PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Werin em bi berxwedana xwe destê Rêber Apo xurt bikin’

Berdevkê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Swîsreyê Nejdet Atalay diyar kir ku meş û mîtînga 16'ê mijdarê ya li Kolnê pêk were ji bo paşeroja gelê kurd girîng e û got, "Bi tevlîbûna bi sed hezaran, bi milyonan em ê li Kolnê bersivê bidin silava Serok Apo. Em li Kolnê çiqasî xurt bin, em ê hingî destê Serok Apo hîn xurtir bikin."

Gelê kurd û dostên di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 nvendên cîhanê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiyê ya cîhanî di qomaxa duyemîn de didome. Di çarçoveya pêngavê de roja 16’ê mehê li bajarê Kolnê ya Almanyayê meş û mîtîngeke dîrokî bê li darxistin. Berdevkê Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Swîsreyê Nejdet Atalay li ser girîngiya meş û mîtînga 16’ê mijdarê ya li Kolnê pêk were axivî.

Siyasetmedarê kurd Nejdet Atalay anî ziman ku ew hemû karên xwe yên heta 16’ê mijdarê ji bo tevlîbûneke xurt a li vê meşê derbas dikin û got, “Di wê baweriyê de me ku em ê bi ser bikevin. Gelê kurd mafdar e û wê vê têkoşîna xwe ya mafdar dawiya dawî bi ser bixîne, bi ser bikeve. Em zanin; berdêla vê têkoşînê giran e, lê belê em mafdar in, çavê me ne li malê kesî ye. Em ya xwe, ya ku ji me hatiye standin dixwazin. Em dixwazin bi ziman, çand û nirxên xwe li welatê xwe bi rengekî azad bijîn.”

Nejdet Atalay anî ziman ku li Swîsreyê ew civînên gel pêk tînin, serdana malan dikin, hevdîtinê bi saziyên dost re dikin û got, “Belavokên ji bo bangawaziya tevlîbûna li meşa 16’ê Mijdarê li hemû qutiyên postayê têne bicihkirin. Her wiha ji bo mirov bi rengekî girseyî bigihêjin Kolnê wesayit têne amadekirin. Ji bo gelê xwe bigihînin Kolnê em yek bi yek danûstandinê dikin. Bendewariya me ew e ku mirovên me li gel dost û malbata xwe li gorî derfetên xwe bên Kolnê. Eger derfetên xwe nebin, hingî li Navendên Civaka Kurd ên li Swîsreyê wê otobus bi rê bikevin. Em hewl didin vebêjin ku pêvajoya heyî ji bo kurdan gelekî hêja, hesas û diyarkirina çarenûsê ye. Li gorî me divê her kesayetekî Kurd bi berpirsyarî rabe. Lewma em hewl didin vebêjin ku meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê çiqasî stratejîk e. Mirovên me jî bi rengekî erênî bersivê didin. Gelê kurd gelê herî dînamîk, rêxistinbûyî û bi tevger e. Lewma gelê me li gel her tiştî jî wê di 16’ê mijdarê de li Kolnê be û em li benda her kesî ne ku berê xwe bidin Kolnê. Em di wê baweriyê de ne ku ji Swîsreyê wê tevlîbûneke mezin ji bo meşa li Kolnê pêk were.”

Atalay destnîşan kir ku tevlîbûna xurt a li meşa li Kolnê wê destê Rêber Apo hîn xurt bike û got, “Civaka kurd, rêxistinên kurd û siyaseta kurd demeke dirêj e dibêje, muxatabê pirsgirêka kurd û muzakerevanê sereke Serok Apo ye. Di demekê de ku nîqaşên dema dawî hene, tevlîbûna li meşa 16’ê mijdarê ya li Kolnê hîn bêhtir girîng e. Em li pişt Serok Apo ne, Serok Apo muzakarevanê me yê sereke ye. Ji bo xurtkirina destê Serok Apo divê em li Kolnê helwesta xwe nîşan bidin. Peyama Serok Apo ji bo me gelekî girîng e. Serok Apo got, ‘tecrîd dewam dike’. Bi vê gotinê bang li me kir ku têkoşînê dewam bikin. Bİ gotina ‘Hêza min a teorîk û pratîkî heye’ peyam da muxatabên xwe. Peyama xwe ya sêyemîn jî silavên wî bû. Spasiya her kesî kir ku heta niha ked dan û têkoşiyan. Divê ev yek li ber çavan bê girtin û em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku tevlî meşa li Kolnê bibe. Bi tevlîbûna bi sed hezaran, bi milyonan em ê li Kolnê bersivê bidin silava Serok Apo. Em li Kolnê çiqasî xurt bin, em ê hingî destê Serok Apo hîn xurtir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar