25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi peşengiya gerîlayên YJA Star, YPJ, YJŞ û HPJ’ê li dijî pergala mêr berxwedaneke bûhempa tê meşandin. Jinên azad bi paradîgmaya Rêber Apo xwe bi hêz kirine û pêşengiya jiyana azad dikin. Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî pirsên ANF’ê bersivand.
Niha ji sedî 40’ê kesên ku li herêmên şer jiyana xwe ji dest didin, jin in. Di raporan de hate dîtin ku di şer de êrîşên zayendî li gorî sala berê ji sedî 50 zêde bûne û li welatên ji şer bandor bûne, her roj 500 jin û zarokên keç ji ber komplîkasyonên têkildarî ducanî û zayînê jiyana xwe ji dest didin. Di dema şer de qanûnên navneteweyî yên ji bo parastina jin û zarokan hatine derxistin, tune tên hesibandin. Hûn vê pêvajoya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn, encamên wê yên di asta qirkirina jinê de, çawa dinirxînin?
Bi wesîleya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, ez jinên rû bi rûyê tundiyê mane û jiyana xwe ji dest dane, di şexsê Xwişkên Mîrabel de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Tundî ji ber ku bi pêşketina zihniyeta desthilatdariya mêr re veguheriye çekekê, pir tê karanîn. Ji tundiya rûtîn û kevneşop a rewakirî heta bi tundiya bi polîtîkayên zayendîperest hatiye nixumandin, ji tundiya şexsî ya ji çanda destavêtinê heta bi cûreyên tudniyê yên desthilatdariyê yên sazîbûyî, rastiyeke tundiyê heye ku li her qada jiyanê bi destê desthilatdariyê tê birêxistinkirin.
Şer ji ber ku rewşa kaotîk a sîstemê îfade dike, rûyê bêmaske yê desthilatdariyê nîşan dide û bi hinceta pirsgirêka bekayê sînorên navborî jî ji holê tên rakirin, helbet asta dijwariya tundiyê jî qat bi qat zêde dibe û zirarên wê jî zêde dibin. Qanûnên navneteweyî weke encama têoşînên rewa yên tên meşandin, dewletan di mijarên eleqeder de tîne rewşa ku sînor diyar bike. Bi îfadeya wê ya qanûnî re, ji encamê û wir ve ew qanûn di çarçoveya sazîbûna desthilatdariyê de, di xizmeta wê de û di sînorên ji aliyê wê ve hatine erêkirin de, dikeve meriyetê. Lewma bi nêzîkatiyên standartên cot re yan jî di rewşên mîna şer de, di rewşên ku ti kes ti berpirsyarî negirtî yan jî ne xwedî derfetên veşartina berpirsyariya xwe de, di destpêka berjewendiyan de bêbandor dimîne. Ji vî alî ve bi taybetî di pêvajoyên şer de tundî herî zêde berê xwe dide kesên bêparastin. Ev yek ne mirovî lê di hesabên berjewendiyê de weke rewşa xwezayî tê qebûlkirin.
Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ji şerên cîhanê yên din cuda, hem pêvajoyeke berfireh digire nava xwe, hem jî bi şêwazên şer a piralî re, rê li ber hilweşînên hîn berfirehtir vedike. Lê belê ji ber ku bi rê û rêbazên cuda tê meşandin, texrîbatên wê bi rengekî ku hîn kêmtir bên dîtin tê domandin. Hilweşîna hemû şerên ji derveyî şerên xweparastinê tên meşandin, herî zêde jin û civakê hedef digire û bi vî rengî tê domandin. Di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de hem ji aliyê hilweşînên ku bi êrîşên leşkerî yên hêzên bi fiilî şer dimeşînin, hem jî ji aliyê pêş neketina muxalefeta civakî ve rizîbûn û belavbûn, argumanên zayendperest, netewperest û olperest pir di dewrê de tên girtin û li ser civakîbûna tundiyê texrîbatên mezin mijara gotinê ne. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn ku şer lê dijwar dibe, bi êrîşên dewletên herêmî, hêzên navneteweyî, rêxistinên çeteyan ên mîna DAIŞ, El Nusra, Sultan Murat û hwd re derfetê jiyanê tê tunekirin û mirov tên çewisandin, kuştin û ev yek jî tê rewakirin.
Pêvajoya ku weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn tê binavkirin, heta pêvajoya Şerê Kendavê ya 1991’an diçe, amadekarî û gavên wê yên destpêkê ne. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me hatî pêşxistin û bûyerên 11’ê Îlonê kirin hincet û mudaxileya leşkerî li Efganistan û Iraqê hate kirin.Pêvajoya Bihara Ereban, hilweşîna DAÎŞ’ê, avakirina koalîsyona hêzên navneteweyî ya li herêmê, şerê Sûriyeyê, êrîşên bênavber ên li hemberî Tevgera me, şerê Ukrayna-Rusya, êrîşa Azerbaycan a Qerebaxê û şerên li dijî Ermenistanê, şerên Îsraîl-Hamas û hemû geşedanên ku şerên di asta lokal de digirin nava xwe, di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ne. Şer hîn zêdetir tê kûrkirin û qadên niştecihiyê tên bombebarankirin û êdî mirov nikarin lê bijîn. Mirina sivîlan weke zaiyeta şer tê normalîzekirin, bi polîtîkaya xizanî û koçkirinê nirxên civakî tên xirakirin. Bi şerê taybet re jin tên metakirin û sektora fûhûşê berfireh dibe. Bi argumanên olperest zext li jinê tê kirin, cînayetên jinan zêde dibin û li qadên dagirkirî her cure talan tê normalîzekirin. Gelek pêkanînên dewletan ên di çarçoveya sûcê şer de, di hevkariya berjewendiyan de dibe pêkanînên rojane. Her wiha gelek mînakên bi vî rengî nîşan didin ku tam polîtîkayeke qirkirinê di dewrê de ye.
Sedsala 21’an dibe namzetê sedsala jinê. Yanî Pirsgirêka zayendî çareseriya xwe ferz dike û jin dînamîkek têkoşînê ya xurt ava dikin. Ev yek berê sîstema desthilat dide polîtîkayên marjînalîzekirina hêza jinan û bi amûrên tundî û zextê civakbûna wê belav bike. Di herî esas de qesta jiyana wê dike û hewl dide jinan biçewisîne û bitirsîne. Ji bo tepisandina hêza berxwedanê, jin tên krîmînalîzekirin, tên girtin û êşkence li wan tê kirin. Ev yek di eniya paş a dewletê de weke polîtîkayekê tê pêşxistin û hewl tê dayîn ku îrade bê şikandin. Tabloya li Tirkiyeyê, aşkere ye. Dîsa li Îranê piştî serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ qasî jinên hatine qetilkirin, hejmara jinên hatine girtin û cezayê îdamê li wan hatiye birîn pir zêde ye. Ukrayna-Rusya, rêveberên çeteyan şerê ku pêdiviya NATO’yê pê heye didomînin. Di encama vê yekê de jinên Ukraynayî bûne cewherê sektora fûhûş û hêza karê sivik a Ewropayê. Di bin navê rêxistinên civakî yên sivîl de, saziyên têkildarî rêxistinên îstixbaratê yên navneteweyî li Iraq û Sûriyeyê têkildarî revandina jinan û teşwîqkirina koçberiyê, rol dilîzin.
Bêbandorkirina jinan tê wateya bêbandorkirina şansê pêşxistina demokratîk-azadiyê. Bloka desthilatdar xwe dixe garantiyê û ber bi pêş ve diçe, lewma jî qirkirina jinê bûye stratejiya têkoşînê ya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn. Divê mirov wiha bibîne û fêm bike. Dema ku DYA ji Afganistanê vekişiya û bi peymaneke veşartî destûr hat dayîn ku Talîban bibe serwerê Afganistanê, herî zêde jin hatin qurbankirin û hîn jî tên qurbankirin.
Bi rastî jî hêza serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ cîhan hejand. Hêzên navneteweyî qaşo Îran protesto kirin û daxuyaniyên tund dan. Lê belê jinan û gel li ser esasê daxwazên demokratîk li dora paradîgmaya Rêber Apo sekna xwe parastin û nebûn yedeka hêzên navneteweyî û nebûn amûra êrîşên li ser Îranê, lewma piştî demek kurt bêdeng bûn. Li Rojava û Şengalê li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê bi pêşengiya jinan Tevgera Azadiyê li ser navê mirovahiyê serketin bi dest xist; ti kesê nedikarî vê ji nedîtî ve were. Çepik ji bo YPJ’ê hatin lêxistin, gerîlayên YJA Starê gelê Sûriye û Iraqê parastin lê belê heman hêzên me gerîlayên jin niha tên terorîzekirin. Rêveberiya Erdoganê faşîst ku bavê DAIŞ’ê ye, dest bi êrîşên kîmyewî dike, li hemû binesaziya Rojava dixe, her roj bombebaran dike, li Şengalê YJŞ ku rêxistina parastinê ya jinên Êzidî yên di qirkirinê re derbas bûne bi hevkariya Iraq-PDK û dewleta tirk a faşîst tê bombebarankirin û qetilkirin. Ti kes nabêje, ‘ev çima welê ye’.
Li Şengalê hin rêxistinên civakî yên sivîl, di esasê xwe de xebatên îstixbaratî dimeşînin û bi taybetî jinên êzidî direvînin Almanyayê, civakbûna êzidî bi rêya jinê tê rûxandin. Ha di qefesên DAÎŞ’ê de jin bên derxistina bazarê, ha bê revandin û di serî de Elmanya, bernameyên dewletên Ewropa li ser bên ferzkirin, bên sîxurkirin û bikaranîn! Hemû jî bazariyên ku li ser beden, nasname û hebûna jinê hatine kirin in.
Piştî ku Azerbaycanê bi piştevaniya dewleta tirk a faşîst Qerebax dagir kir, gelek jinên Ermenî rû bi rûyê destdirêjiyê man û bi hovane hatin qetilkirin. Bi rêya Rusyayê bi deh hezaran Ermenî di şevekê de hatin sirgûnkirin û cîhan mîna ku tiştek wiha nîne, tevgeriya. Li rojavayê Efrîqayê di serî de Nîjerya, ji aliyê rêxistinên Îslamî-cîhadîst ve jin û zarok rû bi rûyê her cure êrîşê dimînin. Di nava welatên ku jê re tê gotin Quçê Efrîqayê, dewletên di nava hewldana veguherîna hêza hegemonîk a herêmî de li navenda nakokiyên desthilatdariyê de jinûve tên mêtingehkirin û di nuqteya vê ya herî kûr de jin cih hene.
Jixwe ya li Rojhilata Navîn diqewime, pir giran e. Rewşa li Fîlîstînê li holê ye û bi hezaran jin tenê di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan, ji cihên xwe hatin kirin. Niha li welatparên Rojhilata Navîn hetta li cîhanê jî destpêka yên herî zêde koç kirine, gelê Sûriyeyê û jinên wê tên.Bi vî rengî ev girseya koçberiyê ya ku civakbûna xwe ji dest daye, bi rengekî bêparastin malzemeya sereke ya her cure karanînê ava dike. Bi kurtasî evane hemû, di sedsala 21’an de ji bo tunekirina şansê serketinê yê jinan, yanî êrîşên li ser esasê sedemên îdeolojîk in û armanca wê ew e ku jinê qir bike û jinûve teslîm bigire. Ev konsepteke di nava dewletan de ye û Şerê Cîhanê yê 3’yemîn jî weke stratejiyeke têkoşînê hatiye diyarkirin.
Êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên ji çiyayan heta bajaran, ji gerîlayan heta sivîlan, ji jinan heta zarokan a ku her kes hedef digire, îsal jî berdewam kir. Têkiliya zêdebûna komkujiyên li Tirkiyeyê yên li ser jinan, polîtîkayên qirêj ên civakî yên weke fûhûş, tiryak, destavêtin û sîxuriyê û şerê ku didome çi ye? Ev şer çawa li jiyana rojane ya jinan vedigere?
Li Tirkiyeyê desthilatdariyeke faşîst-çete-mafya heye. Têkiliya wî bi civakê re tune ye. Di rastiya xwe de tu pejirandineke civakî ya rasteqîn nîne, gelek sûc û tirsên wî hene. Bi çêkirina kaosê jiyana xwe dirêj dike. Bi awayekî kor bi desthilatdariyê ve girêdayî ye. Bi çekên netewperest-dînî sûcên şer dike. Paşverûtiyê weke polîtîkayeke civakî ferz dike, bi taybetî berê xwe daye qirkirina kurdan. Li holê rastiyeke ku li hemû jiyana gelên Rojhilata Navîn bixe bin tasarûfê xwe xetekî qirker-dagirker dişopîne û ji îtîfaqê zaafan pêk hatî heye. Jiyana rêveberiyê bi kûrkirina şer û dûrxistina berpirsiyariya tawanên xwe ve girêdayî ye. Ji ber vê jî êrîşî Kurdistanê û hemû nirxên ku nasnameya kurd a azad dihewîne dike. Rêvebiriya faşîst a tirk ji ber hilweşîna polîtîkaya xwe ya herêmî, îflasa aborî, derketina pergala dizî û talanê, ji her alî ve gihiştiye sînorên nedomdariyê û ketiye nava tengasiyeke giran.
Astengiya wê ya herî mezin jî hêza bîrdozî û rêxistinî ya Rêber Apo, bandora wî ya li ser herêmê û yekane eniya berxwedanê ya li dijî desthilatdariya faşîst bûyîn e. Ji ber vê li hemberî Rêber Apo pergala êşkenceyê ya bênavber û ew 44 mehên dawî jî rewşekê îzalasyonê hatiye girantir kirin. Siyaseta ku dixwaze bi şerê taybet bandora Rêber Apo bişkîne û bi qirkirina kurdan bi êrîşa li her qadê ji xwe re qad û firsendeke jiyanê ava bike, di esasê xwe de polîtîkaya xwe ya qirkirinê çêdike. Bi tehrîk kirina netewperestî û hewldana meşrûkirina qirkirina kurdan, hem hemû qadên ku kurdbûna azad lê heye hedef dike hem jî bi polîtîkayên şerê taybet li ser verişîna civakî zêdetir kirine, dixwaze kurdan bê nirx bike û dixwaze ku kurd dev ji xwe, ji nasnameya xwe û ji weletê xwe berdin.
Dewleta tirk a faşîst hem ji hemû xerakirinên Kurdistanê hem jî ji hemû rûxandinên li Rojhilata Navîn, terora Îslamî-cîhadîst, bi riya rêxistinên çeteyî qetilkirina jin û gelan berpirsyar e. Ew ji bo berjewendiya xwe qirkirina mîlyonan însan digire ber çavê xwe. Her kes jî dizane ku çalakiya Hamasê ya ku pêk anî û hişt Îsraîl şer bide destpêkirin, pê re jî şer bibe xwedî xisletekî herêmî û ji bo Îran tevlî vê şerê bibe ye ku hewl dide û di bin navê berdevkê gelê Fîlîstînê de yê ku komkujiyên xwe vedişêre dewleta tirk e. Rewşa Sûriyeyê tê zanîn, di bin dagirkeriya dewleta tirk de qeyranên wê kûrtir dibin. Li herêmên ku hatine dagirkirin polîtîkayên ku wek polîtîkayên DAÎŞ’ê tê zanîn, di cewhera xwe de talan û tecawizê ku polîtîkayê dewleta tirk e, tê meşandin.
Ji îxaneta PDK’ê bi hêzgirtinê re êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, pêşketina girîng a dagirkeriya aborî ya li Başûr, ji rê derxistina gel, giranî dayîna rêxistinbûnên tarîqatî ya li Başûr, li Bakurê Kurdistanê li gel her curê teror û zorê, ji ser Hizbûl-Kontra-Huda Par’ê xayin xwestina hêzên cihadîst a qirkerê gelê xwe birêxistin kirin, li Rojava pêkanîna terorek bêsînor, hemû siyaseta xwe ya derva gihandina bazara qirkirina kurdan, nîşaneya dijmintiya sondxwarî, bermahiya hovitiya desthilatdariya mêr e.
Li hemberî wî hêza Rêbertî û Tevgera Azadiyê heye. Dema ku vê astengiyê nikare ji holê rake êrîşên xwe dibe asta hovitiyê û bi riya operasyonên leşkerî û teknîka ku gelek derfet lê xerckiriyê re dixwaze xwe bigihîne armancê. Rejîmeke ku ew qas tevlî sûcên mafyayê bibe û xwînmijî bike, herhal wê ji azadiyan re vekirî nebe û siyasetekê ewdkirinê ya paşverû ya ku ji her alî ve desthilatdariya wî rêxistin bike ferz bike. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo çi be, nêzikatiya li hemberî gelên Tirkiyeyê û jinan jî ew e. Lewre Rêber Apo azadiya jin û gelan temsîl dike. Yê ku nêzî azadiyê bibe, nêzî Rêber Apo ye. Rejîma ku ji Rêber Apo re û ji ber vê yekê li azadiyan re girtiye, berdêlê şer ji gelan derdixe, gelên Tirkiyeyê di sînorê birçîbûnê de dijîn.
Şerê taybet ji ber îhtîmala muxalefet û berxwedana gel di dewrê de tê hîştin. Di rewşeke ku gel çi bibihîze, rastî çawa were berovajîkirin, çi were pîrozkirin, çi baş e-çi xerab e de li hemberî rastiyê dijmintiyeke mezin tê pêşxistin. Ji vî alî ve ji ber ku civak dûrî rastiyê tînin rewşekê ku bi xwe re mijûl bibe.Sîxûrtiyê ku bêbaweriyê kûr dike, fûhûşa ku nirxên civakî paş dixe, tê pêkanîn ji bo ku jin durî siyasetê bimînin, bi argumanên olî xisleta dayîktiya makul derxistina pêş, tehrîk kirina serdestiya mêr, normalkirina kuştina jinan, di temenê biçûk de zewac, bi rêxistinbûna tarîqatan jin xistine cendereyê û ji rastiya xwe dûrxistina civakê re polîtîkayên tundiyê di dewrê de ye. Niha li tirkiyê kujer, mafya, tecawizkar, diz, talankar, hişbirfiroş û heta mafyayê organan hemû dijminên gel û jinan di bin navê welatparêziyê de diqîrin ku li hemberî kurd û Tevgera Azadiyê ne. Li pişt vê xweveşartinê re wan welatparêzan diçewisînin.
Li Kurdistanê bi bandora Tevgera Azadiyê re nirxbûyîna civakî ya ku li dora jinê pêşdikeve dixwazin ji holê rakin û ev rejîm ji ber vê herî zêde êrîşî jinê dike. Herî dawî zaroka malbateke Huda Para bêbext Narîn bi hovane hat kuştin û ev kuştin ji aliyê dewletê ve çawa tê xwestin bê veşartin? Bêgûman, sedemên vê yekê hene. Di rewşa niha de, rejîma ku ji vî şerî xwe xwedî dike, bi qasî ku serneket ewqas berê xwe dide suc û xwe parastinê. Ev yek jî Tirkiye veguherandiye zindaneke vekirî. Bi taybetî ya jinan, bi giştî garantiya jiyana tu kesî nîne. Peymana Stenbolê hat betalkirin. Saziyê jinan tên girtin. Têkoşîna jinan tên krîmînalîzekirin û mafê xwerêxistinkirinê ji destê wan tê girtin. Paşverûtiya mêr ji nû ve tê zindîkirin û pêşiya wî tê vekirin. Nêzîkatiya jinê, nêzîkbûna jiyan û welat e. Ji ber vê yekê rewşa jinê ya ku tê de ye, rewşa gel û civaka Tirkiyeyê ye jî. Li Tirkiyeyê tu tişt ne munferît e. Tu şêweyên tundiyê ne şexsî ye. Tu pirsgirêkeke civakî-aborî ne demkî ye û ne tenê encama polîtîkayên şaş ên di van mijaran de tê meşandin e. Ev hemû jî encam û pêkanînên di encama kûrbûna faşîzm û şerê wê yê qirêj de ne.
Di nav vê jiyanê tê wateya bê nefesmayîn, bi rojane di bin siya siyaseta qirkirinê de jiyankirine. Ev ji bo piranî jin û civakê derbasdar e. Pêwîste sedema vê şerê û kî ji vê şerê xwe xwedî dike baş were fêmkirin. Heta ku çareseriya pirsgirêka heyî çênebe, komkujiya jinan jî bi kûrbûnê re bidome û wê jiyan were qirkirin û li ser navê mirovbûnê tu tişt nayê hiştin. Ji ber vê pêwîste civak vê bibîne. Ji bo rizgariya xwe pêk bîne jî pêwîste çareseriya pirsgirêka kurd ferz bike û ji vir jî çavkaniya rejîma faşîst-qirker-terorîst hişk bike û xwe ji wî xilas bike.
Pêwîste li hemberî tundiya mêr, dewlet û kevneşopiyê xweparastina cewherî ya jinan bi çi şêwazî be? Pêwîste diyalektîka parastina cewherî, rêxistinbûn û çalakî-têkoşînê çawa pêk bînîn?
Tabloya ku derdikeve holê jî tê fêmkirin ku şansê jinan a jiyan û azadiyê encex bi hişmendiya rast û xwe rêxistinkirinê, xwedî derketina xwe ve girêdayî ye. Ji vî alî ve her tiştê ku di bin banê dewlet û mêr de teşe digire, tundî û girêdana xwe, vê yekê sernexe jî kuştin û ji astengbûnê derxistinê dike armanc. Ji ber vê jî pêwîste jin giranî bidin zemîna zagonî û di esasê xwe de pêwîste berê xwe bidin xweparastinê. Di vê xalê de xweparastina cewherî nebe nabe jiyanê ye.
Kevneşopiya xwerêxistinkirin û di hin astan de sazîbûna tevgera jinê jî heye. Ya herî girîng jî perspektîfa hişmendiya vê, çi ye û wê çawa xwe rizgar bike heye. Heger rê diyar be -ev şansekê mezin e- wê çaxê pêwîste bikevin wê riyê. Di pêvajoyeke şerê cihanê ya sêyemîn de sînor ji nû ve tên xezkirin, polîtîkayên qirkirinê di dewrê de ne, lê pergal ji bingehê xwe ve vedireşe û sedema tundiya zêde jî sazîbûna pergalê ber bi wendakirinê ve ye de, bi têkoşîneke demildest ve wê pergala desthilatdar têk biçe û ji ber vê benda rizgarvanê mayîn na, mudaxilekirina kêliyê pêwîst e. Ji mal heta kolanê, ji cihê kar heta dibistanan di her qadê de pêwîste jin xwe birêxistin bikin û têkoşîn bikin. Zanîna rastiyekê bi serê xwe ne riya rizgariyê ye. Hişmendiyê ku aktîf nebûye, herî zêde wê bi zanabûn meşa ber bi mirinê bîne. Di vê xalê de rêxistinbûna ku di eksena parastina cewherî de, çalakî û di her qadê de bilindkirina deng, her gavê ku pergal davêje pêşiya wî girtin pêwîst e. Ji xwerêxistinkirinên girseyî bigirin heta parastinên lokal xwerêxistinkirin xweparastina herkesî pêkan e. Yên ku kuştina jinan, tecawizên sîstematîk, qetlîamên zarokan, rêxistina dewletê ya bikaranîna tiryakê ya li ser bingeha hevkarên herêmî, mekanîzmayên ku tevna sîxurtiyê ava dikin û hwd. xususên ku pêwîste bi xweparastina cewherî re werin bêbandorkirin in.
Tirs ne tenê jiyanê bênirx dike, di heman demê de naparêze jî. Li Kurdistanê ewqas kuştinên jinan, destavêtinên ku bi awayekî sîstematîk ji aliyê çawîşên pispor, çete û hevkarên xayîn ve tên kirin hene, lê berxwedanên ku bi hêsanî li ser esasê rêxistinbûna hucreyê dikare were pêşxistin, têra xwe dernakevin holê. Lê eger çend jin xwe birêxistin bikin û li ser çavkaniya van sûcan bisekinin, dikarin pêşî li van sûcan bigirin û bibin asteng.
Xweparastin mafê parastina jîngehê ye û divêtiya bersivdanê tîne. Qada çalakiya pergala serdest a mêr û ya dewleta tirk a faşîst civak e. Amûrên wî kesên di nav civakê de ne. Armanca wî tunekirina civakê ye. Ji ber vê yekê jî, pêwîstî bi civakê ji zemîna xwe bikaranînê derxistinê heye. Bendewariya dor were wî/ê ne gavekî rast e. Di nava Tevgera me ya Azadiya Jinê de danahevek pir mezin heye. Ji fikrê heta rêxistinê û heta çalakiyê rê û rêbazên ku divê çawa bê kirin hatine zelalkirin. Pêwîste ev zanîn di her warî de were aktîfkirin û di fêrkeriya vê de bê tevgerandin. Divê destûra xwe di zemîna civakî de hewandina kes û seknên ku xizmetî dijmin dikin re neyê dayîn. Parastina nirxan şert, heta sedema bingehîn a xweparastinê ye. Bi taybetî jinên ciwan pêwîste ji xwerêxistinkirinê re pêşengiyê bikin û bikevin pozîsyoneke çalakger.
Pirsgirêka jinê helbet ne tenê pirsgirêka neteweyekê ye. Ji vê hêlê ve faktora herî xurt a li pêşberî faşîzmê jinbûn û hewcehiya azadiyê bi xwe ye. Pêkanîna vê ji xwe tê wateya vala derxistina lîstika sîstemê ya ku civakê bi hev dide şer kirin e, civakîbûna têkoşîna demokratîk ancax bi pêşengiya jinên ku ev yek bi dest xistine, pêkan e. Niha, eger sîstem û tora wê xwe li her qada jiyanê belav kiribe û birêxsitin kiribe, hingî lazim e li her qada jiyanê têkoşîn were meşandin û civak li şîdeta mêr û dewletê bê girtin.
Narîn xeleka herî dawî ya bi hezaran zarokên hatine qetilkirine û malbat din ava vî karî de ye. Her tim di pozîsyona ku xwe dispêre kevneşopiya Huda-Parê yanî kontra esas digire û di her firsendê de girêdana xwe ya bi dewletê re dubare dike. Qaşo dadgeh hatiye avakirin, lê ev bi temamî mîzansen e. Di şert û mercên Kurdistanê de çima zarokekî 8 salî bê qetilkirin û çima hewl bê dayîn ku bê nixumandin? aşkere ye ku pêwendiya vê bi siyasetê, bi bêeslkirina li ser Kurdistanê tê ferzkirin re, bi şerê dewam dike re, bi polîtîkaya qirkirinê û bi rastiya qirêj û çetebûyî ya dewletê re heye. Eger em bi vê rastiyê zanibin û qebûl nekin, helwesta me wê çi be? Axaftin, nerazîbûnên bê çalakî û di dawiyê de wê bi xwe re bêesilbûnê û şikandina îradeyê û her wiha pêşî li teslîmiyetê veke. Ji ber vê yekê pêwîst e tiştên rast bên parastin û veguhere çalakiyeke rêxistinkirî. Mafê her cure nerazîbûnên rewa û nerawa derdixe pêş. Jinên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn divê bibin xwedî polîtîkayeke parastinê ku karibin xwe ji gemariyên vî şerî biparêzin û kiryarên qirêj ên vî şerî têk bibin.
Niha jî li Kurdistanê rêxistinên sîxuriyê di bin maskeyên tarîkatê de dixin nava kolanan. Li Amed û Êlihê van kujeran daketin kolanan, qaşo di bin navê şêwaya jiyana îslamî de civakê ditirsînin û cihên xebatan belav dikin. Niha, li gelek cihan kontra cilûbergên sîvîl li xwe dikin serê kolanan digirin û zordestiyek çêdikin. Li kolanên ku ji aliyê jin û gel ve vala tên hiştin, kontra tejî dike. Hêdî hêdî derketina ji malê zehmet dibe. Li hemberî mezinahiya nirxên ji aliyê Têkoşîna Azadiyê ya Jinê ve hatine afirandin, polîtîkaya êrîşkirina jinê li her qadê ewçend bêperwe di meriyetê de tê hiştin. Wê demê divê jin li dijî wê hem rêxistinbûn û hem jî rêbazên têkoşînê xurt bikin. Weke pêşengên rasteqîn ên azadiya civakê divê hê bi hêztir derkevin pêş. Divê yekîneyên xweparastinê bên avakirin û aktîf bên kirin û ev hemû çete û polîtîkayên qirker bên bêbandorkirin.
Rêxistina herî mezin a parastina jinê YJA Star e. Divê tevlîbûn hebe, divê jinên ciwan rahêjin çekê, mafê xwe yê çalakî û dijderketinê nîşan bidin û têkoşîna xwe derxin asteke radîkal. Bi jiyana xwe ya rojane re mijûlbûn, li hemberî hemû polîtîkayên dijminane yên giran bêdeng mayîn û fikra jiyaneke wisa pêkan e, xeflet e. Dijmin polîtîkayên zayendîparêz li kolanan, li zindanan, li qada siyasî, li qada aboriyê, li her qada jiyanê bi cih tîne. Talan û komkujiya xwezayê weke stûnek polîtîkaya komkujiyê di meriyetê de dihêle. Yanî cîhan û welatekî ku lê jiyan mabe nahêle. Dema ku rastî ewqasî zelal be û hêza bingehîn a pêşî li vê bigire rêxistinbûna xweser û parastina aktîf be, bê guman nekirina vê yekê wê windahiyên herî mezin bi xwe re bîne.
Jin xwedî cesaret, berxwedêrî, îrade, tecrube ye. Dayikên me wek kelehan in; Li dijî faşîzm û her şêwe zilma mêr bi dilpakî û aselata xwedawendan li ber xwe didin. Wê demê pêwîste ev helwest hîn bêhtir girseyî bibe û radîkal bibe. Sîxur, kesên beredayî yên li kolanan digerin û tekbîran tînin ku di esasê de girêdayî dewletê ne, ew ê nekaribin biryara em ê çawa bijîn bidin. Ne dewlet û ne jî mêr diyar nakin. Eger nerazîbûnên me hebin, çalakiyên me yên rêxistinkirî divê bikaribin nerazîbûnên xwe aşkere bikin, da ku ew xwedî nirx bin. Ya ku divê were kirin ew e ku di asta seferberiyê de xwe bi rêxistin bike û li her qadê li ber xwe bide. Mesela mêr bi hêsanî li jinekê dixe û dikuje.Eger çete li kolanan bi rehetî tevdigerin, zarok bi tiryakî têne jehrî kirin, li aliyê din li ser jinan bazirganî tê kirin, di rastiyê de kesek hewl dide jin û civakê li ser navê ol bike xizmetkarê dewletê, eger çawîşekî pispor destdirêjî li jinan dike û jiyana xwe bi hêsanî didomîne, divê ev yek ji wan re nemîne û hesab bê pirsîn. Tevgera hesabpirsînê di rastiyê de dikare bi rêxistinbûna hêza xweser a jinê bi pêş bikeve. Jin ji mêr û pergalê bêhtir xwedî wê qabîliyetê ye ku biafirîne, hêz û veguherîne. Divê ev hêz derkeve holê û çalak bibe. Rêber Apo dibêje: “Jineke ku li ber rehma mêr tê hiştin mehkûme ku winda bike.” Wê demê ti jin divê xwe, hemcinsê xwe, civaka xwe, zarokên xwe, welatê xwe ji însafa mêr û dewletê re nehêle û xwe mehkûmê windakirinê neke.
Berxwedana jinan a YJA Starê ya li dijî faşîzm, dagirkerî û xiyanetê di asta pêşengiyê de divê çawa were pênasekirin? Ji ber ku hemû cîhan bû şahidê motîvasyona Asya Elî, Berwar Dersim, Bêrîtan Nûrhak, Bîşeng Brûsk, Sara Hogir, Rosîda û gelek şervanên din ên şoreşger ên li dijî faşîzmê li ber xwe dan.
YJA Star di esasê xwe de rêxistina parastina jinê ye û bi vî rengî têkoşîna xwe bi armanca parastina jin û gelan û ji holê rakirina astengiyên li pêşiya azadiyê dimeşîne û sekneke xweparastinê ye. Ji ber ku weke hêza herî radîkal a xeta azadiya jinê ya Rêber Apo hatiye birêxistinkirin, armanc dike ku bi jiyan û çalakiyên xwe têkoşîna zayendî û xetê derxe holê. Ji ber ku ew faşîzmê weke rûyê herî xurt a serdestiya mêr pênase dike, helbet wê têkoşîna wê jî li ser bingehek radîkal ku xwe dispêre hêza cewherî bi pêş dikeve. Her wiha YJA Star, hevkariya bi dijmin re li ser esasê radestkirina gel û welat di asta neteweyî de weke xiyanet pênase dike û di asta sazîbûnê de xeta Bêrîtan weke îfadeya jina welatparêz temsîl dike. Yanî têkoşîna ku YJA Star daye meşandin di esasê xwe de îdeolojîk e.
Helbet mirov nikare ji kesên ku armanca wan ne mezin be, bendewariya têkoşîneke xurt bike. Ji vê hêlê ve li dijî hemû amûrên teknîkî û artêşa pirhejmar a faşîzmê hêzên YJA Starê îradeya jinê vediguherînin hêza şerkirinê. Bêguman ev sekna rêxistinbûyî û çalak ku xwe dispêre tecrûbeya me ya dîrokî, bi ferqa misyona xwe li gorî pêvajoyê tevdigere. YJA Star bi têkoşîna ku da meşandin û berxwedana ku nîşan da di Şer Cîhanê ya 3’yemîn de temsîla eniya rizgariyê ya hemû jinan dike û li pêşiya faşîzmê, xiyanetê û paşverûtiyê bûye bend. YJA Star, bi zanabûna ku bi qasî darbe li sîstemê bixe dê ji bo jinan qada jiyanê ava bike û derfeta rêxistinbûna wê berfireh bike, tevdigere. Di heman demê de siberoja hemû gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn temsîl dike. Di nava Şerê Cîhanê ya 3’yemîn de, qirkirina gelê kurd, belavbûna civakên li Rojhilata Navîn û dagirkirina axan ji nû ve tê ferzkirin ya herî xirab jî windakirin tê ferzkirin. Di vê xalê de, eger êrîşên hem dewletên herêmî hem jî hêzên navneteweyî ji aliyê tevgera me ya azadiyê ve nehatibûna astengkirin û pûçkirin, pozîsyona heyî ya Rojhilata Navîn, helwestên hêzên desthilatdar û rewşa jin û gelan wê gelekî cuda bûya. Rêya ku ber bi Neteweya Demokratîk ve diçe, şoreşa jinê ye. Bi vê perspektîfê re YJA Star di bingeh de têkoşîna zayendî di asta radîkal de dimeşîne û ji bo di hemû qadên neteweya demokratîk de pêş bikeve, bi awayekî giştî digire dest.
Li ber çavên hemû cîhanê dewleta faşîst a tirk bi konsepta NATO’yê bi hemû hêza xwe êrîşên berfireh li ser herêmên me pêk tîne. Ji ber ku hêzên gerîla hêza parastinê ya sereke ya civak û herêmê ye, pêşî li pêşveçûna dijmin digirin. Ji ber ku gerîla weke astengî li pêşiya xwe dibînin, hewl tê dayîn bi ruxandin, hilweşandin, eger pêkan be bi tinekirinê re, jin û gel bêparastin bihêle. Konsepteke şer a wisa dijwar tê meşandin. Dewleta tirk dixwaze bi avakirina sînorên Mîsak-i Millî re sûcên xwe yên rejîmê binixumîne, bi hilweşandina Rojhilata Navîn û dagirkirina Kurdistanê re dilê xwe rehet bike. Lê bêguman ev armanca xetere bi berxwedana YJA Starê û gerîlayên azadiyê asteng bûye. Her cure çek bi kar anîn, bi kar tînin. Di rastiyê de, eger hesabeke statîstîkî ji bîlançoyên rojane bê kirin, bi hêsanî dikare were fêmkirin ku pêvajoya ku herî zêde çek di nava sed salên dawî de hatin bikaranîn, şerê bi gerîla re bû. Êrîşeke dijwar û giran heye. Ji çekên kîmyewî heta bombeyên termobarîk, ji şopandina teknîkî heta îstîxbaratê pere ji bo vî şerî ji qaseya dewleta tirk tê dayîn ew jî ji bilî tiştên ku Erdogan û çeteyên wî dizîne. Çima ewqas hewl didin f-16’yan restore bikin? Pirsgirêk ne tenê ew e bibe xwedî teknîkek xurt. Ewqasî bombe kirin ku balafirên wan êdî gihaştine asta ku nema dikarin werin bi kar anîn. Êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armanca perçiqandina gerîla, tecrîdkirina Rêber Apo û bêbandorkirina Tevgera me ya ku nikarîbûn tasfiye bikine. Xwestin wisa derxin dervî dewrê.
Ji ber van sedeman, em dizanin ku siberoj wê li gorî hêza şer a ku em nîşan didin teşe bigire, em di ferqa mîsyon û berpirsyariyên xwe yên dîrokî de ne. Fermandarî û hêza milîtanî ya YJA Starê, ji ber vê yekê tercîha xwe ya ji bo jiyana azad, bi asta şerkirina xwe raber dike. Îradeyek mezin heye, girêdayîbûna bi armanc, jêhatîbûna leşkerî, asta pîşeyî heye. Dijmin hem li hemberî berxwedana tîman û hem jî li hember berxwedana tunelan ketiye avzê. Pêşengên têkoşîna gerîla jin e. Hem di aliyê berpirsyariyê de, hem di aliyê xurtbûna îradeyê, hem di aliyê afrîneriya taktîkî û jêhatîbûnê de û hem jî ji aliyê hêz û kapasîteya çalakiyê ve gelek xurt bûye û mezin bûye.
Bêguman berdêlên mezin jî hene. Gelek hevalên me yên weke hevrêya me Berwar ku di her alî de asteke bêqisûr a fermandariya jinê bi dest xistiye, li dijî dijmin helwesteke îdeolojîk raber kir û heta kêliya dawî darb li dijmin xist û gihişt şehadetê. Ya ku li Zap, Metîna û Avaşînê hat jiyîn, destan e. Hevrê Rûken û Sara di xeta Zîlan de taktîk berfireh kirin. Çalakiya ku hevrê Asya û Rojger bi hev re li dijî TÛSAŞ’ê pêk anîn, asta têkoşîna azadiyê bi sekna jina azad û mêrê azad raber kirin û bûn mînaka herî şênber a têkoşîna azadiyê. Hevrêyên me bi performans û biryardariyeke mezin ketin navenda ku dewleta tirk amûrên şer lê çêdike. Ji vê koma ku sûcên şer kirine zêdeyî 40 windahî dan û bi sedan faşîst birîndar bûn. Vê çalakiyê nîşan da ku gerîla bi destwerdana li her cihî û bi her awayî dikare şerê parastinê bi pêş bixe. Di encama van berxwedanan de piştî 44 mehan deriyên Îmraliyê hat vekirin û silavên Rêber Apo ya ku hêviyên wî yên serketinê û hezkirinê dihewîne hat girtin.
YJA Star ku xeta îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kiriye esas, hêza parastina jinê ya sedsala 21’ê ye ku li ser bingeha azadiya Rêberê me weke enî û hêza parastina jinê û tevahiya civakê sînoran ji pêşiya xwe radike, welatparêziya herî şênber radixe pêş çavan û bi vî rengî maskeya li ber rûyê xayinan datîne xwarê, asta herî bilind a îradeya jinê nîşan dide û ji ber vê yekê jî heta serketinê wê paşve gavê neavêje.
Helbet asta heyî têra pêşwazîkirina hemû pêdiviyên demê nake. Dijmin xitimiye, têk çûye. Ji bo vê jî li ser navê çareseriyê hewl hate dayin ku lîstikeke ji rêzê were nîşandan. Bi vê re xwestin hem navaroka sekn û berxwedana Rêbertiya me vala bikin û hem jî li pêşberî têkoşîna gerîla nebûna çareseriyê ragihandine. Sekna ku YJA Star mînak digre, bêguman Rêber Apo ye. Rêberê me li ser navê azadiya jinê, pêşengê herî radîkal e. Yek ji sedemên dîlgirtina wî ev e. Bîst û şeş sal in di nava rewşeke êşkence û tecrîdeke giran de tê ragirtin û hewl tê dayîn îradeya wî bê lawazkirin, ji gel û tevgerê bê veqetandin. Ji ber ku têkoşîna îdeolojîk-polîtîk a Rêber Apo hemû polîtîkayên dijmin têk dibe, vê carê jî desthilatdariya tirk a faşîst bi tecrîdkirina Rêbertî, astengkirina hevdîtinan, hewl dide ser navê Rêbertî axaftinan bike. Bi vê yekê re armanc dike ku Rêbertî bêqedir bike û hewl bide rêberên sexte derxîne pêş. Bi vê yekê re hewl dide ku şikestinekê çêbike û netewebûna kurd, netewebûna demokratîk û azadiya jinê paşde bixe. Bêçareseriya li hember sekna Rêbertî û berxwedana gerîla ya bi pêşengiya jinê, rê li ber van pêlên sexte û axaftinên şaş vekiriye. Di dawiyê de çalakiya hevrê Asya û Rojger rastiya dijmin zû raxist ber çavan û êrîşên li ser Rojava yên piştî wê û tayînkirina qeyûman li şaredariyan, armancên wê yên tasfiyeyê careke din nîşan dan. Ji vê hêlê ve weke YJA Starê bêyî ku bikevin nava bendewariyek ku wê tiştek çêbe, li ser esasê xeta Rêbertî û girêdana bi wî re em ê hêzên xwe hem ji aliyê hejmarî û hem jî ji aliyê wesfê ve mezin bikin. Em armanc dikin ku şerê xwe yê xweparastinê di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn û şert û mercên herêmê de bigihînin asteke ku em bi ser bikevin û bi vî awayî bîranîna şehîdên xwe bigihînin serkeftinê.
Bi tecrubeya têkoşînê ya zêdeyî 30 salan hûn xwedî îdîa û biryar in ku lingên xweparastinê yên têkoşîna jinê di asta herêmî de pêş bixin. Lezgîniya vê yekê ji bo Rojhilata Navîn a ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê dijwar bû, çi ye? Xweparastina jinê çawa dikare were pêşxistin û hevparkirin?
Weke hêzên gerîlayên jin, ji dema hevrê Sakîne Cansiz di nîvê salên 70’yî de tevlî têkoşînê bû, gelek heval bi pêşengiya Besê Anûş, Mîhrîban Saran -Azîme, li hemberî darbeya 1980’yî berê xwe dan refên gerîla û bi pêşketina tevgera gerîla re ji sala 1982’an û pê de li çiyayên Kurdistanê dest bi têkoşînê kirin. Hêzên gerîla yên jin hem ji aliyê çawanî û ji aliyê hejmarî ve bû xwedî hêzeke girîng e hem jî ji sala 1993’an ve bi sazîbûnê re heta îro dewam dike. Di 32 salên dawî de li ser bingeha rêxistinbûna cewherî bû saziya artêşbûnê. Têkoşîna gerîlên jin xwedî dîrokeke dirêj e.
Di vê nuqteyê de em weke tevgera azadiya jinê û artêşa gerîla hem ji aliyê bîrdozî ve hem ji aliyê siyasî û leşkerî ve xwedî taybetmendiyên hêzeke herêmî ne.Di vî warî de em xwedî mîsyon in ku Rojhilata Navîn kiriye navenda xwe û di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de li ser navê hemû jinan rê li ber pêşeketinan vedike.
Bêguman şer bi armanca wêrankirin û parvekirinên nû re û bi rastiya ku gelek aktoran di nav xwe de dihewîne pir dijwar bûye. Li hemberî vê yekane rêya azadiyê bi taybetî ji bo jinan û tevahiya gelên Rojhilata Navîn ew e ku şerê xweparastinê di çarçoveya herêmî de were birêxistinkirin. Sazûmanbûna herêmî ya rêxistinên parastinê YPJ, YJŞ û HPJ’ê ku feyza xwe ji Berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê hatiye pêşxistin, girtine û bi awayekî çalak tevlêbûna wan a pêvojayê, têkoşîna azadiya jinê hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn mezin kiriye. Bi taybetî jî tevlêbûna jinên şoreşger ên kurd, asûr, ermen, ereb û yên cîhanê ji bo pêvajoya Şoreşa Rojava, ji hêla afirandina hemû pêkhateyên netewesaziya jinê û neteweyên demokratîk de gihişt serkeftinê.
Bêguman asta hatiye bidestxistin giring e lê çalakkirina têkoşîna jinan a li tevahiya Rojhilata Navîn têrê nake. Pergala serdest a baviksalar û mêrperest êrîşên li ser Rojava û Şengalê organîze dike, êrîşên dagirkeriyê dimeşîne. Xeta azadiya jinê bi destê dewleta tirk di dorpêça çeteyên di bin maskeya Îslamê de ye ku dejenerebûna civakî bi pêş dixin û hewl didin vîna jinan bê şikandin. Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku li Îranê encamên girîng ên dîrokî bi dest xist û pêşengiya jinê bi awayekî radîkal derxist holê. Lê Îran bi pêşxistina siyaseta xwe ya zext û qetlîamê bi lez û bez dixwaze vê pêvajoyê têk bibe. Herî dawî jî cezayê darvekirinê li jinên kurd û têkoşerên azadiya jinê Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî birî ku ev nîşaneya êrîşa li dijî jinan a herî astbilind e. Em vê nêzîkatiyê bi tundî şermezar dikin û weke sedema têkoşînê dibînin.
aşkere ye ku jinên Sûriyeyî, Filistînî, Iraqî, Ermenî, Misrî, Lîbyayî, Lubnanî, Fars, Bellûcî û tirk di çi re derbas dibin. Di vî warî de li ser asta Rojhilata Navîn pêwîstî bi siyaset û rêxistinkirina parastina jinê heye. Hem hevşirîkiya di warê hişmendiya xweparastinê de hem jî di warê peydakirina mekanîzmayên xweparastinê de divê gavên nû bên avêtin.
Wek YJA Starê, helbet me hay ji erka xwe ya pêşengîbûnê heye. Em di çarçoveya YJA Starê de xwedî wê perpisiyariyê ne ku hem hemû jinên herêmê bigirin nava xwe û bi rêxistin bikin hem jî li van welatan jinan teşwîqî rêxistinên xweparastinê bikin û her cure piştgiriyê bidin wan. Heke Rojhilata Navîn rizgariya xwe bi xwe bi dest nexe, wê rûbirûyê windakirineke gelek a dîrokî bimîne. Li derveyî hemû cudakariya olî û neteweperestî, divê em netewesazîbûna jinê li ser esasê xweparastinê li Rojhilata Navîn pêş bixin. Jin ji kîjan neteweyê û ji kîjan erdnîgariya Rojhilata Navîn dibe bila bibe, ger pêwîstiya wê bi parastinê hebe, em vê yekê ji xwe re weke peywirekê dibînin.
Di nava jinên Rojhilata Navîn de sempatiyeke mezin ji bo têkoşîna me ya azadiyê heye, li ser vê bingehê jî tevlîbûneke xurt ji bo hêzên me yên gerîla pêk tê. Niha gelek hevalên me yên Ereb û tirk li çeperên me yên herî çalak ên şer cih digirin. Ev pir girîng e, lê ya rastî hewcedarî bi rêxistinên parastinê yên herêmî û polîtîkayên hevpar heye. Divê hemû rêxistinên jinan û azadîxwaz vê rastiyê bibînin û xebatên xwe li ser bingeha xweparastinê bi pêş bixin. Yên ku nekarin xwe biparêzin, ne dikarin bibin xwedî destkeftiyên mayînde, ne dikarin pergala ku ava kirine biparêzin û ne jî dikarin li ser pergala desthilatdar bi ser bikevin. Divê ev rastî di navenda lêkolînên siyasî û civakî de cih bigire, xebatên çapemeniyê yên jinan vê rastiyê bidin xuyakirin, rave bikin û divê dîplomasî bibe zimanê wê. Ji demê re nayê hiştin û nayê paşxistin. Divê her kes xwe, jiyana xwe, kolanên xwe, welatê xwe û mafên xwe biparêze. Çarçoveya xweparastinê berfireh e, şêweyên wê yên çalakiyê pir in û bandorên wê mezin in. Xweparastin berfireh e. Ji hişmendiyê bigire heta rêxistin û hêza çalakiyê, ji dîplomasiyê heta çapemenî û îstîxbaratê helwesteke tevayî hewce dike. Yekane dermanê çareseriya Rojhilata Navîn ev e. Weke YJA Starê di vî warî de hewldan û însiyatîfên me hene, lê pêwîstî bi rêxistinbûnên herêmî heye ku divê li qadan bên berfirehkirin. Wek Rêber Apo diyar kir, herêmîbûn û gerdûnîbûn pir bi hev ve girêdayî ne. Ger em xwe di asta herêmî de birêxistin nekin û tenê rizgariya derdora xwe re bikin hedefa xwe, wê encamek jê dernekeve. Ji ber ku pirsgirêk û çareserî pir bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê banga me ji hemû rêxistinên jinan re ew e ku bi cidiyeta serdemê beşdarî pêşxistina xebat û hevpariya li ser esasê xweparastinê bibin.
Di vê wateyê de hûn dixwazin ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Li Jinê çi peyamê bidin?
Tundûtûjî pergala desthilatdariyê ye, domdar e. Di vî warî de têkoşîneke muxalîf a domdar hewce dike. Em careke din hemû jinên ji ber şîdeta baviksalariyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin, em diyar dikin ku jiholêrakirina çavkaniya tundiyê wê dawî li tundiyê bîne. Ne pêkan e ku jin bi aqilekî mêrane bê pênasekirin û têkoşîn li gor wê bê meşandin. Di vî warî de divê em rê nedin nêzîkatiyên demagojîk ên ku di çarçoveya siyaseta lîberal û bûrjûwazî de vegotina jinê bi kar tînin, lê di eslê xwe de vegotinê nerm dikin û radîkalîzekirina têkoşîna azadiya jinê asteng dikin ku jin bi vî rengî hêviyê ji mêr û dewletê bikin.
Em di nav rastiya şer de dijîn û her roj xwîna jin û zarokan tê rijandin, xweza tê talankirin; birçîbûn ewqasî belav bûye ku şerma mirovahiyê ye, bazirganên mirovan bi derew û xapandinên herî mezin tinazê xwe li civakê û jinan dikin, çavên wan têr nabe û ji bo desthilatdariyê rewa bikin gelan qir dikin. Di rewşeke wiha de tişta divê bê kirin ew e ku tundî ji binî ve bê redkirin û li dijî tundiyê têbikoşin bê dayîn. Ji ber vê sedemê pêwîst e her jin li hember jiyan û paşeroja xwe berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe û bizane ku helwestek rûtîn tu carî têrê nake. Di dîrokê de ti carî jinan derfeteke bi vî rengî bi dest nexistiye ku bikare azadiya xwe bi dest bixe û misoger bike. Ji bo ku ev derfet berhewa neçe divê bi dil û can xwedî li wê derkevin, bi rewşa awarte ya serdemê re bi ruhê yekîtiyê xwe birêxistin bikin, ji aqil û gotinên mêran xwe dûr bixin û bi hev re têkoşîna hevpar bimeşînin.
Sala 2024’an salek pir krîtîk bû û tijî têkoşîn bû û bedelên wê mezin bûn. Sala 2025’an xuya ye dê bibe salek wisa ku hem li ser asta neteweyî hem jî herêmî dê polîtîkayên parvekirinê bên ferzkirin û dê rewş dijwartir be. Di vî warî de di serî de jinên kurd weke hemû jinên herêmê pêwîst e em ji vê re amade bin, rêxistinbûna xwe xurt bikin û di têkoşîneke radîkal bidin. Pêwîst e xwe ji rojevên mêran û hêzên desthilatdar dûr bigirin û li dora rojeva rast li hev kom bibin û jiyana ku me bi xwe tercîh kiriye bi dest bixin. Divê ti jin, ti mirov nebe qurbanê şîdetê, ti kes ji mafê jiyan û azadiyê bêpar nemîne, ti zarok bi hovane neyê qetilkirin, ti parçeyeke cîhanp bi bombeyan, lingên qirêj ên dagirkeran, bo azara xayinan neyê wêrankirin û ti civak li ser paşeroja xwe bêhêvî nebe, ti kes ji axa xwe, civaka xwe bêpar nemîne û nekeve ser rêyên koçberiyê ku tên wateya xwekuştinê. Dema ev gotin wekî daxwazekê tên ziman nagihên armanca xwe. Wê demê em ê hewcedariyên xwe bibînin, xwedî li wan derkevin, berpirsyariyê bigirin ser xwe û ji bo vê dozê têbikoşin. Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin ku tevlî têkoşîna hevpar bibin û bi awayeke radîkal têkoşîna zayendî bimeşînin û di diyarkirina pêşeroja Rojhilata Navîn û cîhanê de bi berpirsiyariya xwe rabin. Dem dema hesabpirsînê ye, bûyîna îradeyê ye, xwedîderketina li jiyanê û afirandinê ye û di vê wateyê de xwedawendî û hevgihandina jin û jiyanê ya bi azadiyê re ye.
Weke YJA Starê em pergal û kiryarên tundiyê yên li ser jin û gelan şermezar dikin û diyar dikin ku em ê teqez bi biryardariya derbaskirina van tiştan têkoşînê mezin bikin.
Felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin Jiyan Azadî’ nasnameya me ya hevpar e, çavkaniya bihevrebûna me hemû jinan e. Ji ber vê yekê em weke pênaseya şoreşgeriya xwe dibînin ku bi hemû jinan re, bi biryardariya ku li ser esasê azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe ya li dijî fermana dewleta mêrperest heta serketinê bimeşînin.
Em ji bo hemû jinên ku serî natewînin, çalakiyan li dar dixin, azadiya xwe weke parçeyekî bingehîn ê hebûna xwe pênase dikin û bi hêza watedar ji bo serkeftinê dijîn, bi hezkirin silav dikin û serketinê dixwazin.