Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi pêşengiya Rêber Apo di 27’ê mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Licê ya Amedê hat damezrandin. 46’emîn salvegera PKK’ê li seranserê Kurdistanê bi coş tê pîrozkirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 46 salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniya pîrozbahiyê weşand.
Daxuyaniya TAJÊ wihaye:
“Bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em salvegera 46’an ya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), ji Şengala rizgarkirî û aram bi rihê jin, jiyan, azadî li mîmarê vê tevgera mirovahiyê, li Rêber Apo pîroz dikin. Li gerîlayên azadiyê yên di dema fermanê de bi hewara civaka me de hatin, li gelê welatparêz û berxwedêr, li civaka Êzidî û tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Em ji şehîdê destpêkê Hakî Karer heta Asya û Rojgeran tevahî şehîdên şoreşê bi hûrmet û rêzdarî bi bîrtînin.
PKK di sedsala 21’emîn de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê bi bîrdozî, felsefe xwe ya azadiyê û bi paradîgma Netewa Demokratîk, bûye partiya netewa jin û gelên bindest. Rêber Apo bi avakirina PKK’ê re jiyaneke nû, hêvî, armanc û cîhaneke azad pêşkêşî mirovahî û jinan kir. Pergala kapîtalîst ku îro veguheriye makîneyekî hêrandina civakê pêkhînerê qirkirina jinê, di ferqa hêza Rêber Apo û tevgera ava kirî de ye. Ji vê tirsê li dijî Rêber Apo komployekî navnetewî pêk anîn. Li hemberî komploya mezin ku di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî jin, civak û mirovahiyê pêk anîn, gelên PKK bûyî bi rihê paradîgma Rêber Apo 26 sale tekoşînekî dîrokî û bi heybet dimeşînin.
Ruhê PKK’ê yê berxwedêr beriya niha bi deh salan, li hemberî xeta xiyanetê ya PDK’ê li Êzidxana pîroz li ber fermana 3’yê tebaxa 2014’an sekinî. Ji bo parastina jin, zarok, îxtiyar, cihên meyî pîroz, çiyayê Şengalê û tevahî civaka me bi sedan şehîd dan. Bi pêşengiya fermandar Medya Egîd, Egîd Civyan, Dilşêr, Nûjyan û Mam Zekiyan gerîlayên azadiya Kurdistanê bi cewher û rihê PKK’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanekî bêhempa pêşxistin. Ev deh sale em wekî jin û civaka êzidî bi saya van şehîdan xwe bi rêxistin dikin, têdikoşin, li ber xwe didin û xwe diparêzin. Emê tû carî ked, fedekarî, heskirin, hêvî û baweriya vê partiyê di dilê me de çandî ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.
Li hemberî mirovahiyê û bi taybetî jinan pergala mêr-dewletê dest bi şerê cîhanê yê sêyemîn kiriye. Li dijî vê şerê qirkirin û dagirkeriyê, Rêber Apo bi feleseya Jin, Jiyan, Azadî ku di tekoşîna PKK’ê de xwe bi beden kiriye îro, li tevahiya cîhanê berxwedanekî bê hempa dimeşînin. Em jî îlhama xwe ji vê berxwedanê digirin. Ji ber ku PKK bi pêşengiya jin, ji bo hemû pêkhate, bawerî, ol, netew, jin û gelên bindest şerê rewa û mafdar yê azadiyê dimeşînê. Di serî de li dijî faşîzma dewleta tirk û hemû hêzên serdest di dîroka gelan de jinûve berxwedaniyekî dîrokî dinivisîne.
Li ser vî esasî em dibêjin; heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk werê em ê bi hemû hêza xwe, ked bidin û tekoşînê bimeşînin. Em di oxira wê de berdêlan jî bidin wê tû plan û êriş gav bi me paşde navêjin. Bi vê bîr û baweriyê carekî din em salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber APO, li gerîlayên Aaadiyê, li civaka xwe û tevahî jinan pîroz dikin. Berxwedana Rêber APO gerîlayên azadiyê yê bi ruhê PKK’ê li ber xwe didin silav dikin.”