Mîrateya dîrokî şoreşa Kurdistanê ferz dike

Îro li pêşiya şoreşa Kurdistanê du mîrateyên dîrokî hene. Ya yekemîn, dîroka berxwedanê ya gelê kurd e ku di dîrokê de di şert û...

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Pazartesi - 18 Kasım 2024

Malbata Barzanî bi ‘hejmara min’ çav bera bêrîka gel daye

Çavdêr û pisporên aboriyê li ser projeya ‘hejmara min’ gotin: “Projeya hejmara min pirsgirêkên muçexweran hîn zêdetir kiriye. Ev proje tenê ji bo berîka çend kesaye, ji bona wê divê muçexwar pereyê xwe ji bankên fermî yên dewletê wergirin.”

Herêma Kurdistanê ji ber ji hêla malbata sîxur Barzanî ve tê birêvebirin, di nava gendelî û xizaniyê de de ye. Her çendî ew bi pereyên herêmê dewlemen bûne jî, gelê herêmê jî ewqasî feqîr û xizan bûne. Li ser vê dewlemendiyê çav bera çend quruşên bêrîka gelê herêmê dane. Derengketina muçeyê muçexwarên Herêma Kurdistanê bûye yek ji pirsgirêkên mezin ji bo welatiyan. Her çiqas berpirsên herêmê gelek caran soza wê çendê dane ku ti astengiyek nemaye û wê êdî muçe di dema xwe de bê dayîn, lê her sal muçeyê çend mehan dereng tê hiştin yan jî nayên dayîn. Li aliyê din jî cîgirê duyem yê serokê PDK’ê û serokê hikûmeta demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo kontrolkirina muçe û qezenca xwe ya kesî projeya ‘hejmara min’ pêşxistiye û bi zorê li ser muçexwaran dide ferzkirin.

Çavdêrên siyasî û pisporên aboriyê yên Silêmaniyê derbarê mijarê de axivîn. Çavdêrê Siyasî Goran Fethî diyarkir ku çend salekin pirsgirêka muçexwerên Herêma Kurdistanê berdewam dike û got: “Niha jî projeya ‘hejmara min’ ku PDK piştgiriya wê dike, di navbera Herêm û Bexdayê de bûye yek ji pirsgirêkên mezin a muçexwaran.”

Goran Fethî diyarkir ku muçexwer dixwazin bi awayê tewtîn bi rêya bankên fermî yên Iraqê muçeyê xwe wergirin û got: “Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji berku her pirsgirêkek di navbera Herêm û Bexdayê de rû dide muçexwer zererê dibînin.”

Rojnamevan û pisporê aboriyê Kurdewan Mihemed jî li ser heman mijarê axivî û got: “Mijara tewtîn divê were bicihanîn. Ji berku peywendiya wê bi guhertina sîstema bankî ya Iraqê ve heye ku dixwazin ji ser kaxezê veguherînin sîstema elektronîk. Ji bona wê divê ev sîstem pêkwere. Mijara ‘hejmara min’ jî girêdayî çend banke têne ku wê tenê çend kesek sûd jê bibînin. Dixwazin vê projeyê ji bo qezencên xwe bicih bînin ku wê di dema dayîna muçe de bi milyonan dolar jê qezenc bikin.”

Kurdewan Mihemed da zanîn ku divê bankên tewtîn dikin bankên cihê baweriyê û yên dewletê bin û got: “Lê bankên Herêmê ne cihê baweriyê ne. Ji berku nabe sibe biçin daxwaza muçe ji sîstema ‘hejmara min’ bikin û ew jî bibêje bibore pere têde nîne. Ji beriya niha jî mînakên vê çendê hatin dîtin.”

Kurdewan da zanîn ku bawerî bi desthilata Herêmê nayê û got: “Ji ber vê çendê jî eger bankên Herêmê bin, ew jî wê yek projeya ‘hejmara min’ bin û bawerî pê neyê. Ji bona wê tişta herî baş ewe ku welatî muçeyê xwe bi rêya tewtîn wergirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar