Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî biryara darvekirinê ya ji bo çalakvanên mafên jinan Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, nameyek nivîskî şandin ji Saziya Mafên Jinan ya Ewropayê û Saziya Lêvegera Olî ya Şîe ya Iraqê re şandin û xwestin cezayên darvekirinê bên betalkirin.
Naveroka nameyê bi vî rengî ye:
“Di dîroka mirovahiyê de bi hezarê salan ji aliyê desthilatdaran ve gelên bindest her dem rastî zilm bê edaletî û bê mafiyê hatine. Ev 5 hezar sal in, bi hişmendiya baviksalarî, hişmendiya netewperestî, nijadperstî, zayendperstî li ser gelên bindest, taybet li ser jinan hemû rêbazên tundiyê di meriyetê de ye. Bêgûman gelek rêbazên qirkirinê hene, yek ji wan rêbazan, sîstem ango hişmendiya darvekirinê ye. Rejîma Îranê bi salan e li ser civakên, kurd, faris, belûc, azerî, ereb her wekî din, sîstemek darvekirina mirovan taybet li ser jinan pêk tîne. Her ku diçe van kiryarên xwe ya der qanûnî û mirovî rewa dike. Dewleta Îranê xwe bi dewleta Îslamî binav kiriye, bi navê demokrasî û wekheviyê dipeyive, lê ji sîstema îslamiyetê derketiye bûye sîstema darvekirinê. Li ser jinên Îranê zaxtek zêde ya derûnî, tundî tê meşandin, li ber çavê cîhanê Girtîgeha Evîn a jinan li Îranê vegeriyaye girtîgeha êşkence, kuştin û qirkirina jinan.”
Dewleta Îranê tenê di sala 2024 an de 831 kes yê ku tê zanîn darve kirine û bi sedan jî li benda biryara darvekirinê ne. Mirov bê ku werin dadgeh kirin têne bidar vekirin, ev kiryar ne li gor ola Îsamî ye û ne jî li gor zagonên mafê mirovane û zagonên mafê mirovan bin pê dike. Tevî vê yekê civakên navdewletî li hemberî vê zilmê bê deng û bê helwest in.
Van demên dawî biryara darvekirina jina kurd rojnemevan Pexşan Ezîzî û çalakvana sivîl Şerîfe Mihemedî hat dayîn. Herî dawî jî, ji milê rejîma Îranê ve biryara darvekirina çalakvana mafê jinan, jina kurd Werîşe Mûradî hat dayîn. Bi darvekirinê dixwazin dengê têkoşîna jina azad û civaka azad bê deng bikin, gelo parastina mafan sûc e? Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) biryara darvekirinê qebûl nakin, êş û tekoşîna jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê êş û tekoşîna xwe dibînin. ji bo avakirina jiyanek azad û demoratîk, em dibêjin bila êdî dawî li vê sîstema darvekirinê bê anîn, ev biryarê cezayên der mirovî demildest bêne rakirin.
Di dawî de weke TAJÊ ji bo dawîanîna li vê sîstema darvekirinê bang li saziyên mafên mirovan, civaka navneteweyî, saziyên jinan dikin ku pêşiya vê kerasetê bigirin, erk û berpirsyartiyên xwe yên mirovî û wijdanî pêk bînin.”