Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li pergal êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de tê girtin. Ev pergala êşkence û qirkirinê jî nikarîbê pêşiya Rêber Apo bigire û tespîtên berê li ser rojhilata Navîn û cîhanê kiribû yek bi yek pêk tên. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li ser geşedanên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ji Ajansa Welat (AW) re axivî û nirxandinên girîng kir.
Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal ewil ser geşedanên cîhanê rawestiya û xwest ewil rewşa giştî ya gerdûnê bê dîtin. Remzî Kartal, destnîşan kir ku rewşa Rojhilata Navîn girêdayî encamê rewşa cîhanê ye û wiha axivî: “Di pergala cîhanê de qeyranek kûr heye. Qeyrana mucîd a aborî heye. Pergala Modernîteya Kapîtalîst ji bo qeyrana xwe çareser bike, bêtir giraniyê dide ser şer. Şer di aliyê aboriyê de derfetan ji bo wan ava dike. Niha şerê li Rojhilata Navîn pêk tê, girêdayî encama qeyrana aborî ya cîhanê ye. Li aliyê din hin pirsgirêkên sedsalê hene. Pirsgirêka kurd pirsgirêka sedsalê ye. 100 salin erdnîgarî hatiye parçekirin. Gelê kurd hatiye parçekirin. Sed salin şer û serhildan heye. PKK serhildana dawiyê ye. 50 sal derbas bûn berxwedana Rêber Apo û PKK di rojevê de ye. Li aliyê din meseleya Filistin heye. Siyaseta Israil heye. 10 sal berê Bahara Ereban dest pê kir. Evana her çûn mezin bûn. Qeyrana giştî pêş xist. Filistin, Israîl, Yemen, Lubnan, Hîzbûllah, Îran, Sûriye Iraq bi xwe re tabloyek mezin ava kiriye. Di vê tabloyê de yê herî zêdetir bi bandor dibe gelê Kurd e. Di pêvajoya şer de bandorek mezin li ser gelê kurd çêdibe.”
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, bal kişand ser polîtîkayên desthilatan û wiha got: “Rêber Apo ev rewş di paraznameyên xwe de bi berfireh vekiriye Bi şerê sêyemîn ê cîhanê pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin. Li ser bingeha Netew Dewletê hemû erdnîgarî hatin parçekirin. Dewleta osmaniyan parçe kirin. Welatên Ereb kirin 22 parçe. Netew Dewletan li ser nijadperestî, olperestî siyaset pêş xistin. Li Rojhilata Navîn gelek netew, bawerî û ol bi hevre dijîn. Eger siyaset li ser olperestî, netewperestî û nijadperestiyê pêş bikeve, tu caran li Rojhilata Navîn şer xelas nabe. Ji ber vê yekê Rêber Apo ev yek bi berfirehî anî ziman.”
Pergala ku îro li Rojhilata Navîn pêş dikev ber bi guhertinekê ve diçe. Erdnîgarî tê guhertin. Bi şerê nû guhertinek nû di rojevê de ye. Remzî Kartal bal kişand ser guhertinên li Rojhilata Navîn û wiha berdewam kir: “Yên ji vê guhertinê herî zêde bi bandor bibin, çar dewletên ku Kurdistan parçe kirin e. Dîsa yê bi bandor bibe gelê Kurdistanê ye. Divê gelê me zanibe ku ev dem fînala dawî ye. Hîna pergala dagirkeriyê li ser Kurdistanê didome. Li Başûr pergalek çêbûye. Lê pirsgirêk hene. Li Rojava 12 sal in rewşek ava bûye. Lê hîna risk hene. Li Bakur şerekî mezin heye. Li Rojhilat têkoşînek mezin heye. Di vê pêvajoyê de eger kurd û dostên kurdan xwe baş bi rêxistin nekin dikarin rewşek xetertir bijîn. Lê eger karibin bi berxwedanek rêxistinî demê pêşwazî bikin; gelê kurd hem ji bo çareseriya xwe û hem jî ji bo çareseriya gelê herêmê dikare rolek sereke bilîze.”
Remzî Kartal li ser siberoja gelê kurd jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Paradîgmaya Rêber Apo li rojavayê Kurdistanê pratik bû û gihîşt pergalekê. Gihişt pergalek siyasî, bîrdozî, civakî û rêxistinî. Li ser bingeha azadiya jinê, civakeke demokratîk, pergala demokratîk û ekolojîk pêş ket. Bi gelê herêmê re jiyanek wekhev û demokratîk ava kir. Vê yekê bandora xwe li ser hemû cîhanê kir. Felsefeya Jin Jiyan Azadî hêz û pergala xwe ji şoreşa Rojava girt. Li Îranê geş bû û li hemû cîhanê belav bû. Niha ol, bawerî û civakên cûda li Rojava bi hev re jiyanek aştiyane û azad dijîn. Ji ber vê yekê gelek kesên derveyî Sûriyeyê ji bo ewlehiya xwe koçî rojavayê Kurdistanê dikin. Niha li Lubnanê gelek însan berê xwe didin bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber li vir jiyanek azad heye. Jiyanek ji bo ol, baweriyan heye. di aliyê mafên mirovan û mafê civakê de pergalek heye. Ev pergal dibe cazîbe. Mirovan dikişîne nava xwe. Gelên Rojhilata Navîn, gelên ereb, cûhî û gelên din hemû Pergala Rêber Apo dibînin. Dibînin ku ev pergal hişmendiya olperestî, nijadperestî, zayendperestiyê diguherîne. Ev şoreş hişekî nû jiyanek nû ava dike. Li welatên din hin Rrojnameger ji bo Şoreşa Rojava dibêjin “Ew erebên li bakur û rojhilatên Sûriye dijîn, wekî erebên welatên din nêzîkî me nabin. Ew bêtir demokratîk nêzîk dibin. Erebên din wekî gayen êrîşî paçê sor dikin êrîş dikin.” Her kes ji bo azadiya xwe li bakur û rojhilatê Sûriyeyê derfetan dibînin. Balkêş e, naçin Ewropayê. Berê xwe nadin welatekî ereb. Berê xwe didin bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Paradîgmaya îro li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di jiyanê de hatiye avakirin, nîşan dide ku ji bo hemû bawerî û gelên Rojhilata Navîn dikare bibe cihê çareseriyê û jiyana azad. Kesên koçî wir dibin wê pergalê qebûl dikin.”
Kartal, li ser nêzîkatiya hêzên navdewletî yên li dijî kurdan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Di dîroka Rojhilata Navîn de kurdan di siyaset û şerên ku pêş ketine de rolek sereke lîstine. Mînak dewleta Osmanî bi giranî li ser tifaqa kurd û tirkan hatiye avakirin. Piştî tirkan bi kurdan re tifaq ava kir Osmanî ew qas belav bû. Lê ev tifaq bi Peymana Lozanê xera bû û berovajî bû. Kurd înkar kirin. Ev 100 sal in bi aqlê netewperest gelê kurd înkar kirin. Lê 100 salin dîsa Tirkiye di nava şer de ye. Di qeyranê de ye. Dîsa welatên din jî di qeyranê de ye. Şerê desthilatdariyê didome. Li aliyekî DYA û hêza NATO heye. Li aliyê din Rûsya û Çîn heye. Heta niha Kurdan li gorî berjewendiyên xwe bi hêzekê re tifaq ava dikirin. Lê îro tabloyek cûda heye. Kurd bi xwe alternatifek avakirine. Bi paradîgmaya Rêber Apo Kurd îro dibînin ku ev şerê desthilatdariyê li ser bingeha netew dewletê ku di nava neteweyên cîhanê de pêş dikeve, di bingeha we de demokrasî û azadî nîne. Dîsa dibîne ku çareseriyek ji bo gelê Kurdistanê yê rasteqîn nîne. Gelê kurd dît ku pirsgirêka gelê kurd ne tenê pirsgirêka gelê kurd e. Pirsgirêka gelê kurd ya Rojhilata Navîn u cîhanê ye. Ji ber vê yekê pêwistî dît ku çareseriyekê wisa ava bike ku gelê kurd jî ji vê çareseriyê sûdê bigire. ev ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû ol û baweriyan e. Ji bo wê pêwistî bi pergalek nû dit. Ji ber vê yekê Gelê Kurd li dora Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk kom dibin û pergaleke alternatif peşkeşi hemû gelên cîhanê dikin. Ev paradîgmaya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruh bûye, bûye alternatifa çareseriyê û firsendekê dide gelê cîhanê. Gelê Kurd ji bo hemû gelê Kurd, Ereb, Faris û gelên herêmê bang dike. Dîsa bang li Dewleta Tirk dike. Paradîgmaya Rêber Apo bang dike. Dibêje çareseri Neteweya Demokratîk û Komara Demokratîk e. Gelê kurd diyar dike ku ew bi hêzên ji bo desthilatdariyê şer dike re nine. Gelê kurd bi hêzên desthilatdar re nîne. Bi paradîgmaya Rêber Apo rêya sêyemîn re ye. Dibêje cazîbe û çareseri ev e. Ev ji bo her kesî ye.”
Remzî Kartal bal kişand ser êrişên li dijî kurdan û destnîşan kir ku rejîma faşîst a dewleta dirk êdî neçar bûye. Remzî Kartal li ser israra êrîşan a Tirkiyeyê ya li dijî kurdan jî nirxandin kir û ev agahî dan: “Mirov dikare sedema van êrîşan zelal wiha bibersivîne. Rejîma faşîst a dewleta tirk êdî neçar bûye. Di siyaseta xwe de bi ser neketiye. Bi taybetî piştî şoreşa Rojava bi ser neketiye. Dewleta tirk ji bo pergala azadiyê û şoreşa Rojava têk bibe, hêza hemû dewletan seferber kir. Ne tenê artêşa xwe, NATO jî seferber kir û dike. Li pişt Tirkiyeyê NATO heye. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê Hêzên koalîsyonê heye. Di nav de DYA heye. Pêwistiya koaîsyonê bi hêza bakur û rojhilatên Sûriyeyê heye.Ji ber ku dixwazin li Rojhilata Navîn konseptek nû bimeşînin. Li aliyekî ligel Îsraîlê bi hevre konseptekê dimeşînin. Îsraîl jî dixwaze li dijî Îranê encamekê bigire. Hêza Koalîsyonê li aliyekî bi Hêza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têkilî heye, li aliyekî bi NATO re têkiliyê wan heye. Modernîteya Kapîtalîst hêza wê ya leşkerî NATO ye. Tirkiye endamê NATO ye. Bi her awayî li dijî xeta sêyemîn e. Hem ji ber Tirk alîgirê wan e dixwazin alîkariya Tirkan bike, hem jî dixwazin Tirkan jî bi vê konsepta şerê li dijî tevgera azadiyê tengav bikin û mohtacî xwe bikin. Dixwaze Tirkiyeyê di siyaseta Rojhilata Navîn de ji bo xwe bikar bîne. Lê tevî her tiştî Tirkiye li gel alîkariya NATO û Rûsyayê (Dixwaze ji nakokiyê şerê Ukrayna Rûsyayê sûdê bigire), siyaseta xeta îxanetê ya malbata Barzanî bikar anî jî dîsa encam nagirt. Di salên dawî de hemû derfetên xwe bikar anî, lê dîsa encam negirt.”
Remzî Kartal li ser konsepta dewleta tirk a li dijî tevgera azadiyê jî bibîr xist û wiha got: “Ji bo encamê bigire bi rastî konseptek pir mezin pêş xist. Hêza hemû dewletê ji bo vî şerî seferber kir. Konsepteke şer doktrîneke şer pêş xist. Lê wan bawer nedikir ku hêza azadiya kurd gerîla li hemwerî wê alternatifek nû doktrînek nû çêke û vê konsepta wan vala derxe. Ev doktrîna gerîla hemû planên wan pûç kir. Ji ber vê yekê ev salên borî yên ji 2014’an heta 2024’an bû serkeftinek mezin ji bo tevgera azadiyê.”
Remzî Kartal anî ziman ku dewleta tirk hem di aliyê leşkerî de bi ser neket, hem di aliyê siyasî de darbeyek mezin xwar. Remzî Kartal, da zanîn ku dewlet di aliyê aborî de ket nava qeyranek kûr û niha xetimî ye û wiha ev agahî parve kir: “Li gel alîkariya Rûsya, PDK, NATO dîsa xetimî ye. Tevî ew qas çek çareser nabe. Lê çi dike, çalakiyên gerîla yên wekî Enqereyê ji bo xwe dike sedem û êrîş dike. Lê êrîş encamê naguherîne. Zerarê dide jiyana gel. Lê ji bo dewleta tirk encamê nagire. Ev neçarîya dewleta tirk e. Ev neçarî her diçe mezin dibe. Îro neçarî ew qas mezin bûye ji bo wê hikûmeta tirk li manevrayê digere.”
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal li ser bandora tecrîdê ya li ser şer û bandora şer a li ser tecrîdî jî nirxand û wiha got: “Yekser tecrîd girêdayî konsepta şer e. Hem şerê dewleta tirk li ser tevgera azadiyê dimeşîne, hem jî şerê Rojava Navîn e. Tecrîd yekser girêdayî pêvajoya şer e. Ev tiştê ku niha dijî Rêber Apo berê di paraznameyên xwe de aşkere kiribû. Rêber Apo tenê wekî rewşa heyî nîne ziman. Di heman demê de çareseriyê pêşkêş dike. Hem pirsgirêkê tîne ziman hem jî çareseriyê nîşan dide. Ji ber vê yekê hêzên şer dimeşînin, bi taybetî dewleta tirk û hêzên NATO û Ewropa çavên xwe digirin. Ji ber ku komploya Navtewletî plana NATO ye. Dîsa tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin, di çarçoveya plana komploya navneteweyi de ye. Komîteya Wezîrên Ewropa, Yekîtiya Ewropa, Neteweayên Yekbûyî û saziyên navneteweyi, hemû li dijî tecrîdê çavên xwe digirin. Dîsa saziyên mafên mirovan a qada navneteweyî li dijî meseleya kurd Tirkiye danîne aliyekî. Hemû girêdayî konsepta tecrîdê ye. Naxwazin dengê Rêber Apo derkeve. Ji ber ev krîz û kaosa pêş dikeve, dê Rêber Apo rê nîşan bide naxwazin dengê wî derkeve. Dê Rêber Apo fikrên xwe bi gelê kurd û hemû gelên cîhanê re parve bike. Ev nerînên Rêber Apo dê gelê kurd û hemû gelên cîhanê bibandor bike. Tecrîd ji ber vê yekê ye.”
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bibîr xist ku AKP MHP kilît bûye û wiha pêde çû: “AKP-MHP ketiye qeyranê. Neçar mane. Li aliyekî jî li Rojhilata Navîn pêşketinên mezin hene. Rojhilata Navîn ji nûve tê dîzaynkirin. Şerê Îsraîl, Filistin, Hîzbûllah, Sûriye Îran heta Yemenê hemû herêm Dewleta tirk a faşîst ditirsîne. Ditirsin ku di vê demê de guhertinek nû çêbibe û Tirkiye di siyaseta xwe de bê bandor ma. Li dijî PKK’ê encam negirt. Ji ber vê yekê dixwaze li gorî xwe rojevekê çêke. Hem di navde çareserî tune. Hem jî li gorî xwe û yekalîbûn heye. Ev jî çareseriyê ava nake. Dewlet mecbûre biçe cem Rêber Apo. Dewlet tengav bû. Dît ku dê nerazibûna gel mezin bibe. Eger hevdîtin pêk nehata dê gelê Kurdistanê li her derê rabûya ser piyan. Ji bo gel rabene ser piyan xwestin hevdîtinekê çêkin. Li aliyê din xwestin planekê çêkin. Wekî ku bi Rêber Apo re diyalogek heye û wekî pêvajoyekê dimeşînin nîşan bidin. Xwestin wê hevdîtinê ji bo xwwe bikar bînin. Rêber Apo bi kurt û cewherî peyama xwe da. Her tiştî îzah dike. Dibêje ‘Tecrîd didome. Eger firsend hebe ez amade me. Yanî firset tune. Yanî tecrîd didome. Yanî hevdîtin û diyalogeke ji bo çareseriyê tune ye.”
Remzî Kartal, li ser gotin û peyamên hikûmetê û Dewlet Bahçelî jî rawestiya û wiha got: “Divê mirov siyaseta AKP/MHP’ê baş tahlîl bike. Hin kes dibêjin di navbera Erdogan û Bahçelî de nakokî hene. Bahçelî dixwaze li gorî şert û mercên welatê xwe, gav bavêje. Lê Erdogan jî siyaseta desthilatdariya xwe esas digire.Ev konsept konsepta dewletê ye. Erdogan tiştekî dibêje, Bahçelî tiştekî dibêje. Ev wafîzeya wan e. Dewleta kûr mîsyonek daye Bahçelî. Dixwazin peyamekê bidin qada navneteweyî û bibêjin “Dewleta tirk ji bo çareseriyê û diyalogê siyasetê dimeşîne. Dibêje ji derve bila kes destê xwe dirêjî kurdan neke. Em destê xwe dirêjî kurdan dikin. Dîsa li Tirkiyeyê qeyrana aborî, siyasî û civakî pir mezin e. Bi van niqaşan rojeva qeyranê ji rojeva civakê derdixin û li gorî xwe rojevê çêdikin. Li aliyê din CHP jî siyasetek alternatif ava nekiriye. DEM Partî divê li gorî tê xwestin wekî muxalefeta sereke tev bigere. Divê hemû pirsgirêkên kurd bigire rojova xwe û derkeve pêş. Divê DEM Partî rojeva alternatif çêke û pêşiya rojeva AKP-MHP’ê bigire. Divê mirov van gotinên AKP/MHP’ê cîdî negire û nexe rojeva xwe jî. Meseleyek wekî meseleya kurd a mezin heye. Şerê Rojhilata Navîn mezin dibe. Qiyametek heye. Di vê qiyametê de tu cîdiyeta gotinên wan tune.”
Remzî Kartal, bal kişand ser gotinên Bahçelî û wiha got: “Tişta Bahçelî dibêje îtîrafa têkçûna konsepta wan a 10 salan e. Têkçûna konsepta 2014-2024’an e. Digotin em ê PKK’ê têk bibin. Encam konpesta çokdayînê têk çû. Encam ev mikurhatina têkçûnê ye. Divê gelê me û hêzên demokrasîxwaz vê encamê baş bibînin. Tirkiye dikeve qeyranek mezin. Divê hêzên demokrasîxwaz êdî rola xwe bilîzin û derkevin pêş. Divê kî ji bo pirsgirêka kurd çi difikire, derketin pêş. Divê hêzên demokrasîxwaz têkoşîna xwe bilind bikin.”
Remzî Kartal bal kişand ser mîtîngê gel ên li dijî tecrîdê û tayînkirina qeyûm jî û wiha bi dawî kir: “Qaşo li aliyekî destê xwe dirêjî dem partiyê dikin. Li aliyê din jî qeyûm davêtin ser DEM Partiyê. Li aliyekî jî qeyûm avêtin ser Lihevkirina Bajar û dixwazin muxaletefetê belav bikin. Li aliyê din pergala tecarîdê didome û cezayê dîsîplînê didin. Yên li Tirkiyeyê aştî, demokrasî û çareseiryê dixwazin, jin, ciwan, karker, gundî, rewşenbîr û hemû kesên zexta dewletê li ser wan heye, divê zanibin ku hewldana AKP-MHP’ê çareserî tune ye. Dixwazin temenê xwe dirêj bikin. Dixwazin bibêjin me destê xwe dirêj kir, lê wan dirêj nekir. Dixwazin gelê Kurdistanê û eniya demokrasî bixapînin. Lê ew xwe bi xwe dixapînin. Îro gelê kurd hatiye vê astê ku di Rojhilata Navîn de gelê herî bi rêxistin û gelê herî polîtîk e. Êdî rewşa cîhanê analîz dike. Dema mirov di mîtîngekê de mîqrofonê dirêjî dayikekê dike, ew dayika ku berê di malê de bû, êdî derdikeve kolanan û rewşa cîhanê analîz dike. Gelê kurd polîtîk û zane bûye. Gelekî berxwedêr e. Gelê me bersiva silava Rêber Apo da. Li aliyê din êrîşa li ser Rêber Apo bersivand. Li aliyê din bersîva qeyûm da. Bersiva li ser gelê bakur û rojhilata Sûriyeyê da. Gelê me bersîvek heri bi hêz hem li Kolnê û hem li Êlihê da. Ez ji ber vê yekê bi taybetî gelê me bi tevahî Welat silav dikin. Hemû kesên demokrasî, aştî û çareseriyê dixwazin divê her kes li ser piyan be. Ji ber ku êdî dem hatiye. Dema azadiyê hatiye. Dema têkbirina faşîzmê hatiye. Bi vê wesîleyê ez berxwedana dayikên me, ciwanên me û hemû gelê me silav dikim.”