Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...

Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...
Salı - 3 Aralık 2024

Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...

KJK: Em li dijî biryarên darvekirinê têkoşîna hevpar mezin bikin

KJK'ê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê ya li hemberî Werîşe Mûradî da û got, "Eger Îran dixwaze li ser piyan bimîne divê li gorî demokrasiyê tevbigere." KJK'ê bang li gelan û jinan kir ku têkoşîna li dijî zext û darvekirinê mezin bikin.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî biryara darvekirinê ya li hemberî Werîşe Mûradî hat dayin daxuyaniyek da. Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Werîşe Mûradî ku di tebaxa 2023’yan de ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve hat revandin û êşkenceyeke giran lê kirin, beriya du rojan cezayê darvekirinê hate birîn. Em vê biryara li dijî hiqûqê bi tundî red dikin. Werîşe Mûradî ji bo şermezarkirina darvekirinên li dewleta Îranê di 10’ê cotmehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Piştre jî dewleta Îranê bi rengekî nehiqûqî li dijî wê biryara darvekirinê da. Bi vê biryarê re dewleta Îranê tirsa xwe ya li pêşberî têkoşîna jinan careke din nîşan da. Rejîma Îranê ku dijminatiyê li jinan dike, bi polîtîkaya xwe ya darvekirinê re dixwaze berxwedana jinan têk bibe. Em van polîtîkayên dijminê jinan, darvekar û qedexekar ku derfetê jiyana bi hev re, aştiyane û demokrasiyê ya gelan ji holê radike, şermezar dikin.

Di demekê de ku cîhan, bi taybetî jî herêma me Rojhilata Navîn veguheriye mîna gogek ji agir, israra li ser rastiya şer bi kêrî gelan nayê. Şerê ji bo desthilatdariyê li herêma me jiyanê ser û bin dike. Di rewşeke bi vî rengî de israra li ser kiryarên antî demokratîk ên dewletan, dûrî jî aqil e. Ev rastiya hişk, sar û kor a aqlê netewe dewletê berpirsyarê van zextên li dijî jinan û gelan e. Israra li ser rastiya netewe dewletê israra li ser dewamkirina krîzên hiqûqî, demokratîk, leşkerî, aborî, siyasî û civakî ye.

Di pêvajoyekê de ku bajar têne şewitandin û hilweşandin, welat têne parçekirin, ji her temenî mirov têne qetilkirin, komkujiyên giran têne kirin, israra li ser polîtîkayên darvekirinê bi kêrî ti hêzê nayê. Rejîma Îranê bi israra li ser dijminatiya li jinê, dijminatiya li mafan û demokrasiyê nikare bigihêje ti cihî. Bi van kiryarên xwe yên li derveyî mirovahiyê re bixwaze çavên jinan, gelan bitirsîne jî divê zanibe ku wê nikaribe encamê bi dest bixe. Jin mîna duh îro jî li gel polîtîkayên dijminatiya li jinan a dewletan wê li ber xwe bidin. Di vê mijarê de tiştekî ku jin winda bikin nîne. Berevajî vê yekê, zanin ku bi berxwedanê wê karibin cîhaneke azad bi dest bixin. Lê belê desthilatdariyên serwer ên dijminatiyê li jinan dikin gelek tişt hene ku bi polîtîkayên darvekirinê û zordar ji dest bidin. Ji ber vê yekê dengê dahola şer ji bo Îranê jî di vê demê de bi xurtî tê û eger dewleta Îranê dixwaze li ser piyan bimîne divê li gorî demokrasiyê û mafên mirovan tevbigere. Zext, darvekirin, êşkence û desteserkirina maf û azadiyan Îranê xurt nake, berevajî vê yekê sedem û encama pirsgirêkên civakî hemûyan e.

Weke KJK em dibêjin, divê rejîma Îranê beriya dereng bikeve vê biryarê betal bike, girtiyên li zindana li ber xwe didin tavilê berde, guh bide daxwazên hêzên etnîkî, civakî yên mafên xwe dixwazin, naxwe wê li pêşberî têkoşîna jinan di asteke bilind de winda bike.

Bi vê wesîleyê em aktîvîsta mafên mirovan Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî ku biryara darvekirinê li hemberî wê hate dayin û hemû berxwedêrên azadiyê yên jin silav dikin. Em bang li gelan, derdorên demokratîk, hêzên jinan, kesayetên alîgirê mafên mirovan dikin ku li hemberî vê biryara dewleta Îranê ya li dijî jinan, li hemberî polîtîkayên êşkencekar û darbekar helwestê nîşan bidin û têkoşîna hevpar mezin bikin. Di serî de jinên Kurdistanî em bang li hemû rêxistinên jinan dikin ku bi çalakiyan dengê xwe bigihînin jinên li zindanan êşkenceyên giran li wan têne kirin, bi cezayê darvekirinê hewl didin wan bêdeng bikin û teslîm bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar