Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...
Çarşamba - 27 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Kalkan: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pêk were

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku PKK hest û fikrê gelê kurd, di zanebûn û çalakiyê de îradeya wê ye, xweparastina wê ye û wiha got: “Têkoşîna sala 47'an wê bi çi rengî be? Li ser bingeha pêngava azadiyê ya navneteweyî ku armanca xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye em dest bi vê salê dikin. Li ser vê bingehê encamên pratîkî yên pêngavê jî rû dan. Me ev yek îlan kir: azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê êdî ne propaganda be, gav bi gav wê pêk were”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di ‘Bernameya Taybet’ a televîzyona Medya Haberê de axivî û diyar kir ku ew bi amadekarî, plansazî û biryardariyeke hîn xurt dest bi sala 47’an a damezrandina tevgera PKK’ê dikin. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:

Me silav ji Rêber Apo wergirt. Bi hesreteke kûr û hurmet silav dikim. Em dikevin sala 47’an a damezrandina PKK’ê. Cejna partiyê li Rêber Apo pîroz dikim. Di sala 47’an de li ser xeta Rêbertî û partiyê em ê hîn bi xurtî şer bikin û serketinên mezin bi dest bixin.

Di 23’yê mijdarê de Omer Ocalan biraziyê Rêber Apo pê re hevdîtinek kir. Rêbertî li wê derê rewşa xwe bi şênberî got. Got, ‘Yek, tecrîd dewam dike. Du, eger şert û merc bêne afirandin, ew hêza min heye ku di çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê de dikarim bi rola xwe rabim’. Hêzên şoreşger, demokrat û welatparêz li ser vê nîqaş kirin, dikin û hewl didin fêhm bikin. Lê belê derdorên din hîn bêhtir spekulasyonê dikin bi rengekî neyînî.

Têkoşîna bi pêş ketiye û asta Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku di asta navneteweyî de tê meşandin, dewleta tirk, faşîzma AKP-MHP’ê bi rastî jî tengav kiriye, xistiye nava hilweşînê. Ji destpêkê ve polîtîkaya mêtingerî û qirkirinê ya li dijî kurdan a dewletê ev felaket amade kir û bi esasî ji aliyê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ve hate amadekirin. Me gelek caran hişyarî dan û gotin, ‘Hûn Tirkiyeyê dixin nava felaketekê’. Beriya me, Rêber Apo di parêznameyan de analîz kir û hişyarî da. Lê belê guh nedan vê yekê, nexwestin guh bidin û fêhm nekirin. Lê belê piştî ku rastî hat ber wan, ketin nava panîkê û ji destpêka cotmehê ve dibêjin, ‘Biratiya kurd û tirkan, em bibin yek, yekîtiya neteweyî pêwîst e. Îsraîl wê êrîşî me bike, nebû bila Ocalan bê li meclîsê biaxive, bila biaxive û ragihîne ku rêxistina xwe tasfiye dike’.

Çapemeniya tirk navenda propaganda şerê taybet, rêxistiniya şerê psîkolojîk e. Radibin her tiştî dibêjin, çi tê ber devê wan dibêjin. Gotinek heye, dibêje ‘hestiyê ziman nîne’. Li ser wê bingehî çi tê ber devê wan dibêjin. Hewl didin Rêber Apo bi vî rengî nîqaş bikin. Eşkere bû ku amadekariyên wan nîne. Tenê piştî ku xeterî dîtin di nava panîkê de hişt îdîa kirin, hewl didin rojevê berevajî bikin. Dixwazin rê li ber raya giştî bixin.

Pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî ku armanca xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye bi rastî jî zor da wan. Sîstema qirkirin û êşkenceyê ya tecrîda li Îmraliyê ew gelekî teşhîr kir. Li çar aliyên cîhanê hate teşhîrkirin. Êdî her kes bi vê rewşê zane. Siyasetmedar, hiqûqnas, hunermend, jin, ciwan, akademîsyen, derdorên entelektuel, civak, mirovên li kolanan… Kes vê yekê hiqûqî û exlaqî nabîne. Her kes dibêje, divê tavilê azad bibe. Zexteke gelekî cidî ya vê yekê heye. Diyar e ji bo sivikkirina vê, xwestin asta çalakiyan sivik bikin. Weke ku bibêjin, ‘Em ê hinekî nîqaş bikin. Çend gotinan bikin. Bendewariyan biafirînin, rojevê berevajî bikin, li gorî xwe rojevekê ava bikin. Yanî qet nebe wê hinekî guh bidin, çalakî sist bibe û belav bibe’. Hesabê wan ev bû.

Lê belê maskeya li ber rûyê wan zû ket. Bi rastî jî çalakiya hevrê Asya û Rojger her tişt raxist pêş çavan. Hîle û lîstik ser û bin kir. Maskeya li ber rûyê wan xist. Rastî bi şênberî nîşan da. Ji ber vê yekê di vê mijarê de yekser bibêjim. Bila gelê me guh nedin wan, bila dostên me guh nedin wan. Ti wateya wan nîne, qîmeta wan nîne. Eleqeya xwe bi rastiyê nîne. Têkildarî me, têkildarî PKK’ê gelek tiştan dibêjin. Ti ji wan rast nîne. Hemû derew û şaş in. Bi şênberî bibêjim. Tiştekî rast ku ew dibêjin nîne. Ji ber ku mirov pê nizanin, dibêjin ji xwe der barê PKK’ê de agahiyên kêm hene, em çi bibêjin, çil carî dubare bikin wê bawer bikin.

Lewma divê mirov guh nedin wan. Rêber Apo ev yek got. Tecrîd dewam dike. Ev tê çi wateyê? Divê têkoşîna li dijî tecrîdê dewam bike. Got, eger şert û merc bêne afirandin ez ê bi rola xwe rabim. Wê demê bi çi wê şert û merc bêne afirandin? Bi têkoşînê. Hingî wezîfe dikeve ser milê me. Dikeve ser milê her kesî. Divê em hîn bêhtir têbikoşin.

Divê gerîla hîn bêhtir têbikoşe, jin û ciwan, gelê me, li çar parçeyan û derveyî welat, li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşîna xwe hîn mezin bikin. Di vê mijarê de divê sistbûn nebe.

Ji xwe ne bawer im ku kes bi wî rengî dinirxîne. Yên ku hin pirs di serê wan de hene divê rastiyê bi vî rengî zanibin. Gelê me di 16’ê mijdarê de li Kolnê helwesta xwe careke din nîşan da. Di 17’ê sibatê de jî nîşan dabû û asta pêngava azadiyê ya navneteweyî diyar kiribû. Asta girseyîbûnê dabû destpêkirin.Gelê kurd, dostên li derveyî welat ên pêngav bi rêxistin kirin, bi eşkere dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re û daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anîbûn ziman. Niha jî heman tişt bû.

Li çar parçeyên Kurdistanê gelê me, jin, ciwan çalakiyan li dar dixin. Li Rojava gel li ser piyan e. Li Bakur berxwedana li dijî êrîşên qeyûm dewam dike.

Dewleta tirk êrîş dike. Komkujiyan dewam dike. Li Rojava kevir li ser kevir nehiştin. Di 6’ê mijdarê de cezayê dîsîplînê yê ji bo 6 mehan li Rêber Apo birîn. Beriya wê di 4’ê mijdarê de dabûn. 6 meh derbas bûn. Wê 6 mehên din jî derbas bibin, gulan wê careke din bê. Timî van cezayên dîsîplînê yên bêbingeh hene.

Li aliyekî ve rewşeke welê heye ku hevdîtina Rêber Apo ya bi malbatê, parêzeran re qedexe dike. Organên medyayê hene ku weke makîneya şuştina mejî bi şev û roj nîqaş dike. Ew hemû pisporên şerê taybet in. Tişta ku li wir dixin rojevê hemû pisporên şerê taybet e. Lewma divê mirov guh needin wan. Rastî li holê ye.

Her wiha di vê mijarê de hinek hebin ku dixwazin tiştekî bikin, dikarin bi hêsanî bikin. Eger bi rastî jî fikir tê guhertin, eger dest ji siyaset û mejiyê qirker, mêtinger û faşîst tê berdan, eger alîgirê çareseriya pirsgirêka kurd in, eger mîsyona Rêber Apo dibînin hingî divê li gorî vê tevbigerin. Wê demê wê her kes bibîne, pê bihese û bersivê werbigire. kurdan silava ku jê re hat dayin ti carî bê bersiv nehiştin. Niha ne di wê astê de ne ku rewşê fêhm nekin.

Ya ku niha tê kirin rojevên bê bingeh in ku bi êrîşên faşîst dixwazin zemînê ava bikin, bi vî rengî ya bi hilbijartinê nekarîn werbigirin bi desteserkirina faşîst bi dest bixin. Divê em guh nedin wan û têkoşîna xwe xurt bikin. Qedexeya hevdîtina parêzeran û malbatê li Rêber Apo ferz kirin. Divê em qiyametê rakin. Li tevahiya cîhanê di çarçoveya hiqûqê de divê bê teşhîrkirin. Tiştekî bi vî rengî dibe? Ti hinceteke xwe nîne. Ji parêzeran re tiştek jî nayê gotin. Qedexeya hevdîtinê heye, li aliyê din jî nîqaşek li ser filan mafî bêvan mafî tê kirin. Ti eleqeya van bi rastiyê re nîne. Hemû lîstik in, divê mirov pê nexapin. Em weke gel li çar parçeyên Kurdistanê û weke dostên xwe yên li derveyî welat divê pêngava azadiyê ya navneteweyî xurt bikin, giraniyê bidin ser têkoşînê. Em pêngava azadiyê ya navneteweyî mezin bikin. Li her deverê çalakiyan dewlemend, mayinde bikin û encamê werbigirin. Rêbazên nû yên çalakiyan biafirînin. Hingî wê rastî eşkere bibin, şênber bibin. Lîstikên wan wê bi hêsanî têk biçin.

PKK’ê bi kongreya xwe ya yekemîn a 26-27’ê mijdara 1978’an re damezrandina xwe ya fermî pêk anî. Em niha di salvegera 46’an de ye. Li her deverê pîrozbahî hene. Bi taybetî agahiyên li ser tenduristiya Rêber Apo û silava wî ji bo jin, ciwan, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat û dostên me bû moral. Bi coş kir. Lewma ev hemû bandorê li pîrozbahiyên 27’ê mijdarê dikin.

Ji aliyekî ve çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê hene, ku PKK partiyeke jinan e. Cewhera têkoşîna PKK’ê têkoşîna azadiya jinê ye. Li ser bingeha azadiya jinê têkoşîna afirandina azadiya civakî ye. Rêber Apo bi afirandina Jineolojiyê re bû Rêberê van hemûyan. Zêdeyî 50 sal in pêşengiyê dike. Têkoşîna yekbûyî ya van hemûyan her roj li kolanan tijî dibe. Li çar parçeyên Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê kurd van çalakiyan dikin.

Beriya her tiştî dixwazim çalakiyên ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina partiya me têne lidarxistin silav bikim. Cejna partiyê di serî de li Rêber Apo li hemû hevrêyan, hêzên me yên gerîla yên leheng, tevgerên me yên jin û ciwanan, gelê me, dostên me pîroz dikim. Di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya sala 47’an a PKK’ê de serketinê dixwazim. Her wiha di şexsê şehîdê mezin ê destpêkê yê partiya me hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên me yên partiyê yên ji Hakî Karer heta bi pêşengên fedaî yên mezin Asya Alî û Rojger Hêlîn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Bi wesîleya salvegera damezrandina partiyê soza serxistina armancên şehîdan dubare dikim.

Pêwîstî pê heye ku rastiya PKK’ê rast bê pênasekirin û fêhmkirin. Ev yek tê wateya fêhmkirina rastiya Rêber Apo. Di vê mijarê de hin hewldan hene. Ya rast 40-50 sal in li Tirkiyeyê û li gelek deverên cîhanê mijara herî zêde tê nîqaşkirin rastiya Rêber Apo û PKK’ê ye. Di vê salvegerê de jî heman rewş dewam dike. Paşketinek nîne. Wê demê di sala 46’emîn de di salên beriya wê de jî PKK’ê têkoşînek li gorî vê meşandiye. Têkoşîneke mezin a ku zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe radike, rojevê diyar dike, li ser bingeha azadiya kurdan demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn li hemû qada siyasî ferz dike, bi wêrekî û fedakarî meşandiye. Nîqaşên têne kirin vê yekê nîşan dide. Eger ne bi vî rengî bûya, PKK ewqasî nedihat nîqaşkirin.

Ji vê jî wêdetir, têkildarî PKK’ê wê agahiyên şaş nehatibûna belavkirin. Bi taybetî wê hewl nehatibûya dayin ku serê civakê tevlîhev bikin. Ev yek ji encamên têkoşîna sala 46’emîn a PKK’ê ye. Ev yek nîşan dide ku têkoşîn wê hîn bêhtir bandorê li civaka Tirkiyeyê bike. Divê em bi vî rengî fêhm bikin. Lewma tiştên bi vî rengî têne kirin. Baş e ev tê çi wateyê? Tê wateya fêhmkirina rast a têkiliyên PKK’ê bi Tirkiyeyê re. Belê PKK di rastiyê de tevgereke welê ye ku xwedî taybetmendiyên cuda û xweser e.

Mîna Rêber Apo wê demê pêngaveke rêbertî qet nebû. Gelek cudahiyên xwe hebû. Ji aliyekî ve ciwanên kurd li Bendava Çûbûkê hîmên bingehîn ên rêxistinî yên PKK’ê danîn, li aliyê din jî Hakî Karer û Kemal Pîr li malekê diman, karê hevpar ê şoreşgerî dikirin. Dema ku hîmên bingehîn ên rêxistiniyeke li Kurdistanê dihate danîn, bi van ciwanên şoreşger ên ji Derya Reş nîqaş jî dikir. Asta xwe ya têkiliyê bi vî rengî bû. Ev yek asta ferasetê nîşan dide.

Em bala xwe bidin ser, ji ADYOD’ê destpê kir ku di bihara 1874’an de ava bû, piştre weke FKBDC dewam kir di destpêka sala 1980’î. Di vê serdemê de gihîşt heta HBDH’ê. Di nava hemû hêzên tifaqê de yên dixwazin Tirkiye demokratîk bibe PKK heye. Ji rastiya Tirkiyeyê qut nîne. Rêxistineke din a kurd nîne. Kesayet an jî rêxistineke ku dibêje bi navê Kurdistanê tevdigere, di nava wan de nîne. Lê belê PKK heye. Rastiya PKK’ê raxist pêş çavan ku azadiya kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê di nava hev de ne, hevdu xwedî dikin û yek nebe ya din nabe. Divê bi vî rengî bê dîtin û fêhmkirin.

Kes nikare bibêje, PKK hêzeke teng e, bi pirsgirêkên Tirkiyeyê re eleqedar nabe. Yên ku hewl didin vê bibêjin rastiyê berevajî dikin. Eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Çawa ku xwe ji neteweperestiya kurd a teng qut kir, li dijî neteweperestî, teslîmkariya reformîst û neteweperestiya bûrjûvaya biçûk têkoşiya, xwe ava kir, ji wan qut bû û xwe kir tevgereke azadiyê ya kurd a ku demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn dixwaze, di heman demê de li dijî şovenîzma sosyal a li ser pirsgirêka Tirkiyeyê bi bandor bû, têkoşiya. Şovenîzma sosyal çi bû? Hebûna tirk, hebûna kurd, azadî qebûl nedikir, nêzîkatiyên welê bû ku li dijî kurdan xizmet ji îdeolojiya fermî ya dewleta tirk re dikir. Lewma nikarîbûn Tirkiyeyê bi rengekî rast analîz bikin. Nikarîbûn xeta şoreşgerî di têkoşînê de bi rengekî rast destnîşan bikin. Çawa ku qutbûna ji neteweperestiya kurd, têkoşîna li hemberî wê nayê wateya qutbûna ji kurdîtî, hebûna kurd û azadiya kurd, berevajî dibe yekbûna bi vê yekê re, qutbûna ji şovenîzma sosyal a tirk jî têkoşîna li hemberî vê jî nayê wateya qutbûna ji civaka Tirkiyeyê ji demokratîkbûna Tirkiyeyê, berevajî tê wateya yekbûna pê re, yekbûneke hîn xurt.

Rêber Apo di darizandina Îmraliyê de jî got, ‘Me li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê meşand, em nikarin tiştekî din qebûl bikin’. Ji xwe di rastiyê de jî ji nava tevgera demokratîk şoreşger a Tirkiyeyê rabû. Divê mirov bala xwe bidin ser bûyerên dîrokî û rastiya PKK û Rêber Apo bi vî rengî baş fêhm bikin. Bi qasî fêhmkirina yekbûna bi civak, gel, dîrok û rastiya kurdan, divê mirov têkiliya xwe ya bi civaka Tirkiyeyê, demokratîkbûna Tirkiyeyê, demokratîkbûna Rojhilata Navîn û mirovên azad û demokratîk re baş bibîne û fêhm bike. PKK’ê ji destpêkê ve ev yek weke stratejîk nirxand. Azadiya kurdan her tim di demokratîkbûna Tirkiyeyê, demokratîkbûna Rojhilata Navîn, di meşa demokratîk û azad a mirovahiyê de dît. Ew weke hevalbendên xwe yên stratejîk pênase kir, dît û bi vî rengî meşand.

Tişta ku em niha bibêjin ev e: Bi ketina nava sala 47’an re, têkoşîna sala 46’an ev rastî ewqasî bi şênberî nîşan da ku bandorê li Tirkiyeyê dike, ji aliyê gelek derdoran ve tê nîqaşkirin, gelek derdor hewl didin fêhm bikin û bi rastî jî bi duristî hewl didin fêhm bikin. Em wan silav dikin, hurmeta xwe pêşkêş dikin. Lê belê gelek jî hene ku hewl didin berevajî bikin. Ew jî hewl didin hîleyan bikin. Têkoşîna PKK’ê ewqasî bandorê dike.

Têkoşîna sala 47’an wê bi çi rengî be? Li ser bingeha pêngava azadiyê ya navneteweyî ku armanca xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye em dest bi vê salê dikin. Li ser vê bingehê encamên pratîkî yên pêngavê jî rû dan. Me ev yek îlan kir: azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê êdî ne propaganda be, gav bi gav wê pêk were. Têkoşîna sala 47’an wê bi vî rengî be. Li ser vê bingehê em ê li dora azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê li her qadê bi plankirî û rêxistinî bimeşînin. Em weke tevger ji vê re amade ne. Rêveberiya me, kadroyên me, komîteyên me yên li her qadê ji aliyê nirxandina rabirdûyê û pêşdîtina paşerojê ve di plansaziya têkoşîna sala 47’an de ti lawaziya xwe nîne. Aşkere ne, şênber in, bi biryar in, xwedî wê hêzê ne ku plansaziyê destnîşan bikin û vê dikin. Gelek ji van ji xwe hatine kirin.

Li ser vê bingehê em vê bibêjin, em li ser bingeha danheviya têkoşîna sala 46’an û salên berî wê dest bi sala 47’an dikin. Hîn bêhtir amade ne, bi plan in û bi biryar in. Em sala 47’an a têkoşînê bi rengekî hîn bi biryar û plan pêşwazî dikin. Em ê têkoşîna sala 47’an ku di bingeha wê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye li her qadê hîn bi xurtî bimeşînin û serketinên mezin bi dest bixin. Biryardariya me bi vî rengî ye. Li ser vê bingehê sala 47’an a partiya me silav dikim, di sala têkoşînê ya 47’an de bang li hevrêyan, gelê me û dostên me dikim ku têkoşînê hîn mezin bikin û serketinên mezin bi dest bixin.

Di mijara şer de fermandariyên me yên HPG û YJA Starê, biryargehên me yên navendî daxuyaniyên pêwîst didin. Em vê dubare dikin. Dema ku tiştekî nû dibe, em agahiyan didin. Di dawiya her mehê de bîlanço tê dayin. Rojane bîlançoya çalakiyan têne dayin. Her roj li Rojavayê Zapê û Metînayê çalakî têne kirin. Ji Heftanînê heta bi Xakurkê çalakî pêk tên. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên nû ku 3’ê Tîrmehê bi piştgiriya rêveberiya Iraqê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin destpêkirin, berxwedaneke bi lehengî heye. Em dikarin bibêjin ku ev êrîş hatin şikandin, hatin têkbirin.

Me fêhm nekir, gotin wê havînê biqede ev kar, nebû vaye payîz wê biqede, ew jî nebû vaye dawiya mijdarê tê. Em ketin dawiya mijdarê. Digotin, em ê mizgîniyê bidin. Dawiya gotinên bi vî rengî nehat. Fermandariya Giştî wê daxuyanî bida, yan jî Wezîrê Parastinê. Wê bigotina bê çawa li Zapê bi ser ketine, lê belê xuya ye li benda dawiya mijdarê ne. Di 15’ê mijdarê de bi Iraqê re hevdîtin kirin. Dibe ku 27’ê mijdarê daxuyaniyê bidin. Bila aşkere bikin, raya giştî ji wan li benda daxuyaniyekê ye. Digotin, em ê kilîdê bigirin. Girtin, negirtin kilîd, gelo ew bi xwe kilîd bûn? Gelo ketine nava çiravê? Balkêş e. Weke ku her kes bi vê dane bawerkirin. Propagandayê dikin li Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê. Agahî ji me re jî tên. Dibêjin hûn hîn li wir in? Gerîla li Zapê heye? Li Metînayê gerîla heye? Li filan cihî heye? Ecêb dimînin. Dema ku tê gotin, li filan cihî çalakî bûye, li filan leşkerî hatiye xistin, ew jî dibêjin ‘Bi rastî jî li wê derê hene?’ Gelek derdora dane bawerkirin û ji wan re dibêjin, ‘Em welê hatine ku êdî gerîla filan nemaye’. Bi derewan gelek derdor xapandine. Bi gotina ‘qedandina PKK’ê’ piştgirî ji gelek derdoran wergirtine. Bazarî kirine. Derfet bi dest xistine. Lê belê yên ku zanibin rastî ne bi wî rengî ye, wê dest ji dayina piştgiriyê berdin. Wê bibin mijara pêkenokan. Ji ber tirs û fikara vê yekê timî taloq dikin. Mehên Xwedê naqedin. Bi vî rengî dewam dike.

Rewşa rastî; şer dewam dike. Li Bakur jî dewam dike. Fermandariya biryargeha me ya navendî di daxuyaniya xwe de ragihand ku giraniyê didin ser Bakur. Di pêvajoya bê de bêguman wê pêşketinên nû hebin. Li bajaran jî şer dewam dike. Çalakî her roj têne kirin. Êdî çalakiyên leşkerî têne kirin. Em dibînin ku şer gav bi gav ji Herêmên Parastinê yên Medyayê û bakurê Kurdistanê derbasî nava bajaran dibe.

Bêguman şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê girîng e. Çawa girîng e? PDK’ê bi her awayî piştgirî da. Herî dawî Iraqê piştgirî da. Ev êrîşên plankirî, êrîşên dagirkeriyê di sala 10’emîn de ne. Beriya 10 salan di cotmeha 2014’an de hatin plankirin, biryar li ser hate danîn, li ser bingeha plana têkbirinê de. Lewma dixwazim vê yekê bibêjim. 10 sal di ser re derbas bûn. Pêkanîna hemû armancên xwe li aliyekî nekarîn armanceke xwe ya biçûk jî pêk bînin. Nekarî plana xwe bi ser bixînin. Xwestin di demeke gelekî kurt de pêk bînin, lê belê li 10 salan belav bû û nekarîn bi ser bixînin. Ji ber vê jî tengav bûne. Ji bo li vê derê bi ser bikevin hemû derfetên xwe seferber kirin. Maliye, aboriya Tirkiyeyê her tişt rawestandin û li vê derê xerc kirin. Niha jî her tişt hildiweşe.

Eger ji vê derê karîbûna encam bi dest bixista wê bi dilê wan bûya. Nekarîn ji vê derê encamê bi dest bixin. Lewma serketina wan a di şer de ji aliyê sîstem, rêveberiya faşîst, mejî û siyaseta qirker mêtinger ve hilweşînê bi xwe re tîne. Ji ber vê jî li pêşberî gerîla bi rastî jî têk diçin, dixitimin. Di nava çiravê de çikiyane. Bandora vê yekê wê hîn bêhtir di dema bê de were dîtin.

Hem bûyer wê bi vî rengî biqewimin hem jî wê bandorê li ser AKP, MHP, rêveberiya faşîst bike. Gerîla destpêkê, di dema destpêkê de bêguman kete nava lêgerîna taktîkê, amatorî hebû, di guherînê de zehmetî hebû, lê belê êdî di mijara şerê li tunelan û tîmên bi tevger de xwedî tecrûbeyên mezin e. Êdî di rewşeke welê de ye ku hem êrîşan fêhm dike û tedbîran werdigire, hem jî bi xwe çalakiyan dike û derbê lê dixe.

Wê hîn bêhtir bi vî rengî be, wê hîn bêhtir derbê lê bixe, ji ber ku hêza lêdanê ya gerîla li holê ye. Yanî bi rastî jî Rêber Apo got, ‘Yekîneyeke biçûk a PKK’ê ya ku xwe zane û xurt kiriye, çalakiyek nîne ku nikaribe bi ser bixîne, dijminek nîne ku nikaribe lê bixe’. Me ev yek di çalakî û helwesta hevrê Asya û Rojger de dît.

Çalakiya TUSAŞ’ê hêza lêdanê ya gerîla nîşan da. Bi şênberî nîşanî her kesî dît ku ti hedefeke dijmin nîne ku nikaribe lê bixin. Ev yek asta têkoşîna gerîla nîşan dide.Li ser vê bingehê careke din gerîlayên li Zap, Metîna û çar aliyen Kurdistanê bi lehengî şer dikin silav dikim, serketina wan pîroz dikim, şehîdên leheng bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Di pêvajoya zivistanê de serketinê ji hemûyan re dixwazim.

Niha têkildarî vê yekê, derdorên siyaseta demokratîk rewşê dinirxînin, helwesta xwe raber dikin, biryar didin, têkoşînê plan dikin û pêş dixin. Jin, ciwan û gelê me yê welatparêz li her qadê beşdar dibin, li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin tê raberkirin. Ev berxwedan li Mêrdîn, Xelfetî û Êlihê destpê kir, li Esenyûrtê dîsa gelê kurd li dijî êrîşa qeyûm berxwedaneke mezin raber kir. Niha xelkê Dêrsimê li ser piyan e.

Dersim çok natewîne, Seyîd Riza çok netewand. Lewma Dersimî serî natewînin, li ber xwe didin. Gelê kurd wê li ber xwe bide, Kurdistan li ber xwe dide yanî li dijî van êrîşan. Helbet wê li ber xwe bide, jidervey vê rê nîne. Lê belê eger em ji hin aliyan ve rewşê binirxînin, ev rewş nîşan dide ku ev nîqaşên li ser wê pêvajoyê, vê pêvajoyê çiqasî sexte ne. Mirov evqas derewker dibe