Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...
Perşembe - 14 Kasım 2024

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Dijmin nikare li hemberî îradeya gerîla bi ser bikeve?

Gerîla li dijî her cûre êrîşên dewleta tirk bi wêrekî li ber xwe didin û ji bo azadiyê canê xwe feda dikin. Gelo kîjan dijmin dikare li hemberî îradeyeke bi vî rengî bi ser bikeve? Kîjan xayin-noker dikare vê îradeyê bişikîne.

Li çiyayên Kurdistanê şerekî gelekî giran diqewime. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şerê heqîqet û azadiyê dimeşînin. Armanca gerîla diyar e; pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî û jiyaneke azad li welatê xwe ye. Ji bo vê jî pêwîstî bi kîjan fedakariyê hebe wê dikin. Ew gerîlayên azadiyê, wekheviyê û modernîteya demokratîk in. Fedakariyeke welê dikin ku li cîhanê mînaka wê nîne. Ji bo azadiya gelê xwe dibêje, ‘Xwezî ji canê min jî zêdetir tiştek hebûya ku min karîbûya bida’. Yan jî dibêjin, ‘Li ser kêlê gora min binivîsînin deyndar ê gelê xwe ye’ û ‘Ji jiyanê gelekî hez dikir ku di oxira wê de dimir’. Bi hezaran ciwan bi van gotinan sekn û pratîkî nasnameya nû ya kesayetiya Kurd afirandin. Belê, jiyaneke wan heye. Êdî ji meşiyekî pênc hezar salî dûr dikevin. Jiyana bê wate ya ku sîstem dide wan, qebûl nakin. Jiyana wan a bi wate ji bo mirovahiyê ji nû ve vejîn e.

Ji ber vê yekê westandin û jiyaneke bi teredût ji bo wan êdî nîne. Hesabê rojan, mehan û salan nakin. Li pey wê yekê ne ku jiyaneke azad, mirovekî azad, dîrokeke azad biafirînin û bikin malê mirovahiyê. Ji bo serxistina vê yekê jî pêwîstî bi hewldan, fedakarî û wêrekiyeke mezin heye. Bêyî ku li berjewendiyên xwe bifikire, di nava serma û seqemê de, di her çar demsalê de jiyaneke welê dijîn ku kes nikare texmîn bike. Rê, çiya, çem û newalan li pey xwe dihêlin. Bi hêvî û baweriyeke mezin dijîn. Di bin her cûre êrîşan de bi wêrekî li ber xwe didin û tenê ji bo azadiyê şer dikin. Îradeyeke ji pola nîşan didin. Ev rastî careke din şênber bû. Asta ku gelê kurd îro gihîştiye bi saya Rêber Apo û şehîdên leheng ên Kurdistanê ye. Divê kes vê yekê ji bîr neke.

Bêguman ev yek ji ber xwe ve nebû, berdêlên gelekî mezin hatin dayin û ev ast hate afirandin. Bi gelek zehmetî, êş, kedeke mezin, bi berdêla ewqas can û xwînê hate afirandin. Li her kevir, teht, çepera Kurdistanê xwîn hate rijandin, li her bihostek xakê berxwedan hate kirin. Bi çekê, bombeyan, fikir, gotin, pênûs, stran, birçîbûn, serma, birîndariyê ev ast hate afirandin û bû malê gel û dîrokê. Di vir de pîrozmendî, bedewî, bawerî, coş, dilxwazî û têkoşîn heye. Jiyan ji vê derê pêl bi pêl li çar aliyên welêt belav dibe. Gelo kîjan dijmin dikare li hemberî vê îradeyê bi ser bikeve? Kîjan noker-xayin dikare vê îradeyê bişikîne? Ma hûn qet li dîroka vê têkoşînê jî nanihêrin?

Bi sedan Bêrîtan, bi sedan Zîlan, bi sedan Kemal, Hayrî, Mazlûm hatin afirandin û hîn jî têne afirandin. Ji ber vê yekê gelê Kurd gelekî bi şens e ku xwedî ewladên bi vî rengî ne.

Aavkanî Agir Tûfan – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar