Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

6 mehên din hevdîtina bi Rêber Apo re qedexe kirin

Li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, 6 mehên din jî cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 26 sal in di bin şert û mercên giran de li Îmraliyê tê girtin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re birîn.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dadgeriya Înfazê ya 2’yemîn a Bûrsayê dan, diyar kirin ku di 6’ê mijdarê de li muwekilê wan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê ya nû hatiye birîn. Der barê sedema qedexeyê de agahî ji parêzeran re nehat dayîn. Îtîraza biryarê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ve hat redkirin. Parêzer dê li dijî biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.

Herî dawî di 3’yê gulana 2024’an de ji bo Rêber Apo 6 mehan hevdîtin bi parêzeran re hat qedexekirin. Her wiha îtiraza ji bo vê qedexeyê jî hat redkirin.

Qedexeya ku di dema Rewşa Awarte ya tîrmeha 2016’an de hatibû ragihandin, heta Sibata 2018’an berdewam kir. Piştî vê dîrokê hevdîtina parêzeran êdî her carê 6 mehan hat qedexekirin. Bi biryara dawî ya qedexeyê re, di nava 8 salên dawî de herî kêm 14 caran hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin.

Hevdîtinên malbatê jî bi heman biryarên qedexekirinê tên astengkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar