Ajansa Welat (AW) ku li bakurê Kurdistanê yekemîn ajansa kurdî ye, bi dirûşma “Deng û rengê welat” dest bi weşana xwe kir. Ajansa Welat, bi beşên jin, çand, aborî, polîtîka, ekolojî, tenduristî, daraz, cîhan û podcast, vîdeo û wêneyan geşedanên li her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin bi xwînerên xwe re ragihîne.
Di beşa edîtor a Ajansa Welat (AW) de wiha hate gotin:
“Li erdnîgariya me geşedanên girîng diqewimin û gelê kurd rojên dîrokî re derbas dibe. Di dîroka gelan de rojên pir girîng hene û ji bo me îro rojeke dîrokî û watedar e ku em di rojeke wiha de dest bi weşanê dikin.
Ragihandina azad bi dehan sal in di oxira rastî û heqîqetê de gelek bedel dan û hê jî dide. Ji bo rastiyan bînin ziman kedkarên ragihandina azad canê xwe feda kirin, hatin girtin, rastî her cure tundiyê hatin lê tu caran serî netewandin û dev ji têkoşîna xwe ya pîroz bernedan. Li hemberî zext û zordariyan her tim hêza xwe mezintir kirin.
Hêza me ji rastiyên me pêk tê. Ajansa Welat ji bo rastiyan bîne ziman îro tevli karvanên ragihandina azad dibe. Em dizanin ku azadiya ragihandinê jî bi berbelavkirina agahiyên rast mimkun e. Azadî jî bi zanînê û heqîqetê pêkan e.
Ajansa Welat xwedî bîr û baweriyeke mezin e ku dê bibe deng û rengê welatê xwe. Em ê hem bibin dengê gelê xwe û dengê wan bigihînin hemû mirovahiyê û hem jî bibin rengê welatê xwe da ku hemû renginiya welatê xwe bi mirovahiyê re parve bikin.
Weşana me dê bi temamî kurdî be. Wek destpêk em ê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî weşanê bikin û armanca me ew e ku di pêşerojê de hemû zaravayên kurdî weşanê bikin. Li aliyê din jî em ê hesabên xwe yên dîjîtal ve jî zûtirîn agahiyan bi we re parve bikin.
Gotina me ew e ku hûn jî tevli deng û rengê welat bibin. Ji ber ku Ajansa Welat deng û rengê me hemûyan e.”
Yên dixwazin dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin malpera Ajansa Welat https://ajansawelat.com/