PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Raman û felsefeya Rêber Apo hêviyê dide ciwanan

Ciwanên enternasyonalîst anî ziman ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û gotin: “Ji bo me enternasyonalîstan hebûna Abdullah Ocalan û azadiya wî hêviyeke mezin e. Raman û felsefeya Abdullah Ocalan hêviyê dide me.”

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di sala duyemîn de bênavber didome. Di çarçoveya pêngava azadiyê ya gerdûnî de li bajarê Koln ê Almanyayê bi beşdariya sed hezaran kesî mîtîng hat lidarxistin. nternasyonalîstên beşdarî meşê bûn, peyamên, “Silava Rêber Apo ronahiya têkoşîna jinan e” dan. Ciwanên enternasyonalîst Min Sommer û Sarah Berg ên beşdarî mîtîngê bûn, ji nûçegihanên ANF’ê Denîz Îke û Zîlan Karataş re axivîn û gotin: “Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan em bi hevre bitêkoşîn û li qadan bin.”

Jina ciwan a enternasyonalîst Min Sommer anî ziman ku ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîdê de ye û wiha got: “Ev yek hemû zagonên navnetweyî binpê dike. Hikûmeta Almanyayê û YE jî ku dabînkirina demokrasî û mafên mirovan ji bo xwe wekî erkekê dibîne, di vê mijarê de tiştekî nake. Li vir li gor berwendiyên xwe tevdigerin, ji ber vê bi Tirkiyeyê re peymanên çekan bidomînin. Ji bo wan têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji rêzgirtina bo mafên mirovan giringtir e. Sedem ew e ku şirketên mezin ên alman ji vê yekê sûd werdigirin. Loma li dijî kurdên li Almanyayê radibin, ev durûtiyeke mezin e. Divê raya giştî ya navneteweyî û Almanya ji bo ku dawîlêanîna tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan demildest bikevin dewrê.”

Jina ciwan Sarah Berg jî destnîşan kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdariya mîtînga azadiyê bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan li vê derê ne û wekî ji girseya li vê derê jî tê dîtin, gelek kes hene ku helwesta li dijî Abdullah Ocalan tê birêvebirin qebûl nakin û tecrîda ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye şermezar dikin. Ji bo me enternasyonalîstan hebûna Abdullah Ocalan û azadiya wî hêviyeke mezin e. Raman û felsefeya Abdullah Ocalan hêviyê dide me. Em dixwazin ji bo vê yekê bi hev re têbikoşin û ji ber vê sedemê em îro li vê derê ne, li qadan in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar