Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...
Cumartesi - 16 Kasım 2024

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

Pêwîste sosyalîst bi tevgera kurd re tifaqa daîmî çêbikin

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê Hakan Ozturk diyar kir ku dewleta tirk a dagir weke pirsgirêka kurd çareserbike xwe dide xuyakirin û axivî: “Bi qeyûman niyeta xwe nîşan da. Li hemberî vê divê tevgera kurd û sosyalîstan de têkilî û saziyên îtifaqî yên daîmî bên avakirin. Ya ku wê îro û pêşerojê azad bike ev e.”

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hewl didin rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê bi qeyûman dagir bikin. Desthilata faşîst piştî Şaredariya Colemêrgê, di 31’ê Cotmehê de şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê, di 4’ê Mijdarê de jî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, şaredariyên Elîh û Xelfetiyê destser kir. Gel li hemberî destserkirina vînê li ber xwe didin.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê Hakan Ozturk li ser desteserkirina vîna gel û nîqaşên demên dawî de tên kirin de axivî. Ozturk diyar kir ku desthilatdarî her çiqas naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike jî êdî çareserî hatiye ber derî û wiha got: “Desthilat dixwaze xwe weke ku wê pirsgirêkê çareser bike bide xuyakirin. Dibe ku tişta ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dike ev be. Her çend aliyên wê yên nayên qebûlkirin hebin jî, Devlet Bahçelî weke baskê desthilatdaran xwe mecbûr dibîne ku vê pêşniyarê bike. Dikare bê gotin ku ew vê yekê weke mijareka berfirehtir a ‘hebûnê’ dibîne. Lê belê, baskê duyemîn ê desthilatdariyê ne di wê merheleyê de ye ku rewşê weke pirsgirêkeke wisa berfireh a ‘hebûnê’ bibîne û li gorî wê tevbigere. Bi îhtimaleke mezin, sepana qeyûman rêgeza baskê duyemîn e. Pirsgirêka kurd di çi rewşê de be bila bibe, desthilatdarî qeyûman weke serweriyê û bidestxistina hêzê digire dest. Wer xuyaye ku wê vê yekê bidomîne.”

Ozturk ê ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina yên li Kurdistanê bû, anî ziman ku wî li Merdîn, Elîh û Xelfetiyê hêrsa gel dîtiye û wiha domand: “Deshilatdarî bi polîtîkaya qeyûman demokrasiyê binpê kir. Ev berdewamiya nenaskirina qanûn, hiqûq û Destûra Bingehîn e. Cihên ku rêveberiya xwecihî hatine desteserkirin, gel siyaseta zordar a desthilatdariyê baş nas dike. Bi dehan sal in li hemberî vê zordariyê têkoşîna rûmet û demokrasiyê dimeşîne. Gel li hemberî destserkirinê bi israr li ber xwe dide û şermear dike. Parastina şaredariyên gel erka me hemûyan e.”

Ozturk da zanîn ku divê sosyalîstên tirk li hemberî qeyûman li gel kurdan cihê xwe bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê parastina gelan û parastina diyarkirina çarenûsa neteweyan hebe. Li welatê me du pirsgirêkên mezin hene: Yek pirsgirêka çînan û ya din jî pirsgirêka kurd e. Divê sosyalîst vê yekê bi awayekî aşkere bibêjin. Erka sosyalîstan a li hemberî qeyûman di parastina gelê kurd de derbas dibe. Ji bo birêxistinkirina têkoşîneke demdirêj û komkirina hêzê divê di navbera tevgera kurd û sosyalîstan de têkilî û saziyên îtifaqî yên daîmî bên avakirin. Ya ku wê îro û pêşerojê azad bike ev e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar