PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Dagirkerî wê bi berxwedana gel têk biçe

Siyasetmedar Ayla Akat Ata i ser dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ev tişt anî ziman: “Em ji her demê bêhtir bihêz in. Xuyaye ku dewlet jî vê hêzê dibîne lewma qeyûman tayîn dike. Qeyûm wê biçin û em ê her li ser vê xakê bijîn. Bila gelê me moralê xwe xerab neke û berxwedana xwe bidomîne.”

Desthilata faşsît a AKP-MHP’ê şaredaiyên DEM Partiyê yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dagirkirin. Geleên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî dagirkeriyê daketin qadan û li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Siyasetmedar Ayla Akat Ata ku tev li nobeta li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûye, têkildarî dagirkirina şaredariyan axivî. Ayla Akad Ata diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî pêkanînên dij-demokratîk wê bênavber bidomin û ev tişt anî ziman: “Cara sêyemîn e vê zilm û zextê li gelê me dikin. Heke rayedarên vî welatî bixwazin bi fikra xelet bidomînin bila bidomînin. Lê belê fikrên me jî hene û ev fikir tenê bi avahiya şaredariyan bisînor nînin. Fikrên me di nava gel de dijîn. Demokratîk in, ekolojîk in, azadîxwaziya jinê esas digire. Bila dewlet van rêbazên xelet bidomîne û em jî dê 24 saetan ji gelê xwe re xizmetê bikin. Ji bo gelek hebûna xwe, çand û zimanê xwe nîşan bide şaredarî tenê amûrek e.”

Siyasetmedar Ayla Akad Ata anî ziman ku dibe ku qeyûman li dijî gelên din jî têxin meriyetê û wiha pêde çû: “Em ê di nava gelê xwe de bi wan re bin. Em ê gotina gelê xwe ne tenê li Meclisê li her derê bibêjin. Em ê van polîtîkayên xelet teşhîr bikin û gelên xwe hişyar bikin. Tiştên îro bi serê gelê kurd tên dê sibe bi serê gelên Tirkiyeyê jî bên. Lewma divê rêxistinên çep ên Tirkiyeyê ji îro ve hêzeke pir xurt bide.”

Ayla Akad Ata wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet bi tayînkirina qeyûman hiqûqa xwe binpê dike. Dibêjin ‘em îradeya we nas nakin.’ Qeyûm derhiqûqtî ye. Meclisên şaredariyan dikarin yekî hilbijêrin lê destûrê nadin. Ev bêhiqûqtî îro jî didome. Divê hêzên li Tirkiye, Ewropa û navneteweyî vê bêhiqûqtiyê qebûl nekin. Divê dewletên din eşkere bibêjin ku vê bêhiqûqiya li dijî gelê kurd qebûl nakin. Ev pêkanîn, di pergala demokratîk a cîhanê de tune ye.

Em ji her demê bêhtir bihêz in. Xuyaye ku dewlet jî vê hêzê dibîne lewma qeyûman tayîn dike. Şaredarî ji bo me tenê amûr in. Amûrên me yên cuda û rêxistinên me hene. Ev xak û xwebirêxistinkirin ên me ne. Dewlet nikare vê hilweşîne. Qeyûm wê biçin û em ê her li ser vê xakê bijîn. Bila gelê me moralê xwe nexweş neke û berxwedana xwe bidomîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar