Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

PJAK: Biryara darvekirinê nîşaneya domandina şerê li dijî jinan e

Meclîsa PJAK’ê biryara darvekirina Werîşe Mûradî bi tundî şermezar kir û got,” Em vê cezayê wek lêdana derbeyekê bi taybetî li jinan, li tevahiya civakê û gelên Îranê dibîn. Derxistina her cezayeke darvekirinê tê wateya redkirina hemû daxwaz û azadîxwaziya civaka Îranê û bi taybetî ya jin û ciwanan. Lewma beşdarbûna li qadên têkoşînê erka me hemûyan e.”

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê biryara darvekirina çalakvana mafên jinan û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî (Ciwana Sine) şermezar kir û ev ceza wek êrîşek li ser tevahiya civakê û gelên Îranê bi nav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Di 10’ê mijdara 2024’an de ji aliyê desthilata dadwerî ya Îranê ve, bi biryareke dijî jin û dijî mirovahiyê, cezaya îdamê li heval Werîşe Mûradî (Ciwana Sine) hat birîn. Ev di demekê de ye ku desthilata dadwerî ya dewletê di rûniştina dosyeyê de mafê parastina azad û rewa neda heval Ciwana yê. Meclîsa PJAK’ê vê cezaya zalimane ya li ser heval Ciwana Sine bi tundî şermezar dike û vê cezayê wek lêdana derbeyekê li tevahiya civakê û gelên Îranê dibîne.

Kiryarên bêberpirsane yên sîstema komara îslamî ya Îranê cihê xemgîniyê ye. Cezaya darvekirinê çi qas li dijî mirovahiyê be, ew qas jî li dijî jinan e. Ev helwesta sîstema Îranê ya li dijî civakê û li dijî jinan îro bûye mijareke germ a cîhanê û tevî ku kampanyaya girtiyên siyasî bi dirûşmeya ‘Ji darvekirinê re na’ berdewam e, lê ew ne amade ye ku ji bo kêliyekê jî be li hember bertekên gel û bertekên navneteweyî paşve gav biavêje û dest ji van kiryaran berde. Bi vê dijberiya jinan û biryara darvekirinê, bi aşkere ragihandiye ku bi israr naxwaze dengê xelkê û gelan bibihîze, di heman demê de ev rêya ku daye ber xwe wê ber bi kendal û tunebûnê dibe.

Derxistina biryara îdamê ji bo heval Ciwana Sine şerê desthilatê ye li dijî civaka sivîl û gelan û bêguman dê encamên wê yên giran hebin, ji ber ku zerarên wê yên wêranker wê hemû civakê bigirin. Lewma ji aliyê gelan û tevahiya civakê ve ev kiryar û helwest û siyaset nayê qebûlkirin. Gelên Îranê di vî warî de û di qonaxa niha de gelek caran dengê xwe yê edaletxwaziyê gihandine cîhanê. Derxistina biryara darvekirinê ji bo girtiyên siyasî, ew yek teqez kiriye ku sîstema Îranê her tim li ser tolhildana ji şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê difikire û ev yek di nav karên xwe de kiriye karê pêşîn.

Bêguman ew peyama li pişt biryara darvekirinê ya ji bo heval Ciwana ew e ku ev desthilat bi israr naxwaze dest ji helwesta xwe ya li dijî kurdan berde û naxwaze pirsgirêka kurd bi rêyeke ji bilî qirkirina çandî, darvekirin û çewisandinê çareser bike. Lewma xwe ji her cure çareseriyeke demokratîk dide alî. Bêguman encamên kûr û dijwar ên vê rêya nedemokratîk û nemirovane dê derbeke giran li stûnên sîstemê bidin ku bi zorê hatine avakirin. Lewma divê bizane ku civak ne diyardeyeke wisa ye ku bi hêsanî bi van reftaran çavtirsandî dibe û xwe teslîm dike. Ew şoreşa ku civaka Îranê bi îradeyeke xurt hewl dide pêk bîne û daxwaza azadiyê dike, ne ew qas biçûk e ku bi van reftaran were tepisandin. Ji ber vê yekê rewşa siyasî ya niha li Îranê rewşeke gelek hestyar e û her kesî dixe metirsiyê. Ji ber vê yekê parastina vê cîhana desthilatxwaz a ku li rêyên çewisandin û sepandina îdamê difikire, dê ji bo komara îslamî ya Îranê zehmet be, ji ber ku ya ku li hemberî wê ye, civak e.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di gel şermezarkirina kiryarên rejîmê, bang li hemû civaka azadîxwaz, demokratîkxwaz, jin û ciwanan dike ku wekî her dem bi helwesta xwe ya têkoşer li dijî cezaya darvekirinê helwesteke zelal bigirin. Tu guman tê de nîn e ku kampanyayên navneteweyî û bertekên pratîkî yên saziyên mafên mirovan û hewlên civaka Îranê ji bo rizgarbûna ji her cure zilmê û bidestxistina azadiyê, vê helwestê xurttir dike. Em wek PJAK piştgiriyê didin hemû kampanyayên ku heta niha li dijî qanûn û cezayên darvekirinê hatine organîzekirin û her wiha em piştgiriya hewlên hemû jin û ciwan û civakê yên ji bo azadiya heval Ciwana dikin û helwesta me di vî warî de zelal e. Derxistina her cezayeke darvekirinê tê wateya redkirina hemû daxwaz û azadîxwaziya civaka Îranê û bi taybetî ya jin û ciwanan. Lewma beşdarbûna li qadên têkoşînê erka me hemûyan e û pêwîst e qadên têkoşînê bi çalakiyên berdewam û rojane yên çalakvan û tevahiya civakê bicoştir bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar