PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Jinên kurd Werîşe û Pexşan ne bi tenê ne

Jinan diyar kirin ku divê hemû jinên cîhanê li dijî cezayê li Werîşe û Pexşanê hatiye birîn rabin ser piyan û gotin: “Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em li gel wan in. Divê her kes bibe dengê Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî.”


Rejîma Îranê ya ku bi serhildana “Jin jiyan azadî” hejiya, hewl dide tola vê ji di serî de ji jinên kurd û gelên rojhilatê Kurdistanê û Îranê hilîne. Rejîma Îranê heta niha gelek şoreşger bi dar ve kir û herî dawî cezayê darvekirinê li endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî û rojnameger Pexşan Ezîzî birîbû. Bertekên li dijî biryarên darvekirinê didomin. Jinan li dijî biryarên darvekirinê diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Turkan Kocadag da zanîn ku rejîma Îranê li hember gelê kurd û jinên kurd polîtîkayek tunekirinê dimeşîne û cezayên darvekirinê yên Îranê bi salane didome. Turkan Kocabag wiha vegot: “Li Îranê kurd, jin bedena xwe datînin holê û têdikoşin. Divê cezayên darvekirinê û rejîma zextxwir ji holê bên rakirin.” Turkan Kocabag balkişand ser serhildana ‘Jin jiyan azadî’ û wiha domand: “Jin jiyan azadî ne tenê li Kurdistanê li her derê cîhanê deng da. Xwendekara zanîngeha Îslamî Azad a Tehranê Ahû Deryayî 2’ê Mijdarê de li dijî laçikê çalakî pêk anî. Ahû Deryayî li zanîngehê cilê xwe ji xwe kirin û pergal protesto kiriye. Li Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî cezayê darvekirinê hat birîn. Vî cezayî bi jinan şûnde gav nade avêtin. Divê tu kes ji ber fikrên xwe neyên cezakirin. Divê fikr û nêrîn sûc neyên dîtin. Jinan tu carê dest ji têkoşînê bernedane. Têkoşîna me yeke. Piştevanî mezin dike û dide jiyîn. Werîşe û Pexşan ne tenê ne. Em ligel wan in. Têkoşîna wan têkoşîna me ye.”

Nûnera Meclîsa Jinan a Kongreya Demokrtîk a Gelan (HDK) Arîfe Çinar jî got li cîhanê jinên têdikoşin bi zextan re tên rû hev û wiha domand: “Dewlet êrîşê jinên têdikoşin û berxwe didin dike. Yên zîhniyeta serdest bihejînin jin in. Hebûna têkoşîna jinan wan ditirsîne. Ev demek dirêje li Îranê li hember jinan, kurdan êrîş heye. Cezayê darvekirina li hevalên me yên jin hatiye birîn sûcê mirovahiyê ye. Divê hemû jinên cîhanê li dijî cezayê li Werîşe û Pexşanê hatiye birîn rabin ser piyan û bêdeng nemînin.”

Hevberdevka herêma 3’yemîn a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Aydin jî destnîşan kir ku rejîma Îranê hebûna xwe li ser înkarkirina jinan ava dike û wiha anî ziman: “ Îran azadiya gelan ji destê wan digire û rejîma xwe ava dike. Laçika Jîna Emînî kirin hincet û qetil kirin. Piştî qetilkirina wê serhildanek mezin derket holê. Cezayên darvekirinê û zext piştî vê zêde bûn. Herî dawî jî li Werîşe û Pexşanê hat birîn. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê her kes li dijî rejîma Îranê dengê xwe bilind bikin. Divê em jin ji van êrîşan re bibin bersiv.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar