PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Fermandara YPJ’ê: 25’ê Mijdarê bûye çanda berxwedana jinan

Fermandara YPJ’ê Leyla Waşûkanî diyar kir ku 25’ê Mijdarê bûye çanda berxwedana jinan û civakê û wiha got: “Di rojeke weke vê rojê de xwerêxistinkirin, bi yek dengî berzkirina dirûşma, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî wateyeke jiyanî ye. Pergala bi serweriya mêr a mijokdar di nava tirsa mezin a têkçûnê de ye.”

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî ya ku xweşîkên Mîrabel destpê kir îro bi pêşengiya YJA Star, YPJ, YJŞ û HPJ’ê didome. Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Leyla Waşûkanî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî axivî.

Fermandar Leyla Waşûkanî di destpêka axaftina xwe de xwişkên Mîrabel û tevahî jinên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û destnîşan kir ku teqez divê were zanîn ku tundiya li ser jinan, ji xwe ber û ji rêzê nîne û got: “Berevajî wê pergalî ye û bi rêbaza komploya yekem a di cîhanê de hatiye pêkanîn. Der heqê tundiya li ser jinan de, pir gotegot hene lê heya niha tu çareserî ji vê pirsgirêka bi aloz re nehatiye dîtin, hê jî bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Eger lêgerîna pirsgirêkê hatibe kirin jî gelekî lawaz maye û wan lêgerînan bi xwe re tu guhertin neanîne. Destwerdana li mijarê jî tevliheviyek mezintir çêkiriye û pêşiya çareseriya rast girtiye. Lê her çiqas nêzikatiyên şaş derketibin holê jî nayê wê wateyê ku li ser rewşa heyî û çareseriya wê guftûgo neyên kirin yan jî lêgerîna çareseriyê neyê kirin. Ji ber ku heqîqeta heyî nayê veşartin, pirsgirêka jinan û civakê li ber çavan e. Lê hewce ye bi awayê rast were îfadekirin.”

Leyla Waşûkanî anî ziman ku ev pirsgirêka mijara gotinê, di serdema me ya niha de bingehîn e û wiha axivî: “Bi rastî tundî û zexta li ser jinan û civakê gihîştiye asta herî bilind. Mirov dikare ji vê xalê derkeve rê, li ser rewşa ferd û civakê nîqaş bike û li çareseriya wê ya herî rast bigere. Niha tişta em li vir têgihîştin ew e ku pergala mêr yekpare ye, xwe cîhanî kiriye û lewma pêdivî heye em jî li dijberî wê weke rêxistinên jin xwe yekpare bikin. Dibe ku di warê rêxistinî de yekparebûn zehmet be lê di warê fikir û raman de yekparebûn gelekî girîng e. Jixwe niha jî em raserî roja dijberiya tundiya li ser jinan tên. Di rojeke weke vê rojê de xwerêxistinkirin, bi yek dengî berzkirina dirûşma, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî wateyeke jiyanî ye.”

Fermandar Leyla Waşûkanî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li tevahiya cîhanê tundî li ser jinan berdewam dike û têkildarî vê mijarê got: “Ev zext û tundî di asta herî jor de ye. Jin her dem bûne qurbanên hişmendiya mêrên serwer û tundrew. Teqez divê em bizanibin ku tirsa pergalê ji jinên bi hêz heye. Di vê mijarê de, Rêber Apo dibêje, ‘Pêwîst e hûn jin ji xwe bawer bin. Qîmeta xwe bizanibin, xwe bi pêş bixin. Hewce ye hûn ji tundiya mêr netirsin, ji ber ku mêr ji jinên zana ditirsin.’”

Leyla Waşûkanî îşaret bi çalakî û aktîvîteyên ji bo 25’ê Mijdarê kir û wiha axivî, “25’ê Mijdarê bûye çanda berxwedana jinan û civakê. Ya rastî jin bi wesîleya salvegera 25’ê Mijdarê li her devera cîhanê çalak in, di nava têkoşîn û çalakiyan de ne. Lê mirov dikare bibêje ku ev xebat û çalakî ne têrker in, tenê di çarçoveya rojekê de ne. Divê hemû rojên jinan bi çalakiyan û têkoşînê derbas bibin. Ev zêdetirî 5 hezar sal in ku jin di bin darê zorê de pelçiqîne û hatine înkarkirin. Wiha lê hatiye ku rengê jinan û nasnameya wan winda ye. Jin-dayika ku di serdema xwe de rêveber, pêşeng, çavkaniya berhem û jiyanê bû, niha rastî her cure rêbazên lêdan, girtin, tecawiz û kuştinê tê. Hewce ye, em weke jinên şoreşger erka xwe ya sereke ya ji bo guhertina ferd bêhtir bibînin û 24 saetan di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.”

Leyla Waşûkanî da xuyakirin ku divê têkoşîna zayendî li her derê were xurtkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Pêwîst e her kes erka xwe ya li hemberî jinan û civakê bizanibe û pêk bîne. Li pêşiya me ji bilî têkoşînê tu çare tune ye. Erka sereke ya jinên pêşeng ew e ku xwe zana bikin. Divê mêr jî bizanibin erka wan çi ye û refên xwe diyar bikin. Ango bi kurtî pêwîst e her kes xwe zelal bike, dem dema şoreşê ye. Pergala kevnar ji hal ketiye û li ber sekerata mirinê ye. Bêguman hewce ye em jî xwe xurt bikin, di bin ala rêxistina hevpar a jinan de xwe bi rêk û pêk bikin. Bi rastî dem hatiye ku em tola xwe ya 5 hezar salan ji pergala zextdar û zordar bistînin. Ez bawer im wê serkeftin a jinan û civakê be.

Pergala bi serweriya mêr a mijokdar di nava panîkek mezin de ye û ew bi xwe jî dizane ku wê têk biçe. Ji bo ev zûtir pêk were, hewce ye em jî weke jin yekpare û rêxistinkirî bin. Divê em hemû civakê çalak bikin. Jin, mêr, pîr, kal û zarok her kes pêwîst e erka xwe bizanibe. Bi taybetî jî divê şoreşger beriya her kesê erka xwe ya pêşengiyê bînin cih. Fikir û ramanên Rêber Apo li her derê hene.Bi awayê perwerdekirin, serwextkirina xwe û derdora xwe, dîsa bi têkoşîna li ser esasê azadiya jinan ya bi paradîgmaya Rêbertî her diçe xurt dibe, em dikarin ji vîrusa pergala bi serweriya mêr rizgar bibin, li dijî tundiyê şer bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar