Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê şaredariyên DEM Partiyê di bin navê qeyûman de dagir dike û vîna gel desteser dike. Bertekên li ser tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de berdewam dikin. Nerazîbûnên li dijî desteserkirina vînê didomin. Sekretera Giştî yê BastA (Alternatîfa Bihêz a Baselê) Franzîska Stîer jî bertek nîşanî tayinkirina qeyûman da. Franzîska Stîerê ku ji bo şopandin û raporkirina pêvajoya hilbijartinê ya 31’ê adarê bi heyeteke navneteweyî re li Wanê bû, der barê qeyûmên tayînkirî de nirxandin kir.
Sekretera Giştî ya BastA’yê Franzîska Stîer da zanîn ku divê peyva “qeyûm” di îngilîzî de wekî “trustee” neyê bikaranîn û got: “Ji ber ku tiştek bi navê trust (bawerî) tune. Divê em bibêjin pergala qeyûm. Her kesê ku ji bo demokrasî û mafên mirovan têdikoşe divê vê peyvê hîn bibe. Divê fêhm bike ku qeyûm taktîkeke zordar a li dijî îradeya gel e. Sîstema qeyûm parçeyek ji zilm û zordariya li ser gelê kurd e. Min tu carî nebihîstiye ku li herêmên rojavayê Tirkiyeyê qeyûm hatine tayînkirin. Ev pêkanîn parçeyek ji pergala du çînan a siyaset û edaletê ye. Her wiha em dizanin ku pergala qeyûman rêxistinên jinan û dîroka çandî ya bajaran tune dike. Ev ne stratejiyeke aştiyê ye. Ev tenê taktîkek e ji bo tepeserkirina mirovan e.”
Sekretera Giştî Franzîska Stîer da zanîn ku tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên CHP’ê û DEM Partiyê jî wekî taktîkeke parçekirin û tepisandina muxalefetê dikare bê nirxandin û got: “Di rastiyê de li her derê cîhanê em dibînin ku desthilatdar, rastgir û pêşengên mêtînger xurtir dibin. Em dikarin li DYA, Rûsya, Almanya, Îtalya, Macaristan, Îsraîlê binêrin; Hewl didin gel li her derê parçe bikin û zextê li jinan û koçberan bikin. Gel li her derê dest bi rêxistinbûnê kiriye. Mînak dema Trump hat hilbijartin, gelek endamên nû tevlî partiya me bûn. Ji ber vê yekê mirov li tiştên ku li çaraliyê cîhanê diqewimin dinêrin, dema ku van zextan qebûl nekin dest bi rêxistinbûnê dikin.”
Franzîska Stîer diyar kir ku AKP bi rêya qeyûman hewl dide gel kontrol bike û got ku ji bo pêvajoya aştiyê pêk were divê daxwazên gel bên bicihanîn û wiha domand: “Tenê daxwezeke bingehîn a kurdan heye; di nava azadî û aştiyê de, bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi xwerêveberiyê bijîn. Ev mafê mirovan e. Divê kurd ji bo vê têbikoşin. Li gorî min divê Tirkiye bibe welatekî demokratîk e û van daxwazan pêk bîne. Ger hêza we ya siyasî, hêza polîs û artêşê hebe, divê hûn paşde gav bavêjin û daxwazên aliyên din li ber çavan bigirin û nas bikin. Ger demokrasî hebe divê hûn rêzê li îradeya gel bigirin. Beşek ji tiştên ku qewimîn azadiya Abdullah Ocalan e. Ji ber ku ew dikare pêvajoya aştiyê bide destpêkirin. Mirov wê guh bidin wî. Wê rêzê lê bigirin. Ew kesekî pir girîng e û di dema borî de çendîn caran pêvajoya aştiyê daye destpêkirin. Ew jî wekî mirovên li Kurdistanê dixwaze di heman astê de aştî çêbibe. Lê tu rabî cih bidî wî û li aliyê din jî zextê bikî, ev nayê wateya destpêkirina pêvajoyeke aştiyê.’
Franzîska Stîer anî ziman ku berxwedana li şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin bi lehengî ye û li ser çavdêriyên xwe yên li ser berxwedana Wanê wiha got: “Carna temaşekirina vê di çapemeniyê de ji bo min gelekî zehmet e, ji ber ku hovîtiyeke mezin heye. Ew xwişk û birayên min in. Dema ez li Wanê bûm min ev yek bi çavên xwe dît. Min dît ku ew ne tenê partiyek siyasî li kolanê ye. Ji ber vê yekê her kes li kolanê bû û her kesî rola xwe li wir hebû. Ji ber vê yekê organîzekirina protestoyê muazam bû. Wan dît ku êdî îradeya wan wê bê paşguhkirin. Ji bo demokrasî û aştiyê tên cem hev û bi hev re têdikoşin.”