Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...
Perşembe - 14 Kasım 2024

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe. Ji ber ku ev qeyran weke tê nîşandan ne tenê aborî ye, di heman demê de siyasî, civakî, exlaqî ye jî, ji bo çareseriyê jî perspektîfeke berfireh şert e.

Geşedanên li cîhanê û Rojhilata Navîn, bi taybet jî şerê Îsraîl û Hamasê, pêvajoyeke xeternak û bêîstîkrar derdixe holê. Zîhniyet û siyaseta dagirker, qirker a KT’ê jî rewşa heyî bi temamî vediguherîne karesatê. Pirsgirêk û derdê KT’ê jixwe têra xwe hene, dema ku yên derve jî lê zêde dibin, gotin di cih de be, ajovan bi temamî serweriya dîreksiyon winda dikin. Rojekî berê xwe didin BRICS’ê roja din li ber deriyê NATO û Yekîtiya Ewropayê digerin.

Dema ku qad li wan tengav dibe, carinan rêveberên dewletê neçar dimînin û hinek rastiyan dibêjin. Mînak Tayyîp Erdogan got, li hemberî xeteriyên derve, divê em hûndirê mala xwe saxlem bikin… Beriya 10 salan bi angaşta tinekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, dewleta tirk “formatê” xwe guherand. Di şerê deshilatdariyê yê navxweyî de klîka T. Erdogan-Bahçelî bi ser ket. Fethullahî tesfiye kirin. Dewleta nû, li ser bingeha tifaqa faşîzma AKP-MHP-Ergenekon-Huda Parê ava kirin. Vê pêvajoya bi “belgeya çokdanînê” destpêkirî, bi îflasa siyasî, bîrdozî, aborî, civakî, exlaqî û hwd. bi dawî bû. Yanî xwediyê “çokdanînê”, çok danîn. Bi milyonan mirov bêkar û birçî man. Belkî jî mînakên di dîroka mirovahiyê de tine bin qewimîn. Malbatan ji ber tinebûn û xizaniyê, siyanur vexwarin û dawî li jiyana xwe anîn. Di navenda Enqerê de mirovan ji ber nikarin deynên xwe bidin, agir berdan bedena xwe… Ev helwest jî hêjayî nirxandinê ne. Kesayet û karaktera dewletperest, bîr nabe ku li hemberî bêedaletî, kedxwarî û zordestiyê serî hilde, xwe dikuje. Bawermendê mezin Ebûzer Xefarî, mealen gotibû, “Yên ku êvarî birçî bikevin nav cihan, sibehê destê xwe navêjin şûr, bêaqil in.” Feraseta dewletperest, mirovan ji aqil, exlaq û siyaseta rasteqîn dûr dixe. Mirovên ji van taybetmendiyên mirovî dûr bikevin, bêrêxistin dimînin û weke çêlîkewan têne nêçîrkirin. Dema bombebarana şerê taybet jî li serê zêde dibe, bobelateke manewî tê jiyîn. Mezlûm, bindest, xizan, rêgeha xwe winda dikin. Yên weke xwe, weke gunehbar û berpirsyarê re rewşa xwe dihesibînin…Bingeha vê “xwexapandin û berevajîkirinê” kûr e…

KT, ji ber têkoşîna gelê Kurd û dostên wê, neçar dimîne hin gavan tavêje. Di çarçoveya şerê taybet de hin propagandayan dike. Gelek “nivîskar” û “rojnamevan”an peywirdar dike. Hewil dide têgihanên li gorî berjewendiyên desthilatdariyê ava bike. Bi “destê Bahçelî” pêvajoyek dane destpêkirin. Lê yek çalakiya fedaiyan û hevokeke Rêber Apo, ew derewên şerê taybet hemû vala derxistin. Bahoza çalakiya TUŞAŞ’ê, mûma Bahçelî û dewleta tirk tefand. Faşîzma AKP-MHP’ê hêjand. Ji bo wê jî ew “pêvajoya nerm”, hilweşand. Gotin di cih de be, fermandar Rojger û Asya, ji dewleta tirk re gotin, “Ji xwe re cidî bin! Ger ku wê çareseriyeke rasteqînî pêk were, rê, rêbaz û adres diyar e.” Tevgera Azadiya Kurdistanê gelek caran diyar kiribû ku “ser muzakerevan” Rêber Apo ye. Hewldanên şerê psîkolojîk-taybet yên ku dubendiyan di nav Kurdan de pêş bixin, nafîle ne. Bereya kurd di vê wateyê de gelekî zelal, got “Em amade ne.”

Min di nivîsên xwe yên berê de jî diyar kiribû, pîvanên pêvajoyê hene. Li devereke ku tecrîd hebe, pêvajo tine ye. Li hemberî gerîlla, ji bombebarana Wîetnamê zêdetir bombeyên qedexe werin bikaranîn, nermbûn tine ye. Qeyûman bavêjin ser şaredariyan, gotina çareseriya siyasî û demokratîk, derewa herî mezin e. Li zindanan cenaze derkevin, azadiya fikrî, xapandinek e.

Niha hin “qelemşor”ên AKP-MHP’ê dibêjin, “agahiya T. Erdogan ji axaftinên Bahçelî nebû, agahiya Bahçelî ji qeyûman tine bû. Neçar dimînin li pratîkên hev xwedî derkevin.” Weke hemû derewên şerê taybet-psîkolojîk, parçeyeke vê gotinê jî rast e. Di navbera AKP-MHP’ê de nakokiyên kûr hene. Şerê parvekirina desthilatdariyê mezin e. Piştî ku Fethûllahî tesfiye kirin, ew valatiya mezin hêjî nehatiye dagirtin. Hemû şer, li ser desteserkirina madiyatê ye. “Welatperwerî” dibe makyajê vî şerî. Ev aliyê rast e. Yên din nerast in. Demekî bi navê “operasyonên KCK’ê” qirkirina siyasî dihate kirin (niha pêwîstî bi veşartin û xapandinê jî nabînin). Lê ne dikarîn li hemberî gerîlla şer bikin, ji bo wê jî dixwestin şer jî pêş nekeve. Ji bo wê jî digotin, “van operasyonan em nakin, Fethûllahî dikin, em dixwazin girtiyan berdin, hakimên wan bernadin.” Û hwd. Bi rastî hinekan jî ji wan bawer dikir…

Tevgera Azadiya Kurdistanê; bi daxuyaniyên dide, gelê kurd û rayagiştî ya demokratîk hişyar dike. Ji bo wê jî, em bawer in êdî kes guhê xwe nade derewên şerê taybet. Di diyalektîka Şoreşa Kurdistanê de, pêşketin û xurtbûn, bi têkoşînê pêk tê. Li Wanê şaredarî çawa dubare hate qezenckirin? Li Colemergê çima şûn ve nehate girtin? Dersa herî rast û nêz, ji bo rayagiştî ya demokratîk û gelê kurd ev e.Ger ku hêzên azadî û demokrasiyê, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê milê xwe bidin hev û li ber xwe bidin, teqez wê encam bigirin. Lê ku ev pêk neyê, şaredariyên Esenyûrt, Êlih, Mêrdîn û Xelfetî, ceribandin in. Rêbazên şerê taybet in; di carekî de nakin, hêdî hêdî, parçe parçe dikin, da ku gel bixapînin, bêyî ku hişyarî û helwesteke xurt pêş bikeve, encam bigirin. Ji bo serkeftinê, di serî de CHP û DEM Partî, çepgir, demokrat, rewşenbîr, rojnamevan, hûqûqnas, akademîsyen, welatparêzên Kurdistan û Tirkiyeyê, di pêşengtiya jin û ciwanan de divê dakevine meydanan û heta encam negirin, nesekinin. Kiliçdaroglu, bi siyaseta xwe ya pasîf û dewletperest, temenê faşîzma AKP-MHP’ê dirêj kir, xwe tine kir. Durûtiya wî li aliyekî, li gorî daxuyaniyên wî, niha hin tişt fêhm kirine, têkoşînê pêşniyar dike. Têkoşîn nebe, Stenbol jî tê de, hemû şaredariyên mûxalîf di hedefê de ne.

Têkoşîna encamgir wê çawa pêk were?

Divê gelên me yên li bakurê Kurdistan û Tirkiyê, esas li mafê xwe yê hêvî û azadiyê xwedî derkevin. Çavkaniya hêvî û azadiyê, Rêber Apo ye. Di şert û mercên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de tekane îradeya bikaribe riya çareserî, aştî, aramî û azadiyê veke, Rêber Apo ye. Rêber Apo jî got, “Ez amade me, hêza min heye. Ez dikarim pirsgirêkê çareser bikim.” Wê demê divê em hemû deng û hêza xwe tevlî yê Rêber Apo bikin û welatê xwe ji faşîzmê rizgar bikin.

Nûçeyên Têkildar