Hejmara 258’emîn a Rojnameya Xwebûnê vê carê bi manşeta “Heta hetayê Jin Jiyan Azadî” bal kişand ser têkoşîna jinan a 25’ê Mijdarê. Rojnameya Xwebûn vê hejmarê bi taybet cih da têkoşîna jinan a 25’ê Mijdarê û hemû rûpelên xwe ji nivîskarên jin re weşand. Ji rûpela jinê bigire heta rûpela nûçe, hevpeyvîn, ji rûpela ziman û wêje û rojevê bigire heta rûpela forum, serbest, wêje, kirmanckî, çand û civakî tenê cih da nivîskarên jin û hemû rûpelên rojnameyê ji nivîskarên jin û nûçeyên jinan pêk hat.