Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Perşembe - 14 Kasım 2024

Raportorê Tirkiyeyê Schennach wê ji bo Rêber Apo serlêdana hevdîtinê bike

Raportorê Tirkiyeyê Stefan Schennach têlildarî tecrîda li ser Rêber Apo ev tişt anî ziman: “Tecrîda li girtîgehê li dijî mafên mirovan e û di asta êşkenceyê de ye. Ji bo hevdîtina bi Ocalan re ez ê jî serlêdanê bikim."

Rêber Apo 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq a dermirovî de tê girtin. Raportorê Tirkiyeyê yê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Stefan Schennach di navbera 11-14’ê hezîranê de girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret kir. Schennach di rapora ku der barê ziyareta xwe de amade kir de diyar kir ku li girtîgehan gelek binpêkirin hene. Di raporê de tecrîda li ser Rêber Apo ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin jî cih girt.

Schennach têkildarî raporê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Schennach diyar kir ku ji bo bi Rêberê Apo re hevdîtinê pêk bînin ew ê serlêdanê bikin. Schennach bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got: “Tecrîda li girtîgehê li dijî mafên mirovan e û di asta êşkenceyê de ye. Ji bo hevdîtina bi Ocalan re ez ê jî serlêdanê bikim.”

Schennach da zanîn ku ew ê di meha çileyê de careke din serdana girtîgehên li Tirkiyeyê bikin û di vî warî de xebatên xwe yên raportoriyê bidomînin.

Schennach, bibîr xist ku binpêkirinên li ser kurdan berdewam dikin û îşaret bi qeyûmên tayînî şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de ne kir. Schennach diyar kir ku qeyûm nayên qebûlkirin, hewldana desteserkirina îradeya li Wanê bi bîr xist û got: “Min wê demê li dijî qeyûman daxuyanî da, niha jî heman tiştî dibêjim. Şaredarên ku tên hilbijartin, şaredar in. Hikûmet nikare îradeya gel bide ber şenseê, mecbûr re demokrasiyê qebûl bike.”

Schennach diyar kir ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nayîne û destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo pêkanîna biryaran bidomînin. Schennach got: “Di hemû hevdîtinên xwe yên bi hikûmet û partiyan re, min di pêkanîna biryara DMME’yê de israr kiriye û ez ê vê yekê bidomînim. Lijneya wezîran jî di cîbicîkirina biryaran de israr dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar