Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 47’an a PKK’ê nirxandinên girîng kir. Kalkan diyar kir ku PKK bûye roja damezrandina 26-27’ê Mijdarê; partiya jin û şoreşa azadiya jinê derxist holê, veguherî şoreşa azadiya jinê û li dijî tundiya li ser jinê têkoşiya û destnîşan kir ku şoreşa azadiya jinê ya li ser bingehê Jineolojiyê pêş ketî, maskeyên lîberalîzmê hemû xistine xwarê. Hevpeyvîna ANF’ê ya bi Dûran Kalkan re kiriye wiha ye:
PKK’ê sala xwe ya 46’an a têkoşînê li pey xwe hişt û dikeve sala xwe ya 47’an. Weke tevgereke rizgariya neteweyî derket ser dika dîrokê. Lê belê, bi pêvajoyên guhertin û veguhertinê re, bû tevgereke ku vê pênaseyê derbas bike. Eger îro PKK’ê weke hêzeke felsefî, paradîgmatîk, îdeolojîk, civakî û siyasî ji nû ve pênase bikin, hûn dikarin çawa pênase bikin?
Em salvegera 46’an a pêşengê me ya azadiyê PKK’ê dijîn û weke tevger û gel em dikevin sala têkoşîna azadiyê ya 47’an. Ez ewil bi taybetî vê rojê li damezrînerê partî rêberê me Rêber Apo, li hemû hevrêyan, jin û ciwanan, li hêzên me yên gerîla, li gel û dostên me, pîroz dikim. Di sala 47’an de ji bo her kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin careke din serketinê dixwazim. Ez hemû şehîdên me yên qehreman, şehîdên partî û têkoşînê, ji hevrê Hakî Karer ku yekemîn şehîdê mezin ê Partiya me ye heta şehîdên me yên fedaî yên dawî hevrê Asya û Rojger bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez soza we dubare dikim ku em ê armancên wan pêk bînin û bîranîna wan zindî bihêlin. Belê, di nava 46 salên dawî de mijara ku herî zêdetir li Tirkiye û Kurdistanê hatiye nîqaşkirin PKK bû. Ev rastiyek e. Ev tenê bi Kurdistan û Tirkiyeyê re sînordar nema. Di rastiyê de îro bûye yek ji mijarên herî zêde li hemû herêmê û heta li cîhanê tê nîqaşkirin. Îro salvegera 46’an e û em dikevin sala xwe ya 47’an, lê heman tişt derbasdar e. Ev yek girîngiya PKK’ê ji bo kurdan, ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn, ji bo cîhanê û mirovahiyê nîşan dide. Nîşan dide ku xwedî wateyek mezin a bi nirx e û girîng e. An ewqas jixwe nedihat nîqaşkirin. Her çend mirov nexwaze bibîr bixe jî, yek ji siyasetmedarê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel peyvek wî yê navdar hebû, digot ‘darê ku fêkî dide, didin ber keviran.’ Li gorî ku ewqas tê nîqaşkirin, tê wateya ku gelek fêkî dide. Ji ber ku nîqaş piralî çêbûn, hem erênî û hem jî neyînî çêbûn. Gotinên herî bedew, helbestên herî baş, stranên herî xweş ji bo PKK’ê hatin gotin, li aliyê din gotinên herî dijwar, heqaret û qaşo rexne dîsan ji bo PKK’ê hatin kirin. Her kesî li gorî xwe nirxand û helbet nirxandina xwe didomîne. Li gorî berjewendiyên xwe dinirxîne. Nirxandinên herî baş, rast û watedar bêguman ji aliyê Rêber Apo ve hatine kirin. Her wiha şehîdên me yên mezin kirin. Mazlûman, Xeyriyan, Sarayan herî baş PKK’ê pênase kirin. Weke PKK’yiyên herî bedew jiyan, PKK’ê pênase kirin û rol lîstin. Niha jî şehîdên me yên qehreman, rastiya Rêbertiya me heman tiştî dikin.
Di dema avabûna PKK’ê de dinya cuda bû. Têkoşîna wan a azadiyê jî cuda bû. Yekîtiya Sowyetê hebû. Tevgerên rizgariya neteweyî pêş diketin. Tevgerên azadiyê û serxwebûnê ya gel li dijî mêtingeriyê… Fikra mirovahiyê di vê astê de bû. Fikrê herî şoreşger, radîkal û azadîxwaz a serdemê bi vî rengî bû. Ji ber vê yekê PKK’ê ev fikra herî şoreşger esas girt. Mîna tevgereke rizgariya neteweyî ya bi pêşengiya sosyalîstan bi pêş ket û xurt bû. Xwe bi vî rengî pênase kir. Û ev yek xwezayî bû. Lê dîsa jî tam ne weke tevgerên rizgariya neteweyî yên din bû. Mesela, divê têkiliyeke xwe ya bi vî rengî bi Yekîtiya Sowyetê re hebe. Yekîtiya Sowyetê her tim xwe weke hevalbendekî stratejîk pênase kir, lê belê weke mînak îdeolojî û têkoşîna PKK’ê qebûl nekir. Berê jî qebûl nekir. Berê di gelek serdeman de li dijî têkoşîna kurdan derketibû. Cudahiya wê ji vê yekê dihat: kurd weke civakeke di bin mêtingerî û qirkirinê de pênase dikir, lê belê gelên din ên bindest û mêtinger di bin mêtingeriya dewletekê yan jî çend dewletan de bûn. Kurdistan di bin mêtingeriya sîstema hegemonîk a kurewî ya modernîteya kapîtalîst û avaniya hegemonîk a kurewî ya sîstema dewletparêz bû. Bi vî rengî, her çendî netew-dewletek pêşbîn bikira jî, bi yekitiya netew-dewletê ya heyî re, ku di NY’yê de pêk tê, her tim xwe di nav nakokî û pevçûnan de dît. Ji ber vê yekê cuda bû. Dîsa pêşketina wê cuda bû.Wek mînak Kurdistan her tim ji aliyê Marksîstan ve zêdetir hatiye nirxandin, lê gelek alî ew esas girtine. Ku kapîtalîzm netewperestiyê dike. Dihat gotin ku kapîtalîzm hişmendî û rêxistinbûna neteweyî bi pêş dixe. Lê belê Rêber Apo nîşan da ku kapîtalîzm li Kurdistanê roleke bi vî rengî naleyze. Wisa nirxandibû vê mijarê, ‘belê kapîtalîzm li vir jî netewperestiyê pêş dixe, lê ev netewbûn ne netewbûna kurdan e. Dewletên ku li ser kurdan desthilatdariya xwe ava dikin, netewebûna wan dewletan heye. Dibe netewbûna netewên ku nasname didin. Netewbûna tirk heye, netewbûna ereb û farisan heye. Ji bo kurdan ev tê wateya tunebûna netewî…
