Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin û ji bo neteweya demokratîk têdikoşe. Di hevdîtina dawî ya 23’yê cotmehê de got “Tecrîd didome. Ku şert û merc bêne avakirin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez di zemîna hiqûqî û siyasî de çareser bikim.”
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkildarî tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo û konsepta şerê qirkirinê yên li ser Kurdistanê ji nûçegihanên ANF’ê Denîz Îke û Zîlan Karataş re axivî. Karamûs anî ziman konsepta tecrîdê ya li ser Rêber Apo berbelavî li ser hemû civakê bûye û got: “Her çend hevdîtinek hatibe kirin jî, tecrîd berdewam e. Tecrîd û konsepta tecrîdê ku li ser Birêz Abdullah Ocalan pêk anîne, berdewam e. Birêz Abdullah Ocalan bi xwe jî di peyama xwe de bi awayekî aşkere dibêje ku tecrîd berdewam e. Her çend tenê hevdîtinek be jî, hêviyek da gelê kurd. Bi kêmasî tenduristiya wî, rewşa wî, jiyana wî hinek agahdariya me çêbû. Ev agahdarî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.”
Karamûs diyar kir ku tecrîd di esasa xwe de beşek ji wê konsepta dewleta tirk a çaresernekirina pirsa kurd e û wiha pêde çû: “Her çend di 2009’an de, di 2013’yan de heta 2015’an de pêvajoyeka çareseriyê çêbûbe jî, wisa diyar bû ku dewleta tirk di çareserkirina pirsa kurd de ne xwedî konsept e, ne xwedî proje ye, ne xwedî îrade ye. Diyar bû ku ew hevdîtinên ku di qonaxên cuda de hatine kirin, ji bo xapandinê bûne. Di wê pêvajoyê de tu projeyeke dewletê ji bo çareseriyê tune ye. Bi taybetî di 2016’an de ew pêvajoya ku li Tirkiyeyê peyda bû, ew zext, ew êrîş, ew polîtîka û konsept bi armanca qirkirina gelê kurd bû. Esas ew tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan e, beşek ji wê konseptê ye, beşek ji wê polîtîkayê ye. Gelo ev tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, tiştekî kesayetî ye? Naxêr! Ev tecrîd li ser hemû gelê Kurd e. Tecrîda di şexsiyeta Birêz Abdullah Ocalan de li ser hemû gelê kurd e.”
Karamûs da zanîn ku tecrîd li ser fikr û raman û felsefeya Rêber Apo ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku ew qas êrîş, ew qas tecrîd li ser Birêz Abdullah Ocalan çêbû jî îradeya gelê kurd ji bo cîhanê, ji bo qada navneteweyî da xuyakirin ku hûn çi konseptê, çi rê û rêbazê li hemberî Birêz Abdullah Ocalan, li hemberî tevgera azadîxwaz a gelê kurd bimeşînin jî, hûn nikarin têk bibin. Bi deh hezaran kes li Kolnê civiyane û peyam dan ku Birêz Abdullah Ocalan îradeya vî gelî ye, bêyî îrade û rol û mîsyona Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî pirsa kurd çareser nabe. Îro dewletê jî qenaet bi vê yekê aniye, raya navneteweyî jî qenaet pê aniye. Gelê kurd, gelên Kurdistanê, dostên gelê kurd ku bi deh hezaran li Kolnê civiyane da ku bidin xuyakirin ku Birêz Abdullah Ocalan îradeya me ye. Ew kesê ku pêşengiyê ji bo pêvajoya çareseriya siyasî bike, Birêz Abdullah Ocalan e.”
Di berdewama axaftina xwe de Karamûs bal kişand bi ser êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê û wiha dom kir: “Niha pirsa Rojava, statûya Rojava yek ji wan pirsên sereke ye ku ji bo pirsa Kurdî bi giştî çareser bibe. Ji ber ku rojavayê Kurdistanê bi paradîgma, bi fikr û raman û felseya Birêz Abdullah Ocalan gihaştiye vê astê. Ew bûye projeyeke wisa ku pirsên li Rojhilata Navîn bi çi şêwazî dikarin bên çareserkirin. Di esasa xwe de êrîş û hewldanên dewleta tirk ku Rojava dikin hedef, ji wê tirsê tê ku Kurd dikarin bi çareseriyeke alternatîf pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin. Tirsa wan ew e ku ew sîstema ku li rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, bibe sîstemek ku pirsgirên Rojhilata Navîn û pirsa Kurd çareser bike. Ji ber vê sebebê jî hemû peyamên dewleta dagirker ew in ew ê êrîşî rojavayê Kurdistanê bikin. Gelo çareserî di êrîşkariyê de ye, di qetlîaman de ye, di qirkirinê de ye? Bersiva me nexêr, nikare bi vî rengî çareser bike. Ji ber ku îradeya gelê Kurd di hemû waran de hatiye xuyakirin. Ji ber vê sebebê jî em bi hêvî ne, em bi hêvî ne ku ew hêzên navdewletî ku bi dewletên dagirker re, bi taybetî bi dewleta tirk re hevkariya stratejîk dikin, bigihîjin wê qenaetê ku ev hevkarî bi xwe re tu çareseriyekê nayne. Em bi hêvî ne ew hêzên ku îro piştgiriyê didin polîtîkaya dewleta tirk, çi li Kurdistanê dibe, çi di qada navdewletî de dibe, bigihîjin wê qenaetê ku çareserî di polîtîka û hevkariyeke bi vî rengî de tune ye.”
Karamûs anî ziman ku gelê kurd îro di qonaxeke hesas û metirsîdar re derbas dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî:“Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê heta roja îro bi deh caran hewldanên gelek gelek girîng kirine ku bikarin yekrêziyê di nav tevgera Kurdistanî de, li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê pêk bînin. Me ev hewlda li gel Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) jî kirine, lê tercîha Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê li gel dewleteke dagirker kiriye ku bi hemû reng û şêwazî dixwaze hebûna gelê kurd ji holê rake. Em îro di qonaxeke gelek hesas û metirsîdar de ne. Me gelek caran peyam daye Partiya Demokrat a Kurdistanê û gotiye ku hevkariya we ya li gel dewleta tirk çareseriyê nayne. Careke din em bangewaziyê li Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin, em di sedsala 21ê de Lozana duyem dubare nekin. Em nebin kesên piyon, em nebin pêlîstokên dewleta tirk. Em bi hêvî ne ku ew ê polîtîka, stratejî û hedefên dewleta tirk fam bikin û di nav hêzên niştimanî de cihê xwe bigirin. Em bi hev re bibin aktoreke sereke li Rojhilata Navîn ji bo ku çareseriya pirsa Kurd li gel xwe bîne.”