Jinên cîhanê amadekariya ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê dakevin qadan dikin. Yek ji navendên ku amadekarî lê didomin Stenbol e. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Aygul Sîncar ku di 7’ê mijdarê de danezana 25’ê Mijdarê aşkere kir û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulsen Erdogan bang li hemû jinan kir ku di 25 Mijdarê de bicivin.
Aygul Sîncar diyar kir ku tundiya li ser jinê xwedî dîrokeke kûr e û got: “Di rastiyê de zîhniyeta dîktatorî û zîhniyeta serdest a mêr destkeftiyên jinan ên bi sedsalan her tim paşguh kirine. Li Tirkiyeyê jî jin her roj rastî tundiyê tên. Em nikarin tundiya li ser jinê tenê bi fizîkî çareser bikin. Jin ji gelek aliyan ve rastî tundiyê tên.Tundiya fizîkî, zayendî û derûnî ji aliyê zîhniyeta faşîst a ji aliyê pergala serdest a mêr ve hatiye afirandin li hemû qadên jiyanê belav bûye. Li welêt roj bi roj qetlîamên jinan zêde dibin. Lê em dibînin ku dewlet ji bo qirkirina jinekê tu gavan navêje.”
Aygul Sîncar anî ziman ku pêdiviya civakê bi guhertin û veguhertinê heye û got: “Ji bo rakirina tundiyê û avakirina civakeke demokratîk pêwîst e hemû jin bi hev re bin. Armanca me ew e ku paradîgmaya xwe demokratîk, ekolojîk û’ azadîxwqziya jinê li hemû cîhanê belav bikin. Em ê jineke ku paradîgmaya me negihêje wê nehêlin. Azadiya jinê tê wateya azadiya civakê. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”
Aktivîsta TJA’yê Gulsen Erdoganê jî diyar kir ku ji ber şerê ku li Rojhilata Navînê kûr dibe ya herî zêde zirarê dibîne jin in û wiha dewam kir: “Di êrişa Îsraîlê ya li ser Filistînê de bi sedan jin û zarok hatin qetilkirin. Li aliyê din li Îranê jinên ji bo azadiyê têdikoşin di bin zexta rejîma mola de ne. Em dizanin DAIŞ çawa jinên êzdî qetil kir. Têkoşîna me ew e ku em bibin dengê jinên bindest û hatine qetilkirin. Erka me ye ku em bi jinan re li her derê li dijî pergala baviksalarî têbikoşin heye. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo xurtkirina têkoşînê li qadan bin. Li dijî tundiya mêr-dewletê em ê li her qadê dirûşmeya xwe ya ‘Jin, jiyan, azadî’ biqîrin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo cîhanek bê tundî û îstîsmar bixebitin. Wekî aktîvîstên TJA’yê, em armanc dikin ku bi her jinê re têkiliyê deynin.”