Di vê wateyê de jî bi nakok bû. Ev cudahiyên girîng bûn. Ev cudahî zêde bûn, wate qezenc kirin û kûrbûn her ku têkoşîn berdewam kir, dewam kir, pêşxist û her ku têkoşîna rizgariyê ya sosyalîst, netewperest li cîhanê pêş ket. Rêber Apo di her pêvajoya pêşketinê de ev yek nirxand. Di encamê de ev sîstem bi aliyê rast û çep re bû yek. Di 9’ê Cotmeha 1998’an komploya navneteweyî ya bi armanca tinekirina Rêber Apo dan destpêkirin. Yanî cih neda Rêber Apo, azadî û serxwebûna kurd. Bû dijberê kurdan û bû dijmin. Bi armanca tinekirina hebûn û azadiya kurdan dest bi êrîşê kir. Ji ber vê yekê, hûn çiqasî xebatên îdeolojîk û siyasî bikin jî, hûn çiqasî têkoşîna leşkerî bimeşînin jî, nepêkan bû ku çareseriya netewe-dewletê li Kurdistanê pêk were. Ev yek bi êrîşa komploya navneteweyî re rû bi rû hat. Rêber Apo dema ku komplo analîz kir, dema ku têkoşîna li dijî komployê nirxand, ev rewş bi kûrahî girt dest û pêvajoya ku em jê re dibêjin guhertina paradîgma li ser vê bingehê pêş ket. Ji îdeolojiya netewe-dewletê veqetand û PKK’ê veguherandiye partiyeke neteweperest a demokratîk. Ji partiyeke ku armanca wê desthilatdarî û dewletê bû, derxist. Veguherand partiyek azadîxwaziya jin, ekolojîk û civakbûna demokratîk. Yanî zîhniyet, xeta xwe ya îdeolojîk, siyaseta xwe, li ser vê bingehê bername, stratejî, taktîk, şêwaza xwe guherand. PKK’yiyekî nû pênase kir. Belê, ev PKK’ê ya nû çawa dikare were pênasekirin? Niha PKK’ê ya nû şoreşeke heqîqetê dimeşîne. Rêber Apo di parêznameyên xwe de bi awayekî zelal danî holê û destnîşan kir ku şoreşa heqîqetê şoreşeke zîhniyet û şêweyê jiyanê ye. Şoreşa zîhniyet û wijdanê bingeha çalakiya şoreşgerî ya PKK’ê, PKK a nû ye. Ya din jî şêwazê jiyanê ye, şoreş e, yanî şoreşa îdeolojîk e. Di aliyê paradîgmayê de PKK’ê êdî li vir ne desthilatdariya dewletparêzî û ne jî çareseriya netew-dewletê esas nagire. Çi esas digire? Rizgariya jinê esas digire. Partiyeke azadîxwaziya jinê, partiyeke jinê ya azad esas digire. Ji destpêkê ve girîngî dida azadiya jinê, lê gav bi gav xwe veguherand partiyeke azadiya jinê ku şoreşa azadiya jinê xist rojevê. Dîsa partiyekek ekolojîst e. Vê êrîşa emperyalîst, kapîtalîst a ku texrîbata xwezayê mîna civakê pêşçavan dike, red dike. Li dijî wêrankirin û tinekirina xwezayê ye. Xwe li ser xwezayê dide xwedîkirin. Helbet partiyeke wiha ekolojîst e. Civaka exlaqî û polîtîk pêşdixîne. Yanî partiyeke sosyalîst e, partiyeke sosyalîst a demokratîk e. Ji aliyê îdeolojîk ve xeta kesayetên azad û komunên demokratîk esas digire. Ferdê azad bi komuna demokratîk ve girê dide û diyar dike ku komuna demokratîk wê bi kesayeta azad pêk were. Yek ji taybetmendiyên PKK’ê ya herî sereke jî ku dixwazim bibîr bixim, pratîka xwe vedibêje, tiştê ku kiriye tîne ziman. Mîna fikrên beriya xwe, pratîka xwe nahêle dawiyê. Yanî ji cihana din re nahêle. Yanî li vê cîhanê bi cih dike, ji siberojê re nahêle, îro pêk tîne. Di asta civakî de jî nebe di asta kesayetî û avaniyê de hatiye pêkanîn. Di nava partiyê û gerîla de pêk tîne. Di têkoşîna jin û ciwanan de tê pêkane. Îdeolojî û zîhniyeta xwe di jiyanê de pêk tîne. Di vê wateyê de partiyeke ku yekparebûna fikir, zikir û çalakiyê esas digire ye. Bi paradîgmaya nû re ev taybetmendî hîn bêhtir bi pêş ketiye û rûniştiye. Em PKK’ya nû çawa pênase dikin? Partiyeke ku di pîvana civaka exlaqî û polîtîk de azadîxwaza jinê esas digire, civakek ekolojist e, partiya sosyalîst a demokratîk e.
PKK’ê di nava vê demê de çi bi ser xist? Li ser esasê jiyanîbûn, civakîbûn û gelbûyîna PKK’ê rewşa kurdan di çi astê de ye? PKK’ê di civaka Kurdistanê de çi guherand, çi xera kir, çi afirand? Bi taybetî di encama şoreşa Rojava de bandoreke çawa li gelên herêmê kir û dike?
Di demên berê de dema ku me salvegera Partî an jî salvegera rojên bi vî rengî yên girîng, dinirxand me diyar dikir ku pirsen tên pirsîn dikarin berovajî bên pirsîn. Yanî em dikarin bipirsin, di nava 46 salên bihurî de bêyî PKK’ê wê çi bibûya? Li Kurdistanê rewşa kurd û Kurdistanê wê niha çawa bûya? Em dikarin pirseke bi vî rengî bikin û li ser vê bingehê mînak em dikarin hewl bidin çareseriyê, pênaseyekê bibînin. Bi rastî wê çawa biba wê demê? Wê navê kurd jî tunebûya. Kurdistan û kurdayetî wê bi temamî bihata asîmîlekirin û ji holê bihata rakirin. Wê navê wan ji dîrokê hatiba birin.kurdayetî weke nasnameya neteweyî, civaka kurd weke avabûneke civakî, civaka herî qedîm a dîrokê wê ji holê rabûya. Ev ne pirole ye. Ev ne gotinên bi darê zorê ne ku pesnê PKK’ê bidin. Ev rastiyeke ku tê jiyîn. Em rewşa kurd û Kurdistanê ya di dema derketina PKK’ê û derketina Rêber Apo jî dizanin. Em vegerin wê demê û bînin bîra xwe. Bi rastî jî çiqas bi rêxistinî bû? Gelo rêxistinbûyîneke civaka kurd hebû?
Kurdbûn nirxeke ku xwedî lê dihat derketin, an jî nirxeke ku dihat veşartin, ji holê dihat rakirin, înkarkirin û redkirin e? Bêguman ya duyemîn e û ji aliyê xwediyên xwe ve dihate kirin. Jixwe yê serdest ji aliyê desthilatdar û mêtingeran ve tine dihat hesibandin, heqaret lê dihat kirin ji bo ku tine bike her tişt dikir. Xwediyê wê jî jixwe anîbû wê astê. PKK’ê ev rastî hemû berovajî kir. Taybetmendiyên dîrokî yên gelê kurd derxist holê, ew nû kir û guherand. Nirxên azadîxwaziyê û demokrasiyê bi nirxên komunal re bi xurtî gihand hev û bi rastî jî civakeke nû ya kurd afirand. Jinek û ciwanek nû ya kurd ava kir, mirovek kurd ava kir. Civaka kurd a azad, jiyan û sîstemeke demokratîk ava kir û li ser bingeha azadiya jinê xurt kir. Vê yekê li ser bingeha civaka ekolojîk ava kir. Li ser bingeha ferdekî azad û komuna demokratîk, yanî civakeke ku her tiştê xwe parve dike, ava kir. Ji her cure mêtingerî û zordariyê dûr, siyaseta demokratîk bi pêş xist. Avabûneke bi vî rengî ya civakî û nirxê civakî afirand. Di nava kurdan de yekîtî çêkir. Hişt ku kurd ji xwe hez bike û xwedî li nasnameya xwe derkeve. Hişt ku kurd bi coş û kelecan heqîqeta xwe bijî. Ligel vê hemûyan jî dijminatî li kesî nekir. Aliya wê ya girîng jî ev e. Di nava kurdan de yekîtî çêkir û anî wê astê ku kurd xwe nas bikin. kurdan hişyar kir, bi rengekî ku bikaribin bi gelê din re bi hev re wekhev bijîn, mil bi mil, di bin banê neteweya demokratîk de, di nav pergala konfederalîzma demokratîk de, bêyî ku wan bikin dijminê hev anî cem hev.
PKK’ê mora xwe li hemû pêşketinên li Kurdistanê daye. Bêguman kurdîtî bi PKK’ê re pêk nehat. Civaka herî qedîm a dîrokê ye. Nasnameyeke ku di nava dîrokê de ava bûye, nasnameyeke civakî ye gelê kurd e. kurd tenê bi PKK’ê re li ber xwe nedan. Jiyana wê tev bi berxwedanê derbas bûye. Bi taybetî jiyana li Kurdistan û Mezopotamyayê ji destpêkê heta dawiyê çalakiyeke berxwedanê ye. Ji ber vê yekê kurdan her tim li ber xwe dan, lê berxwedana 50 salên dawî bi PKK’ê re bû. PKK’ê di nava 50 salên dawî de mohra xwe li berxwedanê da, nûnertiya berxwedanê kir û bi vî rengî hemû nirxên ji aliyê berxwedanê ve hatine avakirin, derxistiye holê. Pêvajoyeke bi vî rengî bi rê ve bir. Di serî de PKK’ê di mirovekî de teşe girt. Hest, raman û ruhê Rêber Apo gav bi gav bi sîstemabû û veguherî jiyanê. Ji wir jî veguherî komekê û piştre ji wir veguherî partiyekê. Bû gerîla, bû gel. Bi salan e civaka kurd li her derê diqîre, dibêje PKK’ê gel e, gel li vir e. Di rastiyê de ji partîbûnê wêdetir bi pêş ket. Ji tevgereke azadiyê, tevgereke berxwedanê mezintir bû. Bûye çanda gel, ziman, dîrok, şêweyekî jiyanê û bûye nasname. Xwe gihandiye avabûneke ku pêşeroj û paşeroja xwe temsîl dike. Rastiyeke PKK’ê ku bûye gel û bi civakî bûye heye. Partiyeke wiha ye ku bi îfadeyek wisa xwe dide pênasekirine, civakê dikişîne nava jiyanê, zindî digire û têkoşîna wê xurt dike. Civak nirxên xwe yên herî baş bi PKK’ê re dibîne. Bi Rêber Apo re dibîne. Bi PKK’ê re teşe digire. Dema ku mirov van hemûyan bigire berçavan, ger PKK’ê neba, helbet wê tiştek bi navê kurdbûn û Kurdistanê neba. kurdbûn û Kurdistan bi PKK’ê re hebûna xwe zindî kir û xwe gihand heta roja me ya îro. Lê kurdbûn û Kurdistana ji aliyê PKK’ê ve hatiye avakirin ne mîna ti welat û civakeke din e. Civakeke bi temamî cuda ye, bi temamî welatekî cuda ye. Îro bi rastî jî ji bo her kesî navendek balkêş e. Bi taybet Rojava… Rojhilata Navîn yek ji herêma ku dihat gotin herî zêde jin rastî zextê tê û di bin pergala koletiyê de tê ragirtine. Şoreşa Rojava şoreşa jinê bû. Şoreşa azadiya jinê pêk hat. Jinê pêşengiyek mezin kir, îrade bi dest xist. Rojava, hewze Firatê li vê herêmê gelek nasname di nava hev de dijîn, qadeke ku desthilatdarî, dewlet siyaseta xwe ya şer û nakokiyan lê pêş dixîne. Niha hemû nasname di bin sîwana konfederaliya demokratîk de bi hev re dijîn û bi hişmendiya neteweya demokratîk di nava yekîtiyê de dijîn. Ti pirsgirêkek ango nakokî û şerek wan a li dijî hev nîne. Vana çareser dikin. Di demeke kurt de ev rewş pêk hat. Bûye cihek, modelek mînak. Civakeke demokratîk ava dibe. 10, 12 sal in jiyaneke bê desthilatdarî û bê dewlet heye. Niha li wir jiyanek ku mînaka wê li cîhanê nîne ava dibe, ji ber vê yekê ji bo her kesê ku di lêgerîna jiyaneke nû de ye navendeke balkêş e. Li cîhanê gelek lêgerînên bi vî rengî hene û bersiva lêgerîna xwe li Rojava dibînin. Û bêguman li Rojava di paradigmaya Apoyî de hebûna xwe dibînin.
Çareseriya konfederalîzma demokratîk an jî modela neteweya demokratîk a bi pêşengiya PKK’ê bi pêş dikeve, li erdnîgariyeke tundî, pevçûn û şer ên mîna Rojhilata Navîn tê çi wateyê? Çima ev model ji bo gelan, baweriyan û civakên tên biçûk xistin girîng e?
Li Rojhilata Navîn Kurdistan ji aliyê dîrokî ve herêmeke pirzimanî, pirçandî, pirrengî, pir olî, pir mezhebî ye. Qadeke ku civak lê şênber in, gelek beşên cuda yên civakî lê pêş dikevin û di pêvajoyeke dirêj a dîrokî de şekil girtine. Qadeke ku hem civakîbûn hem jî civaka xwezayî herî zêde lê bi pêş dikeve û kûr dibe ye. Her wiha qadeke ku desthilatdarî û sîstema dewletê herî zêde lê bi pêş ketiye, teşe girtî û demeke dirêj desthilatdariya xwe lê berdewam kiriye. Li qadeke wiha konfederalîzma demokratîk, neteweya demokratîk, tê çi wateyê? Tê wateya hemû nasname xwe bi awayekî azad birêxistin dikin û tevlîbûna di bin banê yekîtiya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk de esas digire. Ev yek tê wateya di nav yekbûnê de xweseriya xwe azad jiyîne. Xweseriya xwe di xeta neteweya demokratîk, di bin banê konfederalîzma demokratîk de hemû nasnameyên olî, mezhebi, netewî, civakî nirx û azadiya xwe dibîne. Hebûna xwe di hebûna yê din de dibîne. Hebûna xwe di tinekirina yên din de nabîne. Lê belê olperestî, neteweperestî, zayendîperestî, zanyarî, avaniya zîhniyetê, qalibên îdeolojîk, lîberalîzm van hemû bi xwe ve girêdide, berovajî wê îfade dike. Çi îfade dike? Hebûna xwe di tinekirina yên din de dibîne, azadiya xwe bi kolekirina yên din de dibîne. Ji ber vê êrîş dikin. Di aliyê olî, mezhebî dikin, bi awayekî netewperestî êrîş dikin. Ji bo kedxwariyê êrîş dikin. Rêber Apo Cihû nirxand, Îsraîl êrîş dike, bi tinekirina derdora xwe re hewl dide hebûna xwe xurt bike. Difikire ku bi kolekirina yên li derdora xwe re wê Yahûdî azad bibe. Lê Rêber Apo got nabe. Yanî, bi rastî jî nabe. Bi tinekirina civakên din re Cihû nikarin hebûn û azadiya xwe biparêzin. Ti kes wê azad nebe. Lê belê hemû zîniyet û pêlên fikir ên ku me behsa wê kir, hebûn û siberoja xwe di tinekirin û biçûk xistin û yên li hemberî xwe de dibînin. Ji ber vê yekê ev zihniyet Rojhilata Navîn vediguherîne gola xwînê. Ewqas cudahiyên olî, mezhebî, ewqas cudahiyên etnîkî, ewqas cudahiyên civakî, nakokî; Eger hemû bi hev re pev biçin, wê demê dibe girêkek ku venebe. Bêçarebûna li Rojhilata Navîn girêkê kûrtir dike. Ji her alî ve pevçûn pêş dikeve û vediguhere gola xwînê. Sedema gola xwînê ya ku li Rojhilata Navîn ava bûye, ev alî ne. Neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk tevgereke rakirina van pirsgirêkane, tevgera çareseriyê ye. Tevgera ku dawî li vê xwînrijandinê bîne û dawî li nakokî û şer bîne ye. Çawa dike? Bi guherîna zîhniyetê. Şoreşa zîhniyetê girîng e, bi guherîneke îdeolojîk e. Tê wateya ji holê rakirina şekil û hişmendiya ku dibêje ‘Bila yên din tine bibin û her tişt ya min be.’ Jiyaneke demokratîk, sosyalîst, jiyanek li ser esasê parvekirinê û komunal pêşdixîne. Nabêje ku ‘her tişt ya min e.’ Parvekirinê esas digire. Nabêje divê ez bijîm, dibêje divê her kes bijî. Ew dixwaze her kes azad bibe, da ku ew jî azad be. Di bin avaniya siyaseta demokratîk de pêşvebirin û mîsogerkirina azadiyê pêş dixîne. Çareserî esas digire. Ji ber ku zîhniyeta PKK’ê li ser esasê paradigmaya Rêber Apo ya nû ya konfederalîzma demokratî-neteweya demokratîk bi pêş dikeve, bandoreke mezin li civakan, li avahiyên cuda yên etnîkî, herêmê û cîhanê dike û dibe navendek balkêş. Ji bo her kesî dibe rêyeke derketinê û rizgariyê. Avaniyên serdest dijmin in, êrîş dikin, lê civak tevgerê weke rêya rizgariyê dibînin. Dewletên li Rojhilata Navîn pêşî li belavbûna van ramanan digirin, lê li herêmên cuda yên cîhanê mînak hîn bêhtir belav dibe û bandorê dibîne. Eger ev derfet werin nirxandin, rê li ber pêşketinên gelekî bi lez vedikin. Jiyaneke nû, pergalek nû ya têkiliyan, ji bo mirovahiyê hebûneke nû ava dike. Ew serdemek, dîrokeke nû dide destpêkirin. Tişta ku divê em bibêjin ev e. Li dijî desthilatdarî û zîhniyeta dewletperest a mêr a 5 hezar salî û zîhniyet û sîstema bi serdestiya mêr a modernîteya kapîtalîst a 500 salî, bi rastî ji bo jiyaneke nû, pêvajoyeke dîrokî ya nû ya ku bi civaka xwezayî re lihevhatî, bi xwezayê re di nava wekhevî de dijî û ji bo mirovahî bi bextewarî, azad û wekhev bijî, esas digire. Di vî alî de bêguman gelekî girîng û watedar e. Dibe navenda balkişandinê. Ji bo pêşketinên nû ji niha ve rê vekiriye û wê hîn bêhtir rê li ber veke.
Li Kurdistanê bi pêşengiya PKK û PAJK’ê li ser hîmê felsefe û keda Rêber Apo şoreşeke jinê pêk tê. Ev pêvajoya şoreşgerî çawa bi pêş ket, di civakê de astek çawa derxist holê? Di vê pêvajoyê de pergala ku di encama destketiyên jin de hatine bi dest xistin, çima her tim di hedefa dewletan de ye?
Ji aliyê dîrokî ve ev mijar tên nirxandin û nîqaşkirin.Paradîgmaya nû ya PKK’ê, têkoşîna ku li Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê ya nû pêş dikeve, li ser esasê Xeta Azadiya Jinê, di çarçoveya pênasekirin û pêşxistina şoreşa azadiya jinê de tê nirxandin û destgirtin. Ev rewşeke ku di roja me ya îro de pêk tê ye. Em çawa hatin vê qonaxê? Divê ji aliyê dîrokî ve civaka kurd were lêkolînkirin. Li Mezopotamyayê civakek ku di nava hewirdorek şer û pevçûn de xwe diafirîne û didomîne li ser kîjan taybetmendiyan ava bû? Divê em li bersiva vê pirsê bigerin. Sedemên vê yên dîrokî hene. Aliyên wê yên civakî hene. Tişta ku di dîrokê de di avaniya civaka kurd de çêbûye û tevlîbûna jinan a li jiyana civakî jî ji bo îro girîng e. Ne civakeke ku sîstema desthilatdarî û dewletê lê pir pêşketî ye. Em bala xwe bidinê. Civaka herî kêm pêşketî ye. Civakeke ku desthilatdarî û dewletparêzî lê pêşneketiye, civakî maye. Ev tê çi wateyê? Tê wateya jin çalak in. Tê wateya azadiya jin û pêşengiya wê ye. Dewletbûn û desthilatdarî serdestiya mêr îfade dike, berhemeke wê ye. Encameke siyaseta zîhniyeta serdest a mêr e. Ji ber vê yekê, ji ber ku civaka kurd ne bi vî rengî ye, divê em ji aliyê dîrokî ve qebûl bikin ku avabûna civaka kurd bi civakên din re tam ne weke hev e.
Eger em pêşketina di nava PKK’ê de binirxînin. Rêber Apo dildarê azadiyê ye. Ji zarokatiyê ve wisa ye. Pêşxistina tevgerê jî wisa ye. Girêdana wî ya ji bo hebûn û azadiya kurd hişt ku van xebatan hemûyan pêş bixe, ewçend berhemdar be, pêşketin çêke û pêşengî bike. Anî astek wisa ku hemû astengî û zehmetî derbas bike. Ji ber vê yekê, heman tişt di mijara pirgirêka jinê de ku weke zayenda herî bindest, kedxwar û herî zû hatiye kolekirin, nîşan da. Ji destpêkê ve cidî nêzîkî vê meseleyê bû. Her ku rastiya gelê kurd nas kir, hewl da rastiya jinê jî nas bike, her ku pirsgirêka kurd çareser kir, ya jinê jî şibihand wê û çareser kir û kir yek. Nirxandin û analîzên têkildarê pirsgirêka jinê wisa pêş ket. Û di pêvajoya avabûna partiyê de bêguman hêza jinê weke hêza herî bingehîn a partîbûyînê, hêza jinê ya meşa azadiyê û têkoşîna azadiyê dît. Bi gotineke din, yek ji bangên herî xurt ên danezana damezrandinê ya PKK’ê li jinan hat kirin. Rêber Apo amade kir. Her kesê ku niha bixwîne, wê bibîne ka bangeke çawan bi hêz li jinên kurd hatiye kirin. Bi PKK’ê re li dijî her cure koletî û desthilatdariyê têkoşîn esas girt û ji bo civaka azad li Kurdistaneke azad pêk were, ji bo jiyaneke nû bangawazî kir. Ev bangeke xurt bû, lê ji ber ku zîhniyet, avaniya îdeolojîk û pergala sosyalîst a reel li pêş bû, demeke dirêj ev têgihiştin, têgihiştina reel sosyalîst di nav PKK’ê de bi rengên cuda xwe di qadên siyasî û rêxistinî de da der. Çi bûbû ango ev têgihiştin çi bû? Weke baskê tevgerê dîtin, weke şaxeke alîgirê têkoşîn û rêxistinê dîtin çêbû. Weke pêşenga têkoşîna azadiya jinê, bingeh nehat dîtin. Lê belê rêxistina jinê cidî girt. Ji nîveka salên 1980’î û pê ve pêş ket. Li Ewropayê pêş ket û li qadên din belav bû. Di serdema koma ewil a PKK’ê de tevlîbûna jinan destpêkir. Piştî pêngava 15’ê Tebaxê jî tevlîbûna jin ji bo gerîla çêbûn. Her ku pirsgirêkên têkoşîna gerîla û lêgerînên çareseriyê yên ji bo wan derketin pêş, pozîsyon, cih û girîngiya jinê ya di nava têkoşînê de bêhtir derket holê. Rêber Apo pirsgirêka azadiya jinê û pirsgirêka malbatê bêhtir xist rojevê û nirxand. Em bala xwe bidinê. Piştî kongreya sêyemîn, bi avakirina Akademiya Mahsûm Korkmaz re nirxandinên teorîk ên Rêber Apo kûrtir û xûrtir bûn. Ji gelek alî ve girt dest, di gelek aliyan de pêş ket. Lê du esasên bingehîn hebûn. Yek, di gerîlatiyê de kûr bûyîn û duyemîn jî di rizgariya jinê de kûr bûyîn. Ev her du bi awayekî parelel bi hev re, pêş ketin. Kûr bû, hev temam kir û bi hêz bû. Her ku çû di nava civakê de bandora wê zêde bû. Di salên 90’î de tevlîbûna jinê ya li nava gerîla zêde bû û pê re bi pêşengiya jinê Şoreşa Vejîna Neteweyî, serhildan pêş ketin. Ev yek di rastiyê de destpêka şoreşa azadiya jinê bû. Pê re çi pêş ket? Partiya azadiya jinê PAJK ava bû. Milîtaniya jinê bi pêş ket, gerîlatiya jinê bi pêş ket û îro jî weke YJA-Starê derket pêş. Hişmendî, îdeolojî, rêxistinbûyîn û têkoşîn li ser vê bingehê, bi hev re bi pêş ket. Bi paradîgmaya nû re bêguman Rêber Apo azadiya jinê weke pîvaneke bingehîn a paradîgmayê girt dest. Civaka ekolojî, civaka exlaqî û polîtîk û azadiya jinê esas girt. Rêber Apo paradîgmaya xwe weke 3 pîvanên bingehîn pênase kir. Azadiya jinê li ser esasê jîneolojiyê weke zanista jinê nirxand û ji gelek aliyan ve analîz kir. Jinên kurd li qadên herî zor û zehmet têkoşîn meşandin û her peywirê girtin ser milên xwe. Di têkoşîna welat û neteweyî de berpirsyarî girtin, pêşengî kirin, xwedî derketin û tevlî bûn. Bi vî rengî îdeolojiya rizgariya jinê, xeta azadiya jinê û şoreşa azadiya jinê derket pêş û bû rojev. Li ser bingeha rêxistinbûyîna PAJK, KCK û YJA-Starê. Tevgereke nû ya şoreşgerî bû, jiyanek nû, civakek nû ava kir. Sedsala 21’an weke sedsala azadiya jinê pênase kir û dirûşmêyên wê pêşketin.Vê pêşketinê bandor li tevgerên din ên jinan a li cîhanê jî kir. Kêmasî û qelsiya tevgerên femînîst, tevgera mafên jinan û tevgerên ku têkoşîna li dijî zexta li ser jinê dimeşînin, derxist holê. Her wiha wan jî kişand nava şoreşa azadiya jinê. Rêber Apo bi rastî jî ji bo dirûşmeya Jin Jiyan Azadî gotibû formula biavsûn. Ev formula biavsûn li dijî hemû pirsgirêkên ku ji aliyê pergala dewletê û desthilatdaran ve di nava civakê de hatiye avakirin, bûye hêza pêşengî û çareseriyê. Niha me got mirovahî bi kurdî dimeşe. Bi pêşengiya jinan dimeşe. Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re dimeşe. Ji ber vê têkoşîn û şoreşa azadiya jinê ne parçeyek wê û ne jî baskek wê ye, pêşenga têkoşîna azadiyê ye, pêşenga jiyana azad e. Bingeha azadiya civakî ye ava dike. Tê wateya pêşengiya wê dike. Armanca wê ji her alî ve serdestiya mêr a desthilatdar hilweşîne û biguherîne ye. Niha li pêşiya me 25’ê Mijdarê heye. Weke roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê tê binavkirin. 26 û 27’ê Mijdarê jî roja kongreya damezrandina PKK’ê û cejna partiyê ye. 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye… PKK’ê di 26 û 27’ê Mijdarê de bi damezirandina xwe re ango bi avakirina partiya jinê re, bi şoreşa azadiya jinê re bersiv da têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê. Divê em wan bikin yek. 25’ê Mijdarê di rastiya PKK’ê ya 26-27’ê Mijdarê de wateya xwe ya herî baş dibîne. Têkoşîna azadiya jinê ya herî xurt û mezin têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê ye. Têkoşînek ku nûnertiya xwe di avabûna PKK’ê de dibîne. Hin alî vê tundiyê teng digirin dest. Tundiya madî, weke zextê digire dest. Lê belê ne wisa ye. PKK’ê ne tenê tuniya li ber çavan, her wiha tundiya ku nayê dîtin, di jiyanê de hatiye rûnişkandin, tundiya li ser jinê ya di encama pergala desthilatdariyê ya mêr belavî hemû jiyanê bûye, derxist holê. Pêşbîniya şoreşa azadiya jinê ya ku li dijî wan têdikoşe dike, di rastiya xwe de tevgera ku herî bi hêz têkoşîna azadî û wekheviya jinê weke nasnameya jinê li dijî zîhniyet û pergala mêr dimeşîne ye. Ev rastî îro ji aliyê jinan ve gelekî baştir tê dîtin û fêmkirin. Jin hîn bêhtir wate didin pêşengiya PAJK’ê. Jin têgeha jineolojiyê ku ji aliyê Rêber Apo ve hat pêş xistin, bêhtir fêm dikin. Ji her kesî bêhtir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî pêngava azadiyê ya navneteweyî dibin. Xwedî lê dertên û pêşengiyê dikin. Ji ber ku bi rastî jî bi jiyan û tecrûbeyên xwe dibînin û fêm dikin ku Rêber Apo hevrêya herî xurt a jinê ye.
Ev yek wê bibe bingeha şoreşa sedsala 21’an. Di encamê de çima pergala dewletê êrîşê van nirxan dike? Şoreşa azadiya jinê, zîhniyeta desthilatdar û dewletê û her wiha siyaseta sîstemê bi awayekî vekirî teşhîr dike. Ne tenê dewlet û desthilatdarî, her wiha rêya li ber hiyerarşiyê vekiriye, analîz dike. Ji ber vê yekê, ji dewlet û desthilatdariyê wêdetir li ser serdestiya mêr analîzek pêş dixe. Bi awayekî qebe desthilatdarî û dewletê nagire dest, berovajî zihniyet û sîstema bi serdestiya mêr a ku belavî hemû jiyanê bûye, derdixe holê. Ji ber vê yekê herî bêhtir ji jinan ditirsin. Ji ber ku jin maskeya wan bi zanistiya azadiya jinê û şoreşê dixîne xwarê. Herî bêhtir têkoşîna azadiya jinê zîhniyet û sîstema bi serdestiya mêr, desthilatdarî û sîstema dewletê teşhîr dike. Hovîtiya sisteme radixe ber çavan.
Ji ber vê yekê, desthilatdarî û hêzên dewletê ji têkoşîna azadiya jinê ditirsin. Ango encama xwezayî ev e. Ji ber vê yekê jî êrîş dikin. Di dema bihurî de hin têkoşînên mafên jinan jî wisa, qet rûyê wan yê rast dernediket holê. Heta hewl didan wan jî bixin bin bandora xwe. Lîberalîzmê ev yek gelekî kir. Û kêfa wan jê re hat. Ji ber vê jin weke xeteriyekê li hemberî xwe nedidîtin. Bi temamî xistibûn bin kontrol û desthilatdariya xwe. Lê niha şoreşa azadiya jinê ku li ser bingeha jineolojiyê bi pêş dikeve, van hemûyan dişkîne, têk dibe û ji holê radike. Berovajî, hemû maskeyan bi temamî dadixîne xwarê. Bi hemû kûrahî, rastiyê radixe ber çavan. Û ji ber vê desthilatdarî û sîstema dewlet ditirse. Hilweşîna xwe dibîne, dawiya xwe dibîne, mirina xwe dibîne. Ji ber ku xwe dispêre esasê zihniyet, hest û ramana serdest a mêr. Dizane wê bi şoreşa azadiya jinê re vana hemûyan winda bike. Yanî di vî alî de tiştên berê hatine guhertin. Niha herî bêhtir jinê weke xeteriyekê û weke dijmin dibîne. Herî zêde êrîşî jinan dike, zilmê li wan dike, wan digire. Bêguman jin vê rastiyê ji her kesî baştir fêm dikin, xwe li gorî vê yekê perwerde û bi rêxistin dikin. Mêrên ku li ser bingeha azadiya jinê bi hişmendî û rêxistinbûyî ne, vê rastiyê dibînin. Jina azad, bi mêrên ku ji bo azadiyê ked didin re bi awayekî yekbûyî vê rastiyê analîz dikin û li dijî vê bi bandortir têdikoşin. Çi dike bila bike, zîhniyet û siyaseta bi serdestiya mêr, her wiha desthilatdarî û sîstema dewletê, wê nikaribe vê hişmendiyê û rêxistinbûyîn û têkoşîna ku tê dayîn, têk bibe. Berovajî, ev hişmendî, rêxistinbûyîn û pêşketin, wê zîhniyeta bi serdestiya mêr, polîtîka, desthilatdarî û sîstema dewletê têk bibe.Wê sedsala 21’an li ser bingeha azadiya jinê bike sedsala civaka azad û demokratîk.
Hûn dibêjin ku PKK tevgereke Rêbertiyê ye. Tişta ku divê ji vê pênaseyê were fêmkirin çi ye? Di nava PKK’ê de rastiya Rêbertî, rola Rêber Apo çi ye? Tevlîbûna ji vê rastiyê re divê çawa be?
Rast e PKK tevgereke rêbertiyê ye, helbet girêdayî pêşengtiyê ye û tevgereke pêşeng e. Yanî ne tevgereke jirêzê ye, ne tevgereke wisa ye ku hêz û piştgiriyê dide hin tiştan. Berovajî wê yekê tevgereke wisa ye ku çareserî, analîz, rexne, dîtina aliyên erênî, redkirina aliyên nerênî û jiyaneke nû esas digire. Tevgereke şoreşgerî ye, tevgereke guherînê ya mezin e. Vê yekê bi hêzeke wisa mezin dike. Bi asta pêşengtiyê dike. Ji ber vê yekê helbet tevgereke Rêbertiyê ye. Tevgereke wisa ye li pêş dimeşe. Tevgereke rênîşander e, tevgereke wisa ye ku jiyana nû û jiyana azad diafirîne û rê û rêbazên wê derdixîne holê. Yanî divê em bibînin ku tevgereke Rêbertiyê ye. Her wiha helbet di vejîn, damezirandin, rêveberî û di her aliyên wê de kartêkeriya Rêber Apo ya diyar li ber çavan e. Rola Rêber Apo di pozîsyoneke diyarker de ye. Rolên din li gorî vê yekê diguherin. Zêdetir di awayên têkarî, têkariya navîn û kêm de derdikeve pêş û helbet astengî jî hene. Em nikarin van yekan weke kesên kartêker binirxînin lê belê divê em van yekan bibînin. Çimkî li vir li dijî wan jî têkoşînek tê meşandin. Ji destpêkê heya niha rola Rêber Apo di asteke diyarker de ye. Di yekem peyva tevgerê de, di afirandina pîvanên wê yên jiyanê de, di fikra wê de, ji teoriya wê heya bernameya wê, di taktîkên wê yên stratejîk de, di rêveberiya hemû kêliyan de, di perwerdekirina kadroyên wê de, di pêşengtiya partiyê de, di afirandina gerîlayan de, di pêşengtiyê de, di her tiştî de têkariya herî zêde keda herî zêde ya Rêber Apo ye, rastiya Rêber Apo ye. PKK ne tevgereke wisa ye ku li hemberî êrîşan weke nerazîbûneke civakî derketiye holê. PKK weke nîqaşkirin û kombûna hêzên xwedî fikrên cuda, bi lihevkirina li ser hin rêgezan û bi afirandina rêveberiye hevpar û weke avakirina partiyekê pêş neket. Tevgerên bi vî rengî hene, partiyên bi vî rengî hene. Dema em li dîrokê dinêrin, li Kurdistanê jî hewlên wisa hene lê belê PKK ne wisa bû. PKK çawa ye? Ferq û cudahiya wê çi ye? Wisa ye, PKK ji destpêkê û bi her tiştê xwe li dora Rêber Apo şikil girtiye, tevgereke wisa ye ku girêdayî bingeha tevlîbûna ji Rêber Apo re ava bûye. Yanî hemû pîvan, rêgez û nirxên tevgerê ji aliyê Rêber Apo ve hatin diyarkirin, ji aliyê Rêber Apo ve hatin pêşxistin û afirandin. Kesên din jî tevlî wî bûn û li gel Rêber Apo bitûniyek ava kirin. Weke PKK’yîbûn, tevlîbûna partiyê, bûna PKK’ê, tevlîbûna ji Rêber Apo re, kombûna li dora Rêber Apo û weke birêxistibûnê pêk hat. Ev jî aliyekî PKK’ê yê girîng e, taybetmendiyeke wê ya girîng e. Rêbertîbûna wê vê yekê îfade dike. Beşdarbûna ji Rêbertî re divê çawa be? Rêber Apo li hemberî vê pirsê bersiva; ‘divê bi zanedarbûn û baweriyê çêbibe’ daye. Got ku hin kes bi zanedarbûnê û hin kes jî bi baweriyê tevlî dibin, lê belê ya herî rast tevlîbûna bi zanedarbûn û baweriyê ye. Got ku bi vî awayî rastî û heqîqeta min tê bidesxistin û Mazlûm û Hayrî wisa tevlî bûn û hemû caran ya rast kirin, bûn endamên partiyê yên serkeftî. A niha fikr, fêmkirina rastiya Rêbertî îfade dike. Helbet bawerî dilsoziyê îfade dike. Divê mirov li rastiyeke din negere. Divê rastiya mirov bi jiyan, fikr, terz û rastiya Rêber Apo be. Her wiha bi tenê rastdîtina van yekan jî têrê nake, mirov dikare bîbîne lê belê di pratîkê de nîşan nede. Wê demê mirov nabe welatparêz û şoreşgereke serkeftî û mirov nikare tevlîbûneke baş pêk bîne. Ji bo ku mirov bibe milîtaneke welatparêz, tevlîbûna rast pêk bîne û di pratîkê de serkeftî be divê fêm bike û bizanibe. Ji bo van yekan jî zanedarbûn hewce ye. Tevlîbûna di çarçoveya fêmkirin, bawerî û dilsoziyê de tevlîbûna rast e û di encama wê de şoreşgertî û welatparêziya herî serkeftî derdikeve holê. Em jî lêpirsîna tevlîbûnan dikin. Me hemû caran lêpirsîna vê yekê kiriye. Di paşerojê de jî û a niha jî bi taybetî jî tevlîbûna PKK’ê ya girêdayî paradîgmaya nû û tevlîbûna ji rastiya Rêbertî re zêdetir dipirsin. Yanî gelek tiştên ku em li gorî xwe diafirînin, hene û ya herî zêde tê nîqaşkirin jî tevlîbûna hestî ye. Ez di encama hestên xwe de tevlî bûm. Wisa nabe. Tevlîbûna ji PKK’ê re ya bi wî rengî tune ye. Berovajî vê yekê Rêber Apo hesta ku ji fikr û rêxistinê re nehatî guherandin gelekî bi talûke nirxand. Hêza hestan, dema ku bi fikr û rêxistinê re dibe yek derdikeve holê, dibe hêzeke wisa ku têk naçe lê belê ger bi fikr û rêxistinê re nebe yek girêdayî van yekan neguhere çalakiyan wê demê dibe ku rê li ber talûkeyên mezin veke û dibe ku rê li ber fanatîzmê veke. Ji ber wê yekê tevlîbûnên hestî û tevlîbûnên bi tesadûfî dikare ji bo pêngava ber bi PKK’ê ve û peydakirina Rêbertî baş were nirxandin. Lê belê weke destpêkekê. Divê ew yek demildest were guhertin û vekirin.Divê Rêbertî rast were fêmkirin, partî rast were fêmkirin û girêdayî fikr û baweriyê tevlîbûn pêk were. Divê kêmasî û zirardayîn tevlîbûna hestî were derbaskirin û ji holê were rakirin.
PKK heya niha ne li gel artêşa tirk ku duyemîn mezintirîn NATO’yê ye şer kir, a rastî li hemberî gladyoya NATO’yê şer kir. Tevî ku li hemberî vê yekê dewlet jî nikarin li ser piyan bîmînin, PKK çawa her roj bi hêztir bû û xwe çawa gihand van rojan? Yanî taybetmendiya PKK’ê ya ku wê dike têkneçûyî çi ye?
Erê pênasekirineke baş e, pirs baş îfade dike. Bi rastî jî hêza PKK’ê nîşan dide. Îfade dike ku şerekî çawa dimeşîne û li hemberî kê şer dike. Li hemberî van hêzan çawa şer dike? Cesareta xwe ya şerî û hêza xwe ji ku digire? Dema ku li hemberî hêzeke bi vî rengî şer dike, çawa li ser piyan ma û çima nehate çiwasindin û têkbirin? Bi taybetî ev 26 sal in ev êrîş di asta komployeke navneteweyî de tên meşandin. Rasterast Rêber Apo hedef digirin. Hegemonyaya kapîtalîs a navneteweyî rasterast vê yekê plan dike, birêxistin dike û dimeşîne. Di destpêkê de çawa bû, niha jî wisa ye. Di vê mijarê de tu guhertin pêk nehatine. Ne êrîşeke wisa jirêzê ye. Helbet ne têkoşîna li hemberî êrîşên artêşa tirk, pergala şerê taybet a dewleta tirk, MÎT û îstixbaratê ye. PKK’ê rastiyeke wisa heye ku ji destpêkê heya niha li hemberî pergal û gladyoya NATO’yê û ji wê wêdetir li hemberî pergala dewlet û desthilatdariyê, zîhniyeta serwer a mêran û pergalê li ber xwe dide û têdikoşe. Têkoşîna ruhî, têkoşîna hestî, têkoşîna îdeolojîk, têkoşîna wijdanî, têkoşîna exlaqî, têkoşîna çandî û têkoşîna edebî ev in. Ev jî bi qasî şerî, bi qasî têkoşîna siyasî û bi qasî çalakiya civakî têkoşîneke mezin îfade dikin. Ji wê jî wêdetir in. PKK van yekan bi çi dike, çawa li ser piyan ma? Yanî dikare ji gelek aliyan ve were nirxandin. Yanî hêza xweser esas girt, xwe spart hêza xwe ya xweser, xwe spart însanan, xwe spart însan, jin, ciwan, kedkar û karkeran û jixwe navê partiya karkeran li xwe kir. Çawa karî bi vî qasî bibe tevgereke hêza xweser? Ev jî girêdayî nêzîkat û feraseta Rêber Apo ya li hemberî jiyanê ye. Lê belê mirov dikare bi rewşa li Kurdistanê ve jî girê bide. Çawa? Li Kurdistanê çareyeke din jî nebû. Yanî rewşa ku alikarî ji kesekî din were standin, tune bû. Rewşeke ku hevkarî were kirin zêde tune ye. Kesên ku berê xwe didin hevkariyê ji ajanên herî bijarte takûletir in. Ti tiştî peyda nakin. Ku tiştekî li xwe zêde bikin jî xwe nadin bikaranîn. Di pozîsyoneke wisa de ne. Civak û welatekî ku li dora avaniya serweriya navneteweyî ya pergala kapîtalîst tune tên hesibandin û tên tunekirin. Ma mirov li vir wê ji kê piştgiriyê bistîne? Her kes di nava vê pergalê de cih digire û pergala dewlet û desthilatdariyê ya serweriya mirovan dike heye. Yekîtiya Sovyetan ya xwe weke alternatîf nîşan dida, hebû. Ew jî xwedî lê derneketin. Jixwe Yekîtiya Sovyetan bi pêşketina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bi pêşketina avaniya PKK’ê girêdayî nakokiyên îdeolojîk ji hev belav bû û hilweşiya. Tu palpişt neman. Rêber Apo hê di destpêkê de ev rastî bi awayekî baş dît. Zanedarbûna Rêber Apo ya dîrokî gelekî bi hêz e. Dersên dîrokî baş derxistin. Yanî rewşa têkoşînên destpêka sedsala 20’emîn û encamên têkoşîna sedsala 19’emîn baş nirxand û dersên baş jê derxistin.
Dît ku divê mirov ji hêza xwe bawer bike, lê belê ev yek têrê nake. Divê mirov hêza xwe esas bigire, bi xwe bawer bike, bi însanan bawer bike û bi hêza însanan bawer bike. Divê mirov bawer bike ku hêza herî mezin însan bi xwe ye. Helbet teknîk, çek û pere hêz in lê belê hêza herî mezin însanên zanedar û rêxistinkirî ne. Hêza têkoşînê ya mezin, mîlîtanbûna Apoyî, mîlîtanbûna fedaî û fedayîbûn e, kadrobûna PKK’ê ye. Rêber Apo ev yek çawa pênase kir? Got ku heqîqeta birêxistinkirî û çalak e. Hêza herî mezin anîna însanan a vê rewşê ye. Tu hêzên ku li hemberî vê yekê bibin asteng tune ne. Ev ne mubaxeleyek e, hewce nake em îspat jî bikin, vaye mînaka çalakiya TUSAŞ’ê li ber çavan e. Rastiya Asya Alî û Rojger Helîn. Dibêjim xumalî ye, lê belê ne wisa ye. Li gel alikariya 40 dewletan cihê ku herî zêde diparastin û di bin kontrola xwe de digirtin perçe perçe bû. Tu tiştî nekarî rê li ber bigire. Tu tiştî nekarî li pêşiya milîtanbûna şoreşgerî bibe astengî. Hêza PKK’ê ji vir tê. Baş e çawa milîtanên bi vî rengî derdixîne holê? Bi çareserkirina jiyanê derdixîne holê. Divê mirov li vir hêza Rêber Apo bibîne, divê hêza Rêber Apo ya qanihkirin û çareseriyê were dîtin. Divê jidilî û hevgirtiya Rêber Apo were dîtin. Jiyaneke nû pêşkêş dike. Taybetmendiyên vê jiyana nû datîne holê û dibêje jiyaneke mîrovî. Girêdayî van yekan bi hestên xwe yên mirovî, bi avaniya hizrên xwe û bi ruhê xwe ji nû ve ava dike, perwerde dike û însanê nû yê azad ê zanedar û birêxistinkirî derdixîne holê. Ev yek xwe dispêre hêza Rêber Apo ya pênasekina heqîqetê. Xwe dispêre hêza Rêber Apo ya analîzkirina jiyanê. Rastiyan di vê astê de radixe ber çavan. Deq û dolab tune ne, heramî tune ye û xeletî tune ne.Nirxandina kesên din nake. Analîza tiştên şênber dike. Her tiştî bi awayekî zelal radixe ber çavan û nîşan dide. Însanan qanih dike, perwerde dike. Hêzeke bi vî rengî jî ji aliyê wî ve tê avakirin. Hêza ku PKK’ê dike têkneçûyî milîtaniya fedaiyane ye, fikra ew avakirî ye, paradîgma ye, xeta Apoyî ye, xeta şaristaniya demokratîk e û teoriya modernîteya demokratîk e. Bi qasî ku evrastî esas were girtin, divê her kes bizanibe ku tu kes nikare PKK’ê têk bibe û PKK wê tim têkneçûyîna xwe bidomîne. Heya niha jî wisa çêbû. Wê ji niha pê de jî wisa be. Sira meseleyê ev e.
Aliyên ku PKK’ê ji tevgerên din ên rizgariyê û partiyên kurd cuda dike yan jî bi gotineke din sira PKK’ê çi ye? Çawa heya roja me ya îroyîn hat û veguherî realîteyeke îdeolojîk, siyasî, leşkerî û civakî ku îro ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin?
Me di beşên beriya niha de jî hinekî qala vê yekê kir. Yanî serbendên wê hebûn. Helbet gelek tiştên ku PKK’ê ji rêxistinên din û partiyên din ên kurd cuda dikin, hene. Me qala resenatiyên wê kirin. Rastiya kurd, realîteya wê, pênaseya rastiya Kurdistanê, naskirina wê, bi analîz û fikrên xwe guherî. Her wiha bi dilsoziya ji hebûn û azadiya kurdan re guherî. Rêber Apo got ku ger min yekbûna bi hebûna gelê kurd û hebûna azad a gelê kurd jî bi hebûna xwe ve di astên herî jor de nekiriba yek, wê demê min nedikarî ez van geşedanan pêk bînim. Welatparêzî û azadîperestiya kurd di asta azweriyê de ye. ne ji bo serketinên madî, ne ji bo karmendbûnê yan jî ne ji bo ku navê xwe bide zanîn. Ev kar ji xwe re weke qadeke jiyanê nepejirand, weke qadeke jiyanê ya xweşik û maddî nepejirand. A rastî rêxistinên din, rêxistinên kurd jî wisa ne. Weke karmendan dijiyan. Gef li dewletan dixwarin û dixwestin zêdetir karmendiyê ji wan bistînin. Digotin ji dagirkeriya Kurdistan û civaka kurd pareke din bidin me. Girêdayî wê yekê bûn û weke karmendan bûn. Xwe ji pergalê rizgar nedikirin. Jiyana di nava pergalê de pejirandibûn. Ji ber vê yekê jî kurdayetiya wan, welatparêziya wan, qaşo şoreşgertî û sosyalîstbûna wan tim li ser esasê pêşxistina jiyana şexsî bû û yan jî lawaz û bê hêz dima. Zêde bi hêz, xwedî vîn û biryardar nebûn. Bendewariya ji bo derve zêde bû. Li şûna ku baweriya xwe tiştên kui bi xwe afirandine û pêş xistine bînin, netewperestî û kurdayetiyeke pûç esas digirtin. Şoreşgertiyeke xwe spart madîyatê hebû. Ji ber wê yekê jî bi pergala sosyalîzmê re, bi lîberalîzmê re girêdayî vê bingehê têkiliyên xwe ava kirin. Rastiya kurd di çarçoveya berjewendiyên xwe de dinirxandin. Ji ber wê yekê jî nekarîn xwe ji pergalê rizgar bikin. Tim di nava lêgerîna lihevkirina li gel pergalê de man, bûn reformîst. Nekarîn têkoşîna kartêker ya li hemberî pergalê pêş bixin. Dema ketin di nava nakokî û pevçûnan de jî di demeke kurt de tune bûn. Çimkî di bin kontrola pergalê de bûn. Avaniyeke wan ya girêdayî hemû şert û mercan li hemberî pergal û zîhniyeta dagirker û qirker têbikoşe tune bû. PKK ji destpêkê heya niha wiha nebû û tin ev yek rexne kirin. Weke reformîzmê û teslîmiyetê rexne kir. Weke neteweperestiyê rexne kir û weke neteweperestiya kevnare pênase kir. Jê re got neteweperestiya reformîst. Weke neteweperestiya bûrjûvaya biçûk pênase kir. Bi gelek têgehan û bi awayekî zêde rexne kir. Girêdayî van rexneyan hem têgihiştina xwe, xeta xwe ava kir û hem jî girêdayî van yekan xwe perwerde kir û li gorî wan xwe ava kir. Ne weke wan bû. Dema şert û merc hinekî dihatin guhertin û êrîş zêde dibûn yên di bin kontrolê de tune bûn. Tevî ku ji ber nêzîkat û terzên xwe tasfîye dibûn jî hewl didan ku PKK’ê weke berpirs nîşan bidin. Şaşitiya wan di wê astê de bû, lê belê tu eleqeya wan bi rastiyê re tune bû. Nekarîn şert û mercên Kurdistanê bi awayekî rast analîz bikin, bi awayekî rast xwe bi azadiya Kurdistanê ve girê nedan. Xwe bi şêweyeke ku tevî hemû şert û mercan têkoşîna azadiyê bidin meşandin, perwerde û birêxistin nekirin. Nekarîn di çarçoveya çavdêriya dagirker û qirker de derkevin. Yên di bin çavdêriyê de jî di demeke kurt de tune bûn û dawiya wan hat.
Ji aliyekî din ve jî hêz û rêxistinên din tasfiye dibin. Girêdayî geşedanan PKK’ê tim xwe parast. Çimkî ji guherîn û veguherînê re vekirî bû. Rêber Apo dogmatîzma heyî rexne kir. Rexnedayîna xwe jî kir. Got ku vê dogmatîzmê bandor li me jî kir. Lê belê divê ev yek were zanîn ku dîsa jî di sedsala 20’emîn de yê herî kêm dogmatîk e û herî zêde bi têgihiştina afirîneriyê nêzîk dibû, Rêber Apo bû. Dema bi têkoşînê re pêş diket, ev rewş kûrtir kir. Afirîneriya xwe jî zêdetir kir. Tim haya wî ji guherîn û veguherînê hebû û dikarî xwe nû bike. Nebû kesekî ku tim tiştên heyî û jiberkirî dubare dike. Li pey nûbûnê ket. Tu caran taybetmendiya wî ya lêgerînê ji hol ranebû. Di demê re xwe kûrtir kir. Nûbûnîya wî kûrtir bû ji guherînê, veguherînê û nûbûniyê netirsiya. Ji ber vê yekê di hemû şert û mercan de xwe li gorî tiştên nû pêş xist, veguherand, amade kir, hêz afirand û perwerde kir.Komeke îdeolojîk bû, li Tirkiye û Enqereyê propagandaya devkî dikir. Bo nimûne karî wir berde û derbasî Kurdistanê bibe. Dema ku propagandaya devkî dikir, karî derbasî propagandaya nivîskî bibe. Dema ku derbeya leşkerî ya faşîst a 12’yê Îlonê hat jî karî çekan peyda bike û derbasî şerî bibe. Pêngava 15 Tebaxê pêş xist. Û ev yek wisa kir ku tu kesî nedikarî vê yekê bike. Dema ku li wir zehmetî û pirsgirêkan rû da jî li rêyên çareseriyê geriya. Şoreşa azadiya jinan derxist holê, şoreşa vejîna netweyî pêk anî. Ev yek heya guherîna paradîgmayê meşand. Guherîna paradîgmayê hema yekcar derneket holê, guherîn, pêşketin û nûbûna Rêber Apo li gel guherîna paradîgmayê çênebûn. Di tevahiya proseyê de hemû caran pêngav bi pêngav guherîn û geşedan hene. Guherîna paradîgmayê ya li dijî komploya navneteweyî jî weke rexnedayîneke xwe ya mezin, nûbûn û guherîneke mezin pejirand. Hêz û têkneçûyîna PKK’ê yek jî xwe dispêre van yekan. Di guherîn xwezaya wê de ye. Rêber Apo gotiye ku karekterê min ê sereke guherînxweziya min e. Têkoşeriya wî jî weke kesayeta wî ye helbet. Hêza parastina tiştekî, parastina bi awayekî israr û hêza afirîneriyê jî kesayeta wî ye. Tu caran dev ji wê bernade. Ji ber wê yekê gotiye ku dema ez dest bi tiştekî dikim, tu kes fêm nake, îdîayeke min a mezin tune ye ji ber ku derfetên min tune ne lê belê encam bi bi heybet dibe. Got ku ez tiştên bûçûk derdixînin, tiştên mezin diafirînim û geşedanên nû derdixînim holê. Realîteya ku berê wî li hemberî ev qas êrîşan dide têkoşînê û hêza têkoşînê dide wî ev yek e. Em bala xwe bidinê, komploya navneteweyî pêk hat, xwestin tune bikin lê belê nekarîn. Piştre xistin nava pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê. Gotin ku êdî xilas… Gotin ku 6 meh emrê PKK’ê nemaye. Tu kesî bawer nedikir ku wê li vir têkoşîn hebe û li vir wê tiştên nû werin afirandin. Rêber Apo bi xwe bawer kir. Bi hêza xwe bawer kir, ji rêxistin û gel xwest ku wî bişopînin. Tevgera me û gelê me jî qenciyeke baş kir û bi awayekî erênî bersiv da vê banga Rêbertî. Helbet wî bi xwe jî ceriband, Rêbertî her çend ser diket, girêdana wî zêdetir dibû. Nebûya, nedikir jî yanî. Rêbertî bi ser ket. Çawa bi ser ket û çawa afirand? Li cihê ku her kes dixapiya, Rêbertî bi ser ket. Nexwe ne rewşeke asayî ye, em qala Rêbertî dikin. Hem jî rêbertiya derbaskirina zehmetiyan, rêbertiya derbaskirina astengiyan, rêbertiya afirandina tiştên nû, rêbertiya ku her tişt bi hêza xwe afirandî. Helbet divê hemû taybetmendiyê rêbertiyê yên Rêber Apo bi hemû aliyan ve werin dîtin û fêmkirin.
Taybetmendiya ku PKK’ê hêzdar dike û tu caran têk nabe ev e. Rêbertî hemû astengî wiha hilweşand û derbas kirin. Li Kurdistanê tu tevgeran zêdeyî 50 salan rêbertî nekiriye. Tevî komploya navneteweyî jî Rêber Apo rê neda ku meşa wî were qutkirin. Li seranserê cîhanê mînakeke bi vî rengî tune ye. Hêza têkoşîna ev qasî dirêj nîşan da. PKK jî bi qasî ku Rêbertî fêm dike, li gorî Rêbertî xwe birêxistin dike û çalakiyan li dar dixe, bi ser dikeve. Êdî çi qasî di pratîkê de nîşan bide ew qasî jî bi ser dikeve. Çi qasî fêm dike ew qasî jî di pratîkê de nîşan dide. Di vê mijarê de rexne û xwerexne hene. Kêmasî gelek in, divê ew jî werin dîtin. Nexwe sira wê bi rastî jî di vê hêza afirîner de ye, di hêza nûxwaziyê de ye û di hêza guherînê de ye. Tişta ku xwe naguherîne û ya berê dubare dike, PKK jî be bi ser nakeve.