Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

YJA Star: PKK Newroza duyemîn e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ragihand ku salvegera damezrandina PKK'ê cejneke neteweyî ye, Newrozeke duyemîn e û destnîşan kir ku PKK di navenda faşîzma serweriya mêr de gogeke ji agir a ronahiya hêviyê ye.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand. YJA Starê diyar kir ku têkoşîna PKK’ê, dijminê mêtinger, yê ku di zilmê de sînor û exlaq nas nake, aniye li ber rewşekî rizîbûnê û hilweşandinê. Daxuyanî YJA Starê wiha ye:

“Em salvegera 46’emîn a partiya me PKK’ê di serî de li afirînerê vê destana bêdawî Rêber Apo, li avakerên wê tevahiya şehîdên şoreşê, berxwederên ku li zindanan di şopa Mazlum û Sarayan de dimeşin û li tevahiya gelê xwe yê serhildêr û berdêldayî pîroz dikin.

Di van 46 salan de, biryardarî, vîn, egîdî, dilsozî û baweriya ku Rêber Apo di doza azadiya gelê kurd de bê rawestan dayî nîşandan, bi xwe re vejîna kurdê azad, jina azad û civaka azad pêkan kir. Partiya me PKK, bi şêwedana Rêber Apo re, ev 46 sal in bê dûdilî li erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşa mezin a mirovahiyê radibe. Ev 46 sal in PKK, di oxira şeref û rûmeta welat de ked dide û xwîn dirijîne. Ji bo ala partiya me nekeve, ji bo teqez serkeftina ku heqkirî bidest bixe û bi vê yekê ji bo pêşiya qirkirina gelê Kurd teqez were girtin, di van 46 salan de bi deh hezaran fedaîyan xwe cangorî kirin. Ji şehîdê yekem yê enternasyonal Heqî Qerer heya şehîdê dawiyê yê enternasyonal Ezîz Musil, ji her neteweyan şoreşgerên rastîn, mirovên azadî û aşitîxwaz, cihê tekoşînê di nava PKK’ê de dîtin û bê sînor tevlî vê şoreşa mezin a mirovahiyê bûn.

Ji Sarayan heya Berwar û Bêrîtan Nurheqan, ji Leyla Sorxwînan heya Medya Egîd, Axîn Gabar û Hejar Zozanan bi hezaran jinên Kurd, bi birdoziya rizgariya jinan ya ku di bin fikra Rêber Apo û bedena wê PKK’ê de derfeta pêşketinê ango hênase girtinê dîtî, yek bi yek destan nivîsandin û di azadkirina giyanê jinan de, gavên pir mezin avêtin. Di her pêvajoyekê de şehîdên sembol û pêşengên berxwedanê û bi sedan mînakên wan derketin û agirê vî şerî li ser xwe girtin. Ji Fermandar Egîd heya Bêrîtan, Ji Xwedawend Zîlan heya Reşît Serdar û Adil Bilîkiyan, Ji Nuda û Viyanan, Ji Delal Amed û Egîd Civyanan heya berxwederên tûnelên şer Cumalî Çorûm û Çavrêyan, ji Botanan, Hêjaran heya Bager û Avzeman û heya şehîdên berxwedaniya ku di sala 2024’an de li çiyayên Bakûrê Kurdistanê destan nivîsandî û fedaiyên Zîlan Rojger Hêlîn û Asya Ali’yan bi deh hezaran şehîdên me yên ku ne gengaz e em li vir navê wan rêz bikin, avakerên şoreşa mezin a cîhanî, avakerên şoreşa jina azad, civaka azad û avakerên PKK yên rasteqîn in. Ango PKK bi xwe partiyeke şehîdan û arteşeke şehîdan e. Lewra PKK serkeftina doza xwe ji zû ve misoger kiriye û binkeftina wê bi tu awayî ne gengaz e.

Tekoşîna Jina Azad a ku bi tevlîbûna Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) a ji civîna damezrandina partiya me PKK’ê ve destpêkirî, îro ber bi lûtkeyan ve hildikişê û digihîje heya dilê Asya Aliyan. Di çaryêka sedsala jinan û ‘25’ê Mijdarê Roja Tekoşîn û Hevgirtina Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan’ de tevkariya herî mezin, bû tevkariya fikrên Rêber Apo û pratîka wî ya ku di kesayeta van şehîdan de xwe şênberkirî. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku îro li seranserî cihanê bûye îlhama tekoşîna jinan, nîşana Rêber Apo radike; mohra ked, xwêdan û xwîna van şehîdan radike. Lewra tevlîbûna Şehîd Sara ya ji damezrandina PKK’ê re û jiyana wê ya ku bi timî şerê azadiyê ve derbasbûyî, hem remza Têkoşîna Jinên Kurd e û hem jî xûlaseya wê ye. Ew çanda berxwedêriya jina serhildêr ya ku ji dilê Sarayan gihiştî heta dilê Asya Ali’yan, di 46’emîn saliya PKK’ê de jî bû gulokek ji agir û di navenda fazîşmê ango biryargeha fereseta zilamê serwer de teqiya û mîna zelzeleyekê textê zilmê hejand.

Partiya me PKK ev nêzikî nîv sedsalê ye bê rawestan şer dike û rojane hesabê şerê xwe ango tekmîla xwe dide gelê Kurdistanê. Her tim rastiya şer û têkoşîna xwe bi awayekî herî zelal ji gel re û raya girştî re raber kiriye û vê yekê weke çandeke jêneveger didomîne. Lewra ji derketina PKK’ê heya roja îro PKK, bi rastiya gelê kurd re yek e, goşt û neynîk e ango yek giyan û yek beden e. Di vê nîv sedsalê de ku têde gelek dewlet, gelek pêkhate, gelek partî û sazî têk çûn, berxwedana PKK’ê xwe dispêre rastiya yekbûna wê ya bi gel re. Lewra PKK, derveyî gelê xwe pala xwe nade tu hêzên din. Ji ber vê ev 46 sal in yek ji dirûşmeyên ku herî zêde hate berzkirin û li welat û derveyî welat olan da jî, dirûşmeya “PKK gel e, gel li vir e!” bû. Tevî hemû polîtîkayên qirêj yên aqilê mêrdewletê jî gelê me û partiya me PKK tu caran hev berneda û ji hev qut nebû. Yekîtiya Rêber Apo, gel û partiya me PKK’ê, herî zêde di qadên Newrozan de û herî dawî jî di meşa dîrokî ya ku pira Koln’ê hêjandî de ji tevahî cîhanê re hat raberkirin. Lewre salvegera damezrandina partiya me PKK’ê cejneke neteweyî û newrozekî duyemîn e. Coş, kelecan û bextewariya ku cejna Newrozê piştî sedan salan jî di dilê gelê me dide avakirin, wê piştî sedan salên din jî bi cejna damezrandina PKK’ê bi awayekî domdar û dîrokî bijî.

Lewre di ketina 47 saliya partiya xwe PKK’ê de em Rêber Apo bi coş û kelecana Newroza duyemîn, bi bextewariya damezrandina PKK’ê silav dikin, hezkirin û girêdana xwe ya bêdawî raber dikin. Têkoşîna partiya me PKK’ê, dijminê mêtinger, yê ku di zilmê de sînor û exlaq nas nake, aniye li ber rewşekî rizîbûnê û hilweşandinê. Ji ber vê heya ku qirkerî û înkargeriya xwe didomîne wê rizîna wî jî heta ku têk diçe bidome ku ev yek pir eşkere ye. Lewma doza PKK’ê serkeftin teqez misoger kiriye. Ji bo vê misogeriya ku bi xwîna şehîdan avabûyî bigihînin serkeftinê wekî artêşa Star em ê her tim bi vîn, bawerî û tempoyek bilind li erk û berpirsiyariyên xwe rabin. Bi vê biryardariyê em dibêjin 47 saliya PKK’ê wê bibe sala azadî û serkeftinê!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar