Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Perşembe - 14 Kasım 2024

Em ê rê nedin rejîma Îranê bigihêje armanca xwe

Meclisa Kongra Starê cezayê darvekirinê yê ser Werîşe Muradî hatiye birîn bi tundî şermezar kir û ev peyam da "Ji Şoreşa Rojava ber bi serhildana Şoreşa Keziyan ve em ê rê nedin rejîma desthilatdar a Îranê bigihêje armanca xwe. Ji bo wê em ê her di nava çalakî û têkoşînê de bin."

Rejîma Îranê a ku bi serhildana Jin Jiyan Aadî hejiya, hewl dide tola xwe jinên berxwedêr hilîne. rejîma Îranê jinên kurd ên bexwedêr di êşkenceyên xedar de derbas dike û dawiyê cezayê darvekirinê li wan dibire. Ji van yek jê jî endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî ye. Dadgeha Şoreşa Tehranê ya dewleta Îranê 10ˈê mijdara îsal bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li Werîşe Mûradî birî. KJAR’ê bang li çalakvan, têkoşer û jinan  kir ku “ji bo Werîşe Mûradî rabin ser piyan û rê nedin rejîma Îranê bigihe armanca xwe.

Meclisa Kongra Star a Rojava li ser banga KJAR’ê daxuyanî Meclisa Kongra Starê cezayê darvekirinê yê ser Werîşe Muradî hatiye birîn bi tundî şermezar kir û piştgirî da banga KJARˈê. Li dijî polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî jinan jî banga bilindkirina têkoşînê kir.

Kongra Star bal kişand ser tometa ku Werîşe Muradî pê hatiye dadgehekirin û  diyar kir ku “ev ceza asta dijminahî û tirsa wê ya li hemberî jinên azad, pêşketî, serhildêr û berxwedêr dide xuyakirin, dîsa jî dide xuyakirin ku rejîma çawa ketiye nava qeyraneke mezin û ji bo wê jî bi tedbîrên hiqûqa dewletparêziyê ve dixwaze xwe ewle bikin û êrişî jinan dike. ”

Di daxuyaniyê de serhildana Jinan a bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hat bibîrxistin û hate gotin “Çirûska agirê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî her ku diçe gûrtir dibe. Wek jinek pêşeng û azad di şexsê Werîşe Mûradî de bi hezaran jin bi vê çirûskê ve agirê serhildan û berxwedanê xwe digihînin şiara jin, jiyan, azad û armanca şoreşa jinê berfirehtir dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Muradî hatiye birîn polîtîkayên rejîma Îranê yên tunekirin û qirkirina  jinan îfade dike û wiha hat gotin: “Em vê biryarê dijmirovî, dij exlaqî û dij civakî dibînin û bi tu awayî qebûl nakin, ji bo wê jî hemû jinên azad, demokratîk û berxwedêr ên cihanê wê bibin dengê Werîşe Mûradî. Em weke Meclisa Kongra Star vê biryarê şermezar dikin. Ji şoreşa Rojava ber bi serhildana Şoreşa Keziyan ve em ê rê nedin rejîma desthilatdar a Îranê bigihêje armanca xwe. Ji bo wê em ê her di nava çalakî û têkoşînê de bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar