PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Li dijî dagirkeriyê her derê bikin çeperên berxwedanê

YCWK’ê li dijî dagikeriya dewleta tirk a dagirker ev bang kir: “Dersim ruh, bîr û dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê ye û dergeha wê ye. Li dijî desteserkirina îradeyê em her derê bikin çeperên berxwedanê.”

Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK), li dijî desteserkirina îradeyê ya li Dêrsîmê û li dijî darbeya qeyûm bang li ciwanên kurd kir. YCWK’ê got, “Divê em biherikin qadan, xeta çalakiyên hemwext û domdar pêş bixin û hemû çavkaniyên aborî yên dewleta tirk bikin xwelî.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

Dewleta tirk a qirker, mêtinger bi polîtîkayên xwe têkçûna xwe leztir dike. Dewleta tirk bi tayînkirina qeyûman li Dêrsîmê ku vîna gel lê serdest bû û redkirina mêtingeriyê ragihand, careke din nîşan da ku ji zîhniyeta xirab a komara 100 salî tawîz nedaye. Bêguman di hilbijartina cihên ku dewleta tirk qeyûm tayîn dike de peyamên xweser û taybet hene. Berxwedan û serhildanên ku li Dersimê hatine pêşxistin mîna xencereke di dîroka xwînmij a dewleta tirk û pergala wê ya zilmê de ye. Dêrsîm ruhê Kurdistanê ye, bîranîna wê ye, dergeha têkoşîna me ya azadiyê ye. Ew ax e ku derwêşên Kurdistanê bi xwîna xwe av dane. Qirkirina Dêrsîmê sedema herî mezin a têkoşîna me ye ku ev nîv sedsal e didome. Ew warê Atakanan, Elîşêran, Besêyan, Zarîfeyan û Sarayan ku şopdarê Pîr Seyîd Rizayan in.

Divê dewleta tirk baş bizanibe ku dîrok wê xwe dubare neke! Dîrokeke ku ber bi jêr ve çûye, berxwedanên hatine raberkirin û berdêlên hatine dayîn, ji mêj ve li binê van axan hatiye veşartin. Êdî li pêşberî we gelekî bêyî parastin û artêş nîne ku hûn şûrê xwe lê rakin! Êdî gelek ku ber bi kurdbûna azad ve diçe heye, gelekî ku bi kîn, nefret û hêrsa li dijî koletiyê û hevkariya zane heye. Divê were zanîn ku gelê Kurdistanê yê welatparêz û ciwanên bi rûmet ên Kurdistanê wê vê mîrateya watedar û kûr biparêzin.

Bi vê wesîleyê divê ciwanên Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) li Kurdistan û Tirkiyeyê refleks nîşan bidin û hay ji dîrok, rol û mîsyona xwe hebin û bikevin nava liv û tevgerê!

Çavên şehîd û derwîşên me, li ser me ne. Divê em layiqî mêrateya wan derkevin, li her derê serhildanan mezin bikin û veguherînin şoreşê. Divê em biherikin qadan, xeta çalakiyên hemwext û domdar pêş bixin û hemû çavkaniyên aborî yên dewleta tirk bikin xwelî. Li dijî dewleta tirk a qirker ku her cure êşkence û qirkirinê rewa dibîne, dema pêşxistina şerê şoreşgerî ye! Divê her der veguhere çeperên berxwedanê, her bihosta wê veguhere qada şer!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar