PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Romana ‘Vejîna li welatê rojê-Amara’ bi kurdî derket

Romana ji sê bergan a nivîskar Mehmet Saît Uçlu ê ku 29'ê adara 2021'ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, bi navê 'Vejîna li welatê rojê-Amara' bi kurdî derket. Ev roman romana PKK'ê û têkoşîna Rêber Apo ye. Ev destpêkeke

Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd zêdeyî sed sal in dewam dike. Ev têkoşîn di rêwîtiyeke zor û zehmetiyan derbas bû. Di vê rêwîtiyê de têk jî çû, bi ser jî ket. Lê belê li gel her cûre zehmetiyan jî ev têkoşîn mîna Dîcle û Firatê her tim ber bi deryaya azadiyê ve herikî. Ev dîrok, ev têkoşîn di vê serdemê de bi qasî ku hêjayî wê be nebû mijara wêje û hunerê. Rêber Apo girîngiyeke mezin da karê nivîsandinê. Ji ber ku nivîsandin hişekî, hişmendiyekê diafirîne. Ev hişê me hemûyan e. PKK di dîroka gelê me de xwedî cihekî taybet e. Tevgera ku Rêber Apo di Newroza 1973’an de da destpêkirin, li welêt pêşengî ji bûyîneke nû re kir. PKK ji bo gelê qedîm ê Mezopotamyayê bû navê jiyana nû. PKK veguherî sembola berxwedan û lehengiyê. PKK’ê di rêya azadiyê de xwedî li mîrateya jin û mêr ên leheng ên dîrokê derket û di vê oxirê de fedakarî kir.

Ev têkoşîn romana destaneke ji bo eşq, heqîqet û azadiyê ye. Vejîna li welatê rojê-Amara gava destpêkê ya vê destanê ye ku ji aliyê Mehmet Saît Uçlu ve bi ked û hesasiyeteke mezin hate amadekirin. Uçlu cihê ku di pirtûkê de qala wan tê kirin gav bi gav geriya, ew atmosfer li cih hîs kir, lêkolîn kir û ev kar bi feraseta wêjeyê şoreşgerî destnîşan kir. Destpêka vê destanê bi pirtûka destpêkê û 3 bergan amade kir. Vejîna li welatê rojê-Amara romanek xeyalî ya nivîskarekî nîne. Ev yek jiyana me ye, çîroka gelê me ye. Ev yek mizgîniya vejîna nû ye. Ev roman romana PKK’ê û têkoşîna Rêber Apo ye. Ev destpêkeke. Di her beşa vê berhema ji sê bergan de em ê şahidiyê ji destpêka vê destanê re bikin.

Ev destan demeke ji tarîtiya dîrokê ronî dike. Ev berhema ji sê bergan pêk tê, balê dikişîne ser têkoşîna mayinê, berxwedan û dîroka du sed salên dawî ya gelan. Vê yekê jî bi rêya malbatekê dike. Di nava şerê bêdawî û hilweşîna demdirêj de qala têkoşîna jinûve avakirina jiyanê ya vê malbatê dike. Nivîskar bûyer û çîrokên zor û zehmetiyê yên li nava jiyana gund a mirovan mîna xelekekê digihîne hev. Her wiha qala bûyerên mezin ên raperînan dike ku di paşerojê de tevahiya dîrokê serûbin bikin. Mehmet Saît Uçlu bi sebir çîrokên trajîk ên van mirovan vediguherîne çîrokeke hêviya mirovahiyê.

Fermo, bi piştgiriya Weşanên Meyman em bi hev re ber bi paşerojê û heqîqetê ve gavê biavêjin. Bi zimanê xwe yê dayikê bi kurdî em vê heqîqetê bixwînin. Vejîna li welatê rojê-Amara ku pirtûka destpêkê ya vê destana ji sê bergan e, li hemû Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên li Ewropayê, standên festîval û çalakiyan, her wiha li ser malperên meyman.org û pirtukxane.net dikare bê peydakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar