Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...

Salı - 3 Aralık 2024

Desthilata faşîst AKP-MHP’ê xwezaya Kurdistanê qir dike

Hevseroka Eko-Der a Wanê Dîlek Akdag diyar kir ku hewl didin xwezaya Wanê bi siyanurê jehrî bikin û wiha got: “Kurdistan di qirkirinê de tê derbaskirin, axa wê hatiye serobinokirin, av di bin bandora siyanurê de mane.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi destê şîrketên xwe ekolojiya Kurdistanê wêran û qir dike. Yek ji van cihan Wan e. Li dijî qirkirin û wêrankirina ekolojiyê di 17’ê cotmehê de Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (Wan Eko-Der) hat avakirin.

Hevseroka Wan Eko-Derê Dîlek Akdag derbarê xebatên xwe de armanca damezarandinê de axivî. Dîlek Akdag da zanîn ku yek ji armanca vekirina komeleyê Gola Wanê bûye û got: “Me bi armanca parastina gola Wanê ev komele vekir. Ji bo xweza di rojevê de bê girtin, têkiliyê xweza û mirovan di rojevê de bê girtin, enerjiya dikare bê nûkirin û guherî avhewayê rojevê de bimînin me ev komele vekir. Ji ber xweza ji îmarê re tê vekirin û talankirin.”

Dîlek Akdag bi lêv kir ku Kurdistan di qirkirinê de tê derbaskirin, axa wê hatiye serobinokirin, av di bin bandora siyanurê de mane. Dîlek Akdag wiha got: “Li Giyadînê Koza Holdîng şantiyeyek mezin ava kiriye û bi vê li zêr digerin. Ev şantiye wê hilweşînek mezin bîne. Li Şirnexê cerdevan daran dibirin. Qadê bê daristan dihêlin. Li Colemêrg û Wanê xebatên madenê hene. Lê mijara girîng Giyadîne. Siyanurên wir bên xebitandin wê karaseteke ku heta Geliyê Zîlanê diçe wê bê. Gundekî wir hatiye girtin. Gundên din hîna hewl tên dayîn bên girtin. Dixwazin gundiyên wir derxînin.”

Dîlek Akdag di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo pêşî li vê qirkirina ekolojiyê bê girtin divê hişmendiya civakî bê afirandin û wiha dawî lê anî: “Bi tena serê xwe têkoşîn wê bê encam bimîne. Divê civak di vî alî de bibe xwedî agahî û bibin yek, li dijî vê têbikoşin. Em ê perwerdehiya pêk bînin bi gel re bên gel hev û li dijî vê têbikoşîn. Divê em ji vê hilweşînê re bêjin êdî bes e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar