Endama KJAR’ê Werîşe Muradî ya ku li Girtîgeha Evînê ya li Îranê tê ragirtin, ji ber êşkenceyên lê hatine kirin bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû ye. Hat zanîn ku bi gotina “derketina wê ya ji girtîgehê qedexe ye” sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.
Werîşe Muradî li girtîgehê zextan re rû bi rû tê hiştin. Hat ragihandin ku piştî cezayê darvekirinê ya lê hatî birîn, di serî de mafê tenduristiyê, ji ti mafan sûd wernagire.
Rêveberiya Girtîgehê diyar kiribû ku ew ê bi şertê ku ew bi xwe mesrefên nexweşxaneyê bide, wê destûrê bidin sewqa Werîşe Muradî. Lê belê, piştî cezayê darvekirinê ev biryar bi cih neanîn.