PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Jinên minbicî li dijî polîtîkayên şerê taybet li ber xwe didin

Jinên li kantona Minbicê dijîn diyar kirin ku polîtîkayên şerê taybet di her warê jiyanê de tên meşandin û wiha axivîn: “Ev rêbaza ji ber ku bi awayê veşartî û şêwazeke nerm tê kirin, li ser civakan bandorê çêdike.”

Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên qirkirinê û şerê taybet hewl dide qirkirinên li ser gelên Kurdistanê bi encam bike. Jinên ku li Kantona Minbicê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, rastî êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdawî wî tên diyar kirin ku çi dibe bila bibe, ew ê her dem axa xwe biparêzin. Minbic yek ji wan cihan e ku ji derveyî bombebaran û êrîşan çekdar, bi polîtîkayên şerê taybet hedef hatiye girtin. Jinên bajarê Minbicê diyar kirin ku li ser jinan û tevahî civakê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û dan zanîn ku ew ê li çand û jiyana xwe xwedî derbikevin.

Rojnamevana di radyoya Sacûr FM de dixebite û di heman demê de endama Yekitiya Rewşenbîran a li kantona Minbicê Sîlvana Mihemed li ser vê mijarê got: “Şerê taybet gelek cureyên wê hene ji aliyê desthilatdaran ve li ser civakan tên meşandin, yek jê jî huner. Hêzên kapîtalîst, armanc dikin ku bi riya şerê taybet civakê ji cewherê wê derxin û çi teşeyê dixwazin li ser mirovan ferz dikin. Hinek nimûneyên berbiçav hene mîna fîlmên xiyaneta hevjînan, madeyên hişbir û hwd. Wan fîlmên ku di wan de ‘têkçûna exlaq’ heye ji bo ku bikin beşek ji jiyana me ya rojane her dem li ser ekranan tên weşandin. Bi stranên bêwate û naveroka wan vala dixwazin ciwanan bixapînin û ev bi xwe kareseteke civakî ye ji ber ku ciwan beşa herî çalak in di civakê de. Îro roj tişta bala ciwanan dikşîne model û trend in. Ev yek wan ji cudabûnê dûr dixe.”

Der barê awayên sekinandina li hember vî şerî de Sîlvana Ehmed got: “Sekna li hemberî vî şerî pêwîstiyeke li dijî civakê ji ferd tê xwestin ku xwe şiyar bike û bizanibe çi li derdorê diqewime. Her wiha bi tu awayan li pey tişta ku kapîtalîzm diyar dike neçe. Divê her kes bi nirx û çanda xwe ya civakî serbilind be û li ser kokên xwe yên dîrokî lêkolîn bike û biparêze.”

Endama Akademiya Jineolojiyê Mêrvet Mehmûd behsa metirsiya şerê taybet kir û got: “Gelek şêwazên şer hene dîrok bûye şahidê wan yek jê jî şerê taybet e ku xeternaktir e. Ev rêbaza ji ber ku bi awayê veşartî û şêwazeke nerm tê kirin, li ser civakan bandorê çêdike. Di serdema niha de bi riya teknolojiyê, şerê taybet belav bûye.”

Mêrvet Mehmûd behsa rêbazên ku kapîtalîzm bi kar tîne kir û wiha domand: “Kapîtalîzm cins weke yek ji şêwazên şerê taybet bi kar tîne. Bi wê hewl dide exlaq bihelîne bêyî ku bikeve şerê germ. Îro roj em dibînin bûyerên destdirêjiyê bûne mijareke normal û kesên destdirêjiyê dikin nayên cezakirin. Berovajî wê jin tên tewanbarkirin ji ber cilên xwe û awayê danûstandinê. Bi bi wê yekê tecawiz tê rewakirin. Weke Akademiya Jineolojiyê lêkolînên me herî zêde li ser civak û jinan in bi taybetî in jî bi riya pêşxistina çand û bîrdoziyê. Her wiha pênasekirina jinan, rastiya wan û civakê bi rastiya desthilatdariyê re. Li milekî din jî em kar li ser pêşxistina çanda exlaqî û nirxên civakî dikin. Bi vê yekê jî jin dikarin ji van şeran bi kesayeta xwe ya zana û azad xilas bibin.”

Endama Buroya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Rîm Derwîş got: “Şerê taybet ji aliyê dewletên kapîtalîst ve tê birêvebirin ji bo mêjiyê mirovan bihelîne. Bandora wê zêdetir li ser beşa ciwanan heye. Ev yek jî bi riya huner zayendî û sporê pêk tê. Spor ji bo bedeneke saxlem e lê belê dewletên kapîtalîst sporê ji bo armancên xwe yên xirab bi kar tînin. Em dibînin çawa bi lîstikên maç û sporên navdewletî mêjiyê ciwanan dişûn. Kapîtalîzm gelek sûdê ji sporê dibîne. Kesên fûtbolê dişopînin pereyê gelekî zêde didin ji bo karta derbasbûnê bi dest bixin. Bi vî awayî dewletên kapîtalîst hewl didin ciwanan û civakê ber bi siyaseta xwe ve bibin.”

Rîm Derwîş bi bîr xist ku Rêber Apo dibêje ku riya rizgarî û parastina ji polîtîkayên şerê taybet perwerde ye û wiha got: “Perwerde ji bo mirovan, weke av, xwarin û oksîjenê ye, bê perwerde jiyan nabe. Ji bo mirov xwe ji polîtîkayên mêtinkar û netewe dewletan biparêze çand, ji bo gel û civak xwe ji kampanyayên ku bi wan hewl tê dayîn koka ziman û dîrokê ji holê were tunekirin û civakan asîmîle û îmha bikin biparêzin jî; perwerde pêwîst e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar