Desthilata tirk faşîst 26 sal in li Îmraliyê pergala êşkence û qirkirinê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dimeşîne. Dewleta tirk bi vê êşkence û qirkirinê re li ber çavê cîhanê qanûnên navneteweyî ku li gorî naveroka wan divê Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe binpê dike û tecrîda mutleq a li Îmraliyê didomîne.
Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzer Beşîra Cemal diyar kir ku Rêber Apo rêberekî siyasî û fikrî ye li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û wiha got: “Li gorî zagonên navneteweyî û yên xwecih, divê Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan, lê desthilata tirk van zagonan û tevahî bangewaziyan paşguh dike. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê misogerkirin em ê parastina Rêber Abdullah Ocalan bikin. Parastina Rêber Abdullah Ocalan erka me hemûyan e. Bang li rêxistinên hiqûqî dikim ku ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan têkevin nava liv û tevgerê.”
Endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Basim El Xelef jî ev tişt anî ziman: “Tecrîd, rê li pêşiya çareseriyên siyasî li herêmê digire. Rêber Abdullah Ocalan dikare aloziya leşkerî veguherîne çareseriyeke siyasî, mîna ku di nameya xwe de gotiye ya ku bi biraziyê xwe Omer Ocalan re şandiye. Ji bo ku ev pergala li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, em ê bixebitin. Çareserî û misogeriya diyalog û aştiya li herêmê, di bidawîkirina tecrîdê de ye. Parastina Rêber Abdullah Ocalan erkeke mirovî û exlaqî ye. Ew ronakbîr û siyasetmedar e. Banga azadiyê dike. Banga mafên jinan kir û ew ji qeydan rizgar kirin.”
Hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî Mihemed El Naîmî jî anî ziman ku gelên herêmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin. El Naîmî bal kişand ser pêngava navneteweyî jî û wiha axivî: “Bi saya pêngavê, bêdengiya navnetewî hate şikandin. Di encamê de Omer Ocalan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir. Pêngav heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û peydakirina çareseriyeke aştiyane berdewam e.”