Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan pêk tên. Yanî ne tiştekî nû ye. Rayedarên dewletê ji bo ku hin tiştan bi Rêber Apo bidin qebûlkirin van hevdîtinan dikin, lê Rêber Apo jî bi salan berxwedana wê dimeşîne. Dibe ku dehê caran an jî sedê caran hevdîtin çêbûne, lê tenê em bi çend heban hesiyane. Ew jî hevdîtinên navbera salên 2013 û 2015’an. Hevdîtin û peyamên wê demê gelek tiştan nîşanî me dide. Ji bo vê yekê jî divê em li wan hevdîtinan binêrin û îro fêm bikin. Mesela îro gelek kes radibin û dibêjin di navbera Rêber Apo û PKK’ê de nakokî hene. Wekî din tînin ziman ku Rêber Apo dixwaze, lê PKK naxwaze çekan deyne. Welhasil bi vî rengî gelek gotegot hene û di esasê xwe de ev encama şerekî taybet e. Li ser hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re naverokek aşkere xuya nake. Lê çend gotinên ku Omer Ocalan parve kirin her tiştî tîne ziman. Rêber Apo dibêje ku tecrîd dewam dike û ev peyameke ji kurdan re ye. Ji dewletê re jî dibêje derdekî te yê çareseriyê hebe keremke!
Lê divê em ji bîr nekin ku Rêber Apo ti carî qala çekdanînê nekiriye. Meseleya esasî û girîng jî ev der e. Rêber Apo di hevdîtinên 2013-2015’an de jî ti carî qala çekdanînê nekir. Di peyama xwe ya Newroza 2013’an a Amedê de jî heman tişt anî ziman. Wî digot; şerê me û yê dewleta tirk bi dawî dibe. Niha jî heman tiştî dibêje. Rêber Apo tîne ziman ku ew amade ye rewşa şer derbasî zemîneke siyasî û hiqûqî bike. Yanî nabêje ku em ê çekan deynin. Ev nîqaş gelek caran hatiye kirin û di encamê de hatiye gotin ku ev gel bêparastin nabe. Eger PKK çekan deyne, wê kî kurdan biparêze?
10 sal berê DAIŞ’ê êrişî Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobanê kir. Wê demê eger Kurd bêçek bûna wê encam çawa bûya gelo ? Me ev yek li Şengalê dît. Şengala bê parastin ji DAIŞ’ê re berdan û civaka êzidî di qirkirinê re derbas kirin. Heman talûke hê jî heye û bi dawî nebûye. Rojhilata navîn dikele û di nava şerekî de ye. Di vî şerê sêyemîn ê cîhanê de wê Kurd çawa bêparastin bin. An jî wê kî kurdan biparêze ? Jixwe dema ku PKK’ê rahişt çekan jî, ne ji bo şer bû. Ji bo xweparastinê bû. Niha jî heman tişt e. Eger hevdîtinek an jî muzakereyek bi dewleta tirk re hebe û şert û merc werin qebûlkirin, PKK dikare bêje ku ez ê li dijî te şer nekim. Lê ti kes danîna çekan qebûl nake. Eger ku Rojhilata Navîn di nava aramiyê de bûya tiştekî din bû. Lê rewşa heyî û aloziya rojhilata navîn tiştekî din nîşanî me dide. Lewma yên dixwazin Îmraliyê û peyamên ji Îmraliyê fêm bikin divê baş bifikirin û li nirxandinên Rêber Apo yên salên 2013-2015’an binêrin. Wê demê Rêber Apo çi gotibe dîsa li ser gotina xwe ye. Rêber Apo di hevdîtina dawî ya bi parêzeran re jî gotibû; eger dewlet bixwaze ew dikare di hefteyekê de vî şerî bi dawî bike. Niha jî heman rewş heye. Eger derdekî dewletê yê çareseriyê hebe navnîşan diyar e.