Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Bi mezinkirina têkoşînê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e

Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê LAB'ê Kaldo Saenz De Benito bal kişand ser peyamên Rêber Apo û bandora kampanyaya azadiyê û wiha got, “Li Tirkiyeyê rê li ber qonaxeke nû ya têkoşînê vebûye. Ji ber vê yekê jî baweriya bi pêkaniya azadiya Abdullah Ocalan û Kurdistanê gihîştiye asta pêkanînê. Ji bo vê jî divê têkoşîn bê mezinkirin."

Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê li hemberî pergala kapîtalîst li ber xwe dide û bi paradîgmaya azadiyê rêya jiyanek azad daniye pêşiya gelên bindest. Hêzên hegemon ji bo pêşiya paradîgmaya Rêber Apo bigirin tecrîda mutleq li Îmraliyê dimeşînin. Ji piştevanên kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê Yekîtiya Sendîkayên Karker ên Welatê Baskê (LAB) Kaldo Saenz De Benito hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêber Apo re û peyama Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand.

Saenz De Benito bi bîr xist ku hevdîtina bi Rêber Apo re piştî demeke dirêj hate kirin, lewma girîng e, divê ji gelek aliyan ve bê nirxand û got, “Bi dîtina min di nirxandina rewşeke bi vî rengî ya mezin û girîng de divê mirov parametreyên cuda li ber çavan bigirin û binirxînin.

Ji aliyekî ve piştî tecrîda 43 mehan, ku haya kesî jê tine bû, nizanîbû bê sax e yan na, rayedarên tirk destûra hevdîtina malbatê dan ku ev yek rewşeke siyasî ye. Bêguman divê em vê gavê weke serketina kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ binirxînin ku gihîştiye wê hêzê ku dikare bi Tirkiyeyê gavê bide avêtin û ji ber vê serketinê jî divê em xwe pîroz bikin. Ji ber ku hewldanên dilxwaziyên azadiya Abdullah Ocalan encamek bi xwe re aniye.

Li aliyê din jî aliyê xwe yê mirovî heye ku mirov piştî demeke dirêj firsendê dibîne ku kesekî jê hez dike bibîne. Ev yek ji bo civaka Kurd bû cihê moralê ku hîn bû Ocalan sax e û tenduristiya wî baş e. Di heman demê de vê yekê nîşan da, ku têkoşîn encamê bi xwe re tîne.

Em Baskî ji nêz ve bi rewşa mehkûmên siyasî zanin, lewma girîngiya mirovî û siyasî ya hevdîtina mehkûman bi malbat, dost û civaka xwe re fêhm dikin. Tecrîd hewldana ji bo qutkirina wan ji van hemû bûyeran e, mehkûmkirin û bêparhiştina ji malbat, dost û civakê ye. Serdana biraziyê wî bêguman ji bo Abdullah Ocalan çavkaniyeke kêfxweşiyê ya şexsî ye, di heman demê de baweriyeke siyasî jî xurt dike.”

Kaldo Saenz De Benito peyama Rêber Apo ya ji bo raya giştî nirxand û destnîşan kir ku vê peyamê nîşan da ku ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd israr dike û wiha pêde çû: “Weke ku Abdullah Ocalan di peyama xwe de nîşan da, ji bo meseleya kurd li çareseriyeke demokratîk û siyasî ıya berfireh digere, dixwaze şert û mercên siyasî biafirîne ku pêvajoyê ji şer derbasî rewşeke demokratîk bike.

Cudahiyên xwe hebin jî ev pêvajo dişibe rêya wê yekê ku tevgera serxwebûnê ya Baskê ji bo berê xwe bide aştî û demokrasiyê ETA’yê dest ji çekan berda. Bi dîtina min Abdullah Ocalan jî dixwaze bi heman rengî derbasî nava pêvajoyeke demokratîk bibe û di nava aştî û demokrasiya bê afirandin de gelê Kurd li ser paşeroja xwe biryarê bi xwe bide. Li gorî min nêzîkatiyeke demokratîk a ji vê mezintir nîne.

Ev helwesta Abdullah Ocalan ew kêlî anî bîra min ku lîderê Fîlîstînê Yaser Arafat di destekî xwe de çek, di destê din de jî şaxê zeytûnê ji Neteweyên Yekbûyî re axivî. Hêvîdar im ku ev rastî bê fêhmkirin û kesek vî şaxê zeytûnê nexîne erdê.”

De Benito nîqaşên dawî yên li Tirkiyeyê têne kirin nirxand û wiha domand: “Destpêkirina nîqaşekê ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd girîng e, lê belê mixabin bi tena serê xwe têrê nake. Bi dîtina min ji bo derbasî pêvajoya demokratîk bibe pêwîstî bi piştgiriiya piraniya aliyan, civaka navneteweyî û navbeynkariyê heye. Aştiya li Kurdistanê ji bo her kesî tiştekî baş e. Dijminên xurt hebin jî divê mirov aliyan qanih bikin ku aştî timî dide qezençkirin.

Ji ber vê yekê civaka navneteweyî nabe ku li pêşberî rewşê bêdeng bimîne û ji bo pêkanîna aştiya edaletê ya li Kurdistanê neçar e ku li mekanîzmayên siyasî bigere. Ji ber ku aştiya li Kurdistanê bêguman wê ji bo herêmê û tevahiya cîhanê bibe pêşketineke gelekî baş.

Ji ber vê yekê di wê baweriyê de me ku rêxistinên piştevaniyê wê hewldanên xwe yên bi vî rengî dewam bikin. Divê em piştgiriya xwe ya ji bo peyama Abdullah Ocalan dewam bikin û ji civaka navneteweyî bixwazin ku vê firsendê ji dest bernedin.”

Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê LAB’ê Kaldo Saenz De Benito bal kişand ser girîngiya kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ ku di asta navneteweyî de tê meşandin û destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir bê mezinkirin. Saenz De Benito axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke ku min di destpêkê de jî got, ev hevdîtina ku piştî tecrîda 43 mehan hate kirin, eger ne ji zexta navneteweyî bûya pêk nedihat. Ji bo guhertina pozîsyona welatekî xurt ê mîna Tirkiyeyê pêwîstî bi zexteke mezin heye û ji ber vê yekê jî di vê mijarê de divê em gelekî kêfxwweş bin; lê mixabin bi vê hevdîtinê re her tişt bi dawî nebû, her wiha bi vê hevdîtinê re jî hin tiştan destpê kirin. Ji dil bawer dikim ku bi vê hevdîtinê re li Tirkiyeyê rê li ber qonaxeke nû ya têkoşînê vebûye. Ji ber vê yekê jî baweriya bi pêkaniya azadiya Abdullah Ocalan û Kurdistanê gihîştiye asteke din ku ev yek armanceke rasteqîn e. Armanca me ya ji niha û pê ve divê ew be, ji bo afirandina diyalog û danûstandinên çareseriya demokratîk a meseleya kurd û azadiya Abdullah Ocalan divê em zextê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar