Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...
Cuma - 15 Kasım 2024

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

Weqfa Jin a Mexmûrê hêza aborî û rêxistinkirinê dide jinan

Rêvebera Weqfa Jin a Wargeha Mexmûrê Zeyneb Efe diyar kir ku tevî êrîş, rêgirî û ambargoya dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê pêk tîne jî ew ji bo jinên wargehê derfetên kar diafirînin û wiha axivî: “Wek weqf îsal projeyek hat avakirin û di encama vê projeyê de îsal 170 jin fêrî dûritîna cil û bergan bûn û em hewl didin hin zêdetir jinan perwerde bikin.”

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di salên 90’î de gundên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin valakirin, neçarî koçberiyê hatin kirin û koçî başûrê Kurdistanê bûn. Gelê wargehê di vê rêwîtiya penaberiyê de heft wargeh guhertin û herî dawî li Wargeha Mexmûrê bi cih bûn. Jinên ku divê rêwîtiya penaberiyê de gelek zor û zehmetî kişandin, xwe û civaka xwe li dijî hemû êrişan di hemû qadên jiyanê de birêxistin kirin.

Yek jî qadên ku jin bi ked û destên xwe avakirin Weqfa Jinê ye. Weqfa Jin a Wargeha Mexmûr di sala 2002’yan de bi armanca birêxistinkirin û perwerdekirina jin, ciwan û zarokên wargehê hat avakirin, ji sala hatiye avakirin heta niha ji bo jinan derfetên kar pêş dixe. Di bin sîwana Weqfa Jin de beşên wek dibistana dayikê, dirûnxane, çand, atolyeyên karên dest û wêne cih digirin. Weqfa Jin bi salane tevî êrîş, rêgirî û ambargoya dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê, di nava bêderfetî û zor û zehmetiyan de kar û xebatên xwe didomîne û ji bo jinên wargehê derfetên kar diafirîne û dibe hêza rêxistinbûnê.

Rêvebera Weqfa Jinê Zeyneb Efe der barê armanc, kar û xebat û projeyên nû yên weqfê axivî. Zeyneb Efe, di destpêka axaftina xwe de behsa armanc û kar û xebatên wargehê kir û wiha axivî: “Weqfa Jin di sala 2002’an de bi armanca perwerdekirina jin, ciwan û zarokên wargehê hate avakirin. Di bin siwana weqfê de 5 dibistanên dayikê hatiye avakirin. Zarokên di temenên navbera 5 û 6 salî de ji bo amadekirina dibistana seretayî tên perwerde kirin. Perwerdeya zaroka pir giring e. Her wiha ji bo perwerdekirina jinan jî dûrinxaneyek hatiye avakirin. Jin û jinên ciwan ên wargehê di vê dûrinxaneyê de fêrî dûritinê dibin. Armanca avakirina dûrinxaneyê jî rêxistinkirin jinan û ji bo wan avakirina derfetên aboriyê ye. Wek weqf îsal projeyek hat avakirin û di encama vê projeyê de îsal 170 jin fêrî dûritîna cil û bergan bûn û em hewl didin hin zêdetir jinan perwerde bikin. Di heman demê de ji bo jinên ciwan di bin sîwana weqfa jinan de atolyeyek wênexêzkirinê heye û bi vî awayî jinên ciwan di xêzkirina wêneyê de xwe pêş dixin.”

Rêveber Zeyneb Efe, di berdevamiya axaftina xwe de balkişan li ser êriş û rêgiriya dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê û wiha got: “Êrîşên ji sala 2017’an vir ve yên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser wargehê bandorek mezin li ser zarokên wargehê dike. Ji aliyê derûnî ve zarok pir bandor dibin. Piştî êrîşên dawî zarok di hatina dibistanê de gumanan dijîn û xwe di nava ewlehiyê de hîs nakin.”

Zeyneb Efe wiha behsa zor û zehmetiyên dijîn kir û got: “Sala 2014’an beriya êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê, ji aliyê welatparêzên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî ve ji bo dibistanên dayikê û weqfa jin alîkarî dihat dayîn. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û rêgiriya PDK’ê ya sala 2019’an vir ve bandorek zêde li ser me kir. Ji ber ku em wek weqf di nava bêderfetiyên mezin de kar û xebatên xwe didomînin. Me gelek caran serlêdan kir û lê ji ber rêgiriya heyî alîkarî nayên pêkanîn. Her wiha gelek projeyên me jî nîvço man. Gelek kesên alîkarixwaz ên dixwazin werin serlêdana me bikin, ji ber astengkirina PDK’ê nekarîn werin wargehê. Wek dibistanên dayikê gelek pêwîstiyên me hene. Nehatina Neteweyên Yekbûyî û nedana alîkariyan bandorek mezin li kar û xebatên me dike.”

Di domandina axaftina xwe de Zeyneb Efe diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî erk û berpirsyartiya xwe ya li beramberî wargeha Mexmûrê pêknayne û got: “Têvî ku wargeha Mexmûr di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de jî Neteweyên Yekbûyî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û erk û berpirsyartiya xwe ya li beramberî wargehê pêknayne. Gelek welatparêz hewildan alîkarî bikin, lê rêgîriya hêyî astengî pêktîne. Me ji bo avakirina dibistanek nû ya zarokan projeyek da destpêkirin û ev proje bi alîkariya kesên û malbatên dilxwaz û şaredariya welatek pêkhat û me dibistan ava kir. Her wiha me proja mîrîşkan daye destpêkirin û kar û xebatên wê didomînin.”

Zeyneb Efe bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li jin û jinên ciwan dikin ku derfetên di destê xwe de bikarbînin û di saziyên ku derfetên didin wan de cih bigirin. Hewl bidin xwe birêxistin û perwerde bikin, pêşbixin û li ser lingên xwe biseknîn.Divê jin û jinên ciwan li beranberî zor û zehmetiyan têbikoşîn û di bin bandora kesek din de nemînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar