Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Bi PKK’ê re serdemeke nû ya dîrokî destpê kir

KCK'ê diyar kir ku bi rabûna PKK'ê re bingeha azadiyê serdemeke nû ya dîrokî destpê kir û wiha got: “PKK'ê siyaset û mejiyê serweriya mêr, mêtinger û qirker a modernîteya kapîtalîst xist nava krîzê û bû tevgereke welê ku kesayet, civakê, xwezayê û jinê azad bike, bi vî rengî modela çareseriyê afirand. Ji ber vê yekê jî rabûna PKK'ê dîrokî ye, stratejîk e, îdeolojîk e, polîtîk e.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand. KCK’ê diyar kir ku dema ku wate û mîrateya PKK’ê dibe mijara gotinê, tevkariya herî mezin a ku li mirovahiyê hat kirin û ev tişt parve kir:

“Em di salvegera 46’an a damezrandina partiya xwe PKK’ê de ne ku ji destpêkê û vir ve pêşketinên gelekî mezin afirand. Piştî ku PKK rabû li Kurdistanê serdema qirkirin, mêtingerî û koletiyê bi dawî bû, li ser bingeha azadiyê serdemeke nû ya dîrokî destpê kir. Ji ber vê yekê, em vê gava bi wate bi hestên xwe yên şoreşgerî silav dikin û di serî de li Rêber Apo, li şehîdan, gelê Kurdistanê yê welatparêz, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, milîtanên PKK û PAJK’ê, hevrêyên li zindanan li ber xwe didin, li jinan, ciwanan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, li şoreşgerên ku ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê têdikoşin, li cîhana demokratîk, sosyalîst û li mirovahiya pêşverû pîroz dikin.

Bi pîrozkirina vê gava dîrokî re em şehîdên demokrasî û şoreşê ku afirînerên hemû pêşketinan e, careke din bi minet bi bîr tînin, hurmet, hezkirin û hesreta xwe pêşkêş dikin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Soza dilsozî û serketinê ya ku me dane şehîdan em dubare dikin û dibêjin, em ê bîranîna wan teqez pêk bînin.

Têkoşîna ku PKK’ê pêşengî jê re kir, ne tenê gelê kurd vejand, di heman demê de hîmên pergala heyî ya li Rojhilata Navîn jî hejand. Hêzên modernîteya kapîtalîst di destpêka sedsala 20’emîn de li ser bingeha berjewendiyan dîzayneke nû kiribûn ku xwe dispart netewe delwetên li Rojhilata Navîn. Bi rêya netewe dewletên girêdayî, çavkaniyên Rojhilata Navîn hatin dizîn û mêtin, gelên herêmê bi destê heman netewe dewletan hatin talankirin, qirkirin, zexta nijadperestî û faşîst lê hate kirin û ji aliyekî ve ji azadiyê bêpar hatin hiştin, li aliyê din jî li hev kirin dijmin.

Gelê kurd yek ji wan gelan e ku bi temamî ji azadiyê bêpar hatiye hiştin, hatiye parçekirin, înkarkirin û tinehesibandin. Hêzên modernîteya kapîtalîst û hêzên netewe dewlet ên faşîst mêtinger û qirker tişta ku ji gelê kurd re rewa didîtin nêzîkatiya herî neheq, bê rehm û namerdî ya dîrokê bû. Gelê kurd ne tenê bi welatê xwe hate parçekirin, di heman demê de hebûna xwe hate înkarkirin, di hukmê tinebûnê de hate hesibandin. Rabûna mafdarî ya li ber vê yekê jî her carê bi êrîşa hevpar a van hêzan hate tepisandin. Lê belê ev sîstema ku ji aliyê sîstema cîhanê ya kapîtalîst ve hate avakirin û parastin, bi têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê re careke din kete nava krîz, kaos û xitimandinê. Krîza heyî ya li Rojhilata Navîn de ku xwe dispêre mejiyê netewe dewletê, bi esasî encameke têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê ye.

Bêguman dema ku wate û mîrateya PKK’ê dibe mijara gotinê, tevkariya herî mezin a ku li mirovahiyê hate kirin, sîstema jiyana azad a alternatîf e ku Rêber Apo afirand. Rêber Apo li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst ku kesayet, civak û xwezayê dixe bin serweriya xwe û talan dike, paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk afirand, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bûne mîna girêka kor, projeya neteweya demokratîk destnîşan kir û ji bo têkoşîna sosyalîst demokratîk ji rewşa xitimandî rizgar bike, sîstema konfederalîzma demokratîk afirand, bi vî rengî nîşan da ku ji bo çareseriya pirsgirêkên vê serdemê ew xwedî çareseriya herî cidî ye. Ji ber vê yekê li cîhanê her roj hîn bêhtir xwedîderketin li fikrên Rêber Apo çêdibe û di heman demê de li çar aliyên cîhanê piştevaniya bi gelê kurd re hîn mezin dibe. Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî jî nîşaneya bicihhatin û rêxistiniya vê eleqeyê ye. Lewma mirov dikare bi hêsanî bibêje ku PKK’ê siyaset û mejiyê serweriya mêr, mêtinger û qirker a modernîteya kapîtalîst xist nava krîzê û bû tevgereke welê ku kesayet, civakê, xwezayê û jinê azad bike, bi vî rengî modela çareseriyê afirand. Ji ber vê yekê jî rabûna PKK’ê dîrokî ye, stratejîk e, îdeolojîk e, polîtîk e.

Yek ji pîvanên bingehîn ên cewhera PKK’ê bêguman nirx û qîmetê dide jinê û azadiya jinê. Rêber Apo deriyê PKK’ê heta dawiyê li jinê vekir û pêşketina esasî ya dîrokî di vir de pêk anî. Ev pîvana bingehîn a PKK’ê di vê serdemê de bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rêbertiyê ji jinan re dike.

Dawiya dawî, yek ji mijarên sereke yên nirxandinê ew e ku bê fêhmkirin, bê PKK li ser kîjan bingehan derkete ser dika dîrokê, xwe spart kîjan dînamîkên têkoşînê, ewqas pêşketin bi çi rengî pêk anî, li gel êrîşên giran ên herêmî û navneteweyî çawa li ser piyan ma û pêşketin afirand. Lewma PKK yek ji wan mijaran e ku herî zêde divê ji aliyê zanistî ve lêkolîn li ser bê kirin.

Em careke din salvegera damezrandina partiya xwe PKK’ê di serî de li gelê kurd li gelan hemûyan, li jinan, dostan û bindestan pîroz dikin. Di sala têkoşînê ya 47’emîn a PKK’ê de ji her kesên ku ji bo cîhaneke wekhev û azad têdikoşin re em serketinê dixwazin, silav û hezkirinên xwe pêşkêş dikin û di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî de bang li her kesî dikin ku ji bo avakirina jiyaneke demokratîk a komun û kesayetên azad hîn bêhtir bixebitin û têkoşînê bimeşînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar