Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên biyanî ve tên hilbijartin û tên destnîşan kirin.

Hilbet kesên rêber, xwe bi kar û xebatên xwe, bi hewldan û têkoşîna xwe, li qadan xwe pêşkêşî gel dikin û bi vê şêwazê di pêvajoyek dûr û dirêj de, ji aliyê gel ve tên pejirandîn/qebûl kirin an nayên qebûl kirin.

Dema ku ji aliyê gel ve hat pejirandin, êdî ev rêberiya bijare, dikare li ser hêz û dewletên biyanî jî were ferz kirin ji bo pejirandinê.

Ka em di vê çaroçovê de bala xwe bidin Kurdistanê.

Niha yên ji bo hemû Kurdistanê weke Rêber/Serok tên zanîn; Mesûd Barzanî û Rêber APO derketine pêş.

Hema kurt kurmancî, kurtedîroka Mesûd Barzanî ev e; ku ne bi zanebûna xwe, ne bi kar û xebata xwe ya ji bo gelê Kurdistanê hatiye nasandin, belê serokatiya wî, bi tenê li ser kevneşopiya navê malbata wî derketiye holê.

Kurtedîroka Rêber APO jî ev e; ku bi zanebûn, bi kar û xebat û bi taybetî jî li qadan bi rêxistinkirina Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê hatiye nasandin û pejirandina rêberiya wî li ser vê bingehê derketiye holê.

Di encamê de, ji bilî Rêber APO, Mesûd Barzanî û yên mîna wî, jixwe ne ji bo gelê Kurdistane û ne ji bo partiya xwe PDK’ê û tevahiya malbata xwe jî, belê bi tenê ji bo hinek kesan ji malbata xwe ya piçkole, navê serêkotiyê hildane ser eniya xwe.

Lê belê Rêber APO, berovajî van kesan, hemû jiyana xwe xistiye rêya rizgariya welatê xwe û bi tinê ji bo azadiya gelê Kurdistanê dixebite û dijî.

Rêbar APO, ne bi tenê di qada ramyarî, zanistî, bîrdozî û siyasî de xebat kiriye, na xêr bi vana tenê ranewestiya ye, belê di vê çarçoveyê de vîn û çandek berxwedanê afirandiye û li ser vê zihniyeta xweserî û azadbûnê gelê xwe bi rêxistin kiriye/tanzîm kiriye.

Her wiha karekî gelek hêjatir, hem ji bo gelê xwe û hem ji bo gelên cîhanê jî derxistiya holê, ev karê zanistî yê dîrokî jî ev e; rol û pêşengiya jinê ya di şoreşê de û bi giştî di pêşvebirina civakê de pêşkêşî mirovahiya cîhanê kiriye.

Loma kevneperestiya cîhanî ewqas bi bêedaletî, bi bêexlaqî û bêwijdanî êrîş birin ser Rêber APO û dîl girtin.

Rêber APO, zêdetirî 50 sal in ku 26 salên wê di zindanê de derbas dibe, ji bo doza azadiya Kurdistanê bênavber li ber xwe dide, têdikoşe û bi tenê pişta xwe dispêre hêza gelê xwe û baweriya xwe. Ti caran pişta xwe nespartiye hêzên biyanî û baweriya xwe pê neaniye.

Lê yên mîna Mesûd Barzanî, bêyî ku pişta xwe bide hêzek/dewletek biyanî gavek jî ne avêtiye. Lewma bêîrade ye û ne xwedî kesayetiyek azad e.

Îro em gihîştin qonaxek wîsa ku êdî hêzên biyanî; dewletên hegemon û heta yên dagirker jî, naçar mane ku bi giştî têkoşîna doza gelê me, ya derew jî ya rast jî êdî bibînin û êdî Rêberê me, Tevgera me, bi zelalî û aşkere nas bikin û bipejirînin.

Ji bo kabîneya nû ya Trump û hinek ên Netanyahu ku li ser doz û Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê çi difikirin û çi dibêjin, êdî ji aliyê raya giştî ve tên zanîn.

Lê belê dixwazim di vê gotarê de, şîroveya akademisyen û stratejistekî dewleta tirk a balkêş, weke mînak pêşkêş bikim.

Serokê du saziyên stratejik TESÎAD û TESAM ên dewleta tirk Dr. Îlyas Bozkurt dibêje: “DYA ji bo kurdan li serokêkî digere. Mesûd Barzanî, hem temen mezin e û hem li gel birazayê xwe Nêçîrvan, navên wan bi firotina nefta qaçax, dizî/gendelî û hwd. bi karên xerab derketine, êdî ji aliyê gelê kurd ve nayên hezkirin. Mezlûm Kobanî, kesekî leşkerî ye, Salih Muslim xoşewîst e lê ne xwedî pîvanên rêberiyê ne. Ma gelo DYA’yê dixwaze Abdullah Ocalan weke rêberê kurdan qebûl bikin?” û hwd.

Gelek şîrove û gotarên din ên bi heman naverokên li ser Rêber APO û Tevgera Azadiyê hene.

Ev tê wateya Rêber APO û tevgera ku wî ji xwe re pêşeng dibîne, êdî li cîhanê bi piranî xwe dane naskirin û pejirandin.

Di encamê de rêberî, li ser hezkirina welat, gel û mirovahiyê, bi ked û zanebûna xwe derdikeve holê, bi vî awayî dikeve dilê gel û dostê gelê xwe, her wiha hêzên dijber jî, naçarî pejirandinê dike.

Nûçeyên Têkildar