Gerîlayên YJA Starê Zîlan Botan û Zîn Tolhildanê têkildarî 25’ê Mijdarî Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî ûber xweda li hemberî êrîşan axivîn. Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku divê li hember şîdeta li dijî jinan têkoşîn bê dayîn û gotin xweparastin ji bo jinan rêgezeke jiyanî ye.
Zîlan Botan anî ziman ku yên ku jiyanê diafrîne jin e û got: “Wek şervana YJA Starê dixwazim diyar bikim ku em tundiya li ser jinan şermezar dikin û vê yekê qebûl nakin. Em li dijî her cure tundiya psîkolojîk û fîzîkî ya li ser jinan in û têkoşîna me jî xwe li ser vê bingehê pêş dixe. Ya ku jiyanê diafirîne jin e, afirînera jiyanê jin e. Ya ku hebûnê di jiyanê de derdixîne holê jî jin e. Îro jin, li dor felsefeya Rêber Apo bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li qadan in. Em hemûyan silav dikin.
Îro li dijî jinan qirkirinek mezin tê meşandin. Her wiha li dijî jinên ku li serê çiyayan ji bo azadiyê têdikoşin jî şereke mezin tê meşandin. Divê jinek bizane ka divê xwe çawa biparêze û divê bibe xwedî zanîn. Wek hêzên YJA Starê, em li dijî dewleta tirk şereke mezin didin. Divê dewleta tirk vê yekê baş bizane ku em ê her tim li dijî vê hişmendiyê şer bikin. Divê jin her tim li qadan bin.”
Zîn Tolhildanê jî diyar kir ku ew ligel hemû jinên ku li dijî tundiya li ser jinan têdikoşin, di nav hevgirtinê de ne û got: “Em ê ji bo azadiya jinan heta dawiyê têbikoşin. Rast e, têkoşînek li dar e, lê hîn negihîştiye asta tê xwestin. Divê jinên ku li hember tundiya li ser jinan têdikoşin li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin. Em li serê çiyayan li dijî artêşa tirk a faşîst şer dikin; ev li ba jinên Rojhilata Navîn ruhê têkoşînê diafirîne. Eger jin xwe bi xwe neparêzin û xwe bi perwerde nekin, wê civak birize û pûç bibe. Em wek gerîlayên YJA Starê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadiyê’ li her derê belav bikin. Xweparastin parastina jiyanê ye û ji bo jinan rêgezeke jêneger e.”