Ji bo fêhmkirina pêvajo û geşedanên li Rojhilata Navîn pîvaneke esasî, têkilî û bandorkirina van geşedanan ya bi Îsraîlê ve ye. Bi taybetî ji bo têkilî û sîstema navdewletî wisa ye. Her wiha ji aliyê sermayeya global ve jî ewlehiya Îsraîlê, mijareke jêneger e. Lewre hêza cihûyan a sermayê û lobiya cihûyan, dixwazin her tiştî li gorî berjewendiyên Îsraîlê araste bikin. Bêguman di meşandina vê siyasetê de taybetmendî, alî û sedemên hegemonîk û bîrdozî jî hene. Lewre her parçeyeke hêza modernîteya kapîtalîst, weke xelekên zîncîrê bi ya din ve girêdayî ye. Cewher, dendik û nûnera modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn jî Îsraîl e. Yên ku hinekî ji siyasetê fêhm bikin û bizanibin pêvajoyê bixwînin, wê vê rastiyê bibînin. Bi taybet piştî 7’ê cotmeha 2023’yan ev rastî bi awayekî dijwar hate dîtin û jiyîn. Sîstema modernîteya kapîtalîst bi nav û cismê Îsraîlê Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dike. Di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ev pêk tê. Em niha di destpêka vê pêvajoyê de ne. Sîstema cîhanî ya modernîteya kapîtalîst a ku li Rojhilata Navîn beriya 100 salî hatî avakirin, niha bingeha sedsala duyemîn dideyne. Bingeha sîstema beriya 100 salî, li ser cenazê gelê kurd hat danîn. Beriya 100 salî hevsengî, berjewendî û hegemonyaya li Rojhilata Navîn, di derdora pirsgirêka kurd de dihatin nirxandin û hûnandin.
Ceribandina bi navê Hevpeymana Sewrê, negirt. Ya Syces-Pîcot jî pêk nehat. Lê mixabin sîstema xwe disparte Hevpeymana Lozanê, 100 sal li pey xwe hişt. Niha jî tê nûjenkirin. Bingeha sedsala duyemîn bi Hevpeymanên Brahîmî hate danîn. Ev hevpeyman bi zexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û bi taybet jî weke kes, Trump hatibûn îmzekirin. Niha xurtkirin û rûniştandina wan, dîsa wê bibe para Trump… Rêber Apo di parêzname û nirxandinên cuda de vê rastiyê bi awayekî tekûz radixe berçavan. Bi taybet jî di pirtûka xwe ya bi navê Li Rojhilata Navîn Qeyrana Şaristaniyê û pirtûka bi navê Çareseriya Neteweya Demokratîk de pirsgirêkan û çareseriyên wan digire dest. Nirxandinên di van her du pirtûkan de weke rênîşanên pêvajoyê pêşxistine. Pêşdîtin û nirxandinên Rêber Apo, di van 10 salên dawî de yek bi yek têne piştrastkirin. Paldanka komara tirk (KT), modernîteya kapîtalîst bû, KT jî wê bûbûya mertal û paldanka Îsraîlê. Di esasê xwe de dewleta tirk, wê tenê di derdora Anatoliya Navîn de hebûya, beşên din wê di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de bihata parvekirin. Lê helwesta kurdan, şer û têkoşîna hevpar a bi Tevgera Kemalîst re, hişt ku Tirkiyeya îro were avakirin. Çîroka piştî wê ya înkar û tinekirinê tê zanîn…Di esnaya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Şoreşa Cotmehê/Sovyetan pêk hat, hevsengî guherîn. M. Kemal, siyaseteke hevsengiyê meşand û berê xwe dida wî alî jî. Her wiha ji bo cihûyan jî li cih û warekî guncav digeriyan. Hewildanên bi Împaratoriya Osmaniyan re encam negirtibû, di encamê de KT weke proto Îsraîl hat rojevê. Ji ber ku hebûna KT weke proto Îsraîl hat plankirin, qirkirina kurdan jî tê de çi bikira wê çavên xwe jê re bigirta. KT jî ev hevsengî û rola danê dît û li gorî wê tevgeriya.
Lê êdî rewş û cîhan diguhere…
Yekitiya Sovyetan hilweşiya. Dijberî û dijminatiya dewletên ereb ya li hemberî Îsraîl, heliya. Wê di vê sedsalê de du dewletên ereb nikaribin li hev bikin û li Îsraîlê bidin. Rêveberiyên xwe tûjomûjo bikin, wê werin kokirin.
Ev û gelek faktorên din giranî û girîngiya KT sivik dikin. Ji aliyê din ve jî dijminahiya kurdan, çavên wê yê bixwîn tarî kirin e û nahêle geşedanan rast bixwîne. Di nav dewleta tirk de “aqilmendê sereke” Ahmet Davûtoglû bû. “Kûrahiya Stratejîk” nivîsî bû. Xwendina wî ya Rojhilata Navîn, dîrok û pêşerojê, bûbû siyaseta KT. Ew jî hê Davûtoglû li ser kar bû, têk çûbû. Ji wê demê ve KT weke dêwekî kor, êrîşî derdora xwe dike, hewil dide temenê xwe dirêjtir bike…
A niha dewleta tirk xeteriya li ser xwe hinekî dibîne. Bi dibêtiyeke mezin ji nirxandinên Rêber Apo sûd werdigire. Ya ku zilamekî weke Bahçelî dike “demokrat û welatperwer”, Erdogan ji rengan derbasî rengên din dike, “nerm” dike jî ev e. Dixwazin di bahoza Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de asta zerer û ziyanê daxin jêr. Lê hest, helwest, zîhniyet û siyaseta qirker jî weke kurmên di hûndirê wan de dilîzin. Zanin ev siyaset tinebûna wan e, lê ji zîhniyetê biqerin, nikarin qaliqê xwe jî biguherînin. Girêdayî pêngav û siyasetên Îsraîlê, dixwazin tedbîrên xwe bigirin. Di vir de dibînin ku li gorî beriya 100 salî gelek tişt guherîne. kurdên qûrbanê 100 sala bûrî, ji bo her hêz û aliyê siyasetê, bûne mutefîkê muhtemel. Beriya 100 salî tiştek ji kurdan nepirsîn û welatê kurdan kirin çar parçe; îro her kes dixwaze kurdan bikişîne aliyê xwe. Her netewe û hêz, bi aliyekî xwe yê paşverû û teng tê nasîn (mînak ereb bi Îslama siyasî, fars bi şîatî, tirk bi nijadperestî), lê kurd weke çavkaniya hêz, ronî û azadiyê têne dîtin. Êdî KT nikare weke berê berdewam bike, lê bi hal û zîhniyeta heyî nikare xwe biguherîne jî. Yan wê di vê vîraja tûj a dîrokî de bi siyaseteke aştiyane ya kurdan digire ba xwe de derbas bibe, an jî wê di kendalên Rojhilata Navîn de gêndir bibe. Di Armagedonê de yên bêçare ne kurd in, KT e. Îsraîlê pêlek daye pêy xwe û diherike. Di halê heyî de KT, li hemberî siyaset, berjewendî û dizayna nû ya Rojhilata Navîn, astengiyeke esasî ye. Ji bo ku jev bela nebe û li serpiyan bimîne, pêwîstiya wê bi fikrê Rêber Apo û piştgiriya kurdan heye. Yên ku bi pişkekî sînorên welatan xêz kirin, ji tineyî dewlet ava kirin, welat parçe kirin, îro careke din rastkêş girtine destê xwe. Tişteke kurd winda bikin tine ye, lê bi demokrat û azadîxwazên ereb, tirkmen, asûrî-suryan û gelên din re, li ser esasên Neteweya Demokratîk, welat û Rojhilata Navîneke rengareng a qezenc bikin heye.