Îro li pêşiya şoreşa Kurdistanê du mîrateyên dîrokî hene. Ya yekemîn, dîroka berxwedanê ya gelê kurd e ku di dîrokê de di şert û mercên dewlemend ên çanda mirovahiyê de, di encama têkoşîna li dijî serweriya biyanî, dijî çînên serwer û dijî xwezayê de bi şiklê ‘merdî û merxasiya kurdan’ çêbûye; ya duyemîn jî, dîroka çînên hakime ku li ser esasê zilm û zora li ser gel, xizmetkarî û koletiya ji serweriya biyanî re çêbûye; îro weke oportunîstî, tirsonekî, sextekarî, îxaneta neteweyî û weke pîsatiya mirov a ji hem û nirxên xwe yên mirovatî û welatparêziyê dûrketî û bûye fosîl derdikeve pêşberî me.
Em, bi misogerî ji van her du dîrokan re nêzîkatiyên cuda dikin. Eger em çiqas li dîroka gel xwedî derkevin û bikin bingeha têkoşîna xwe ya şoreşgerî, em dîroka çînên serwer jî ji vê dîrokê ewqas vediqetînin û lanetê lê tînin.
Her çendî bi serxwebûnê bi encam nebûyîbe jî, berxwedana gelan ji heybeta xwe tiştekî wenda nake. Eger îro mirovahî bi pêşengiya sosyalîzmê ber bi civaka bêçîn ve diçe, di vê de, rola berxwedanên gelan ên bêhejmar ku di dîrokê de navên wan jî derbas nabin mezin e.
Gelê kurd jî, wekî gelên din, kêm li ber xwe neda. Di seranserê dîroka civaka çîndar de, li dijî talan, dagirkerî û nijadkujiya ku pir kêm gel pêre rû bi rû mane berxwedanên mezin li dar xist. Heta ji xwe re herêmên çîyayî yên bilind kirin war jî, ji bo isbata vê rastiyê mînakek ku têrê dike ye. Eşîr û çiyayên xwe, ‘di berdêla ku ji şaristaniyê bêpar bimînin de’ û heya duh li dijî hegomonyayên biyanî serxwebûna xwe parastin.
Her çendî li ber pêşketina siyasî û civakî hatibe rewşeke bûn asteng jî, girêdayîbûna bi malbatê re û ji bo namûsa wê, mirin bi tiştekî nehesibandin, awayekî ji rê derketî yê vê hesta berxwedan û jiyana azad a gelerî ye. Tu dibêjî qey ji biyanîbûna li keda xwe, ji biyanîbûna li mirovahiya xwe, ji biyanîbûna li welatê xwe tolê vedike; dixwaze bi rêbazeke paşver û li malbatê xwedî derbikeve û serxwebûna xwe biparêze. Ev, di heman demê de drama gelê kurd e. Eger, kurd vê hesta serxwebûnê ya hatiye berevajîkirin ji nû ve bi ked û welatê xwe, bi mirovahiyê ve girêbide ti dozên ku têde nikaribe bi ser bikeve nîne.
Xwîna ku gelê kurd li dijî dagirkerî, talan û mêtingeriya civakên koledar, feodal û kapîtalîst rijandiye, pir kêm gelan rijandiye. Ji bo mînak, hin berxwedanên mezin ên ku di du sed salên dawî de çêbûne ev in; 1831-36 Rewanduz, 1842-48 Bedirxan Beg, 1856 Yêzdan Şêr, 1879 Bedirxanî, 1881 Ubeydullah, 1919 Koçgîrî, 1925 Palu-Genç-Xanî, 1930 Agirî, 1930 Simko, 1938 Dêrsim û hwd. ev berxwedan nîşan didin ku gelê me di oxira azadiya xwe de pir xwîn rijandiye û xepiskirina vê azadiyê jî hema wiha bi hêsanî danequrtandiye.
Li pêşberî rêxistinbûnên dewletê yên bi şiklê împaratoriyan, gelê kurd bi rêxistinbûnên eşîrî ku parçe parçe bûye û di navbera xwe de jî nekariye bibe yek, nedikarî ku bi ser bikeve. Ya din jî wexta ku li ser vê, îxaneta timî ya feodal û reîsên eşîran tê zêdekirin, nikare ku gelê kurd were sûcdarkirin da ku ‘çima ev berxwedan bi ser neketine’. Eger gelê kurd nekariye serxwebûna ku hin gelan bi rijandina kêm xwînê qezenc kiriye bi dest bixe, ji vê ew encam dernakeve ku gelê kurd kêm li ber xwe daye an jî kêm xwîn rijandiye; berevajî, encameke wiha derdikeve ku, dijminên wî pir bihêz in û çînên hakimên wî jî, xizmetkarî û ruhê koletiyê ji xwe re kirine hunerekî.
Lê îro ev gel, weke kadavrayekê li meydanê ye. Em, ji vê şerm dikin. Dîsa, ji ber ku ev dijminên gel, vî welatî gel, weke milkê xwe yê şexsî bi kar tînin û li beranberê vê em jî sekneke ‘bêçare’ nîşan didin, ev hesta me ya şermê sed qatî hê zêdetir dibe. Ev hem û kêrî çi tên? Kêr tên da ku em kîna xwe zêde bikin û li ser esasê dîroka berxwedana gelê xwe û bi rêberiya sosyalîzma zanistî, riya rizgariyê ya rastîn ji bo xwe diyar bikin.