliyê hatin bicihkirin. Malbatên wan jî nikarin hevdîtinê bikin. Birêz Aktaş tevî ku meha Nîsanê 30 salên girtîmayinê temam kiriye, nayê berdan. Agahî ji wan jî nayê wergirtin. Jİ ber vê yekê daxuyaniya Bahçelî hîn tiştek neguhertiye. Sîstemeke siyasî, kêfî ya dûrî ji pîvanên qanûnî û hiqûqa navneteweyî heye. Li gorî pêşniyarên CPT û Neteweyên Yekbûyî gaveke guncaw nayê avêtin. Rapora CPT a li ser serdana dawî ya li Îmraliyê ku Îlona 2022’an kir, hîn jî di destê Tirkiyeyê de ye û destûr nayê dayin ku bê weşandin. Weke ku tê fêhmkirin sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê weke berê dewam dike.”