Rojnameger Mizgîn Sonuk di çalakiyên şermezarkirina dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê de li Êlihê bi êêşkenceyê hat binçavkirin û di 7’ê mijdarê de bi îdiaya “Ji bo nehêlê polîs peywira xwe bikin li ber xwe daye” hat girtin. Rojnameger Mizgîn Sonuk hevşaredara bajarokê Awiskê yê Qûbîn a Êlihê ya berê û endama Meclisa Şaredariya Êlihê Hatîce Taş şevê din ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê sewqî Girtîgeha jinan a Erzînganê hatin kirin.