Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku Dadgeha Îstînafê ya Sine, bi tometa ‘avakirina komê û têkdana ewlehiyê’ 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birî.
Komeleyê aşkere kir ku beriya niha 10 sal ceza li Sirwe hatibû birîn, lê piştre cezayê wê ji bo 5 salan hat kêmkirin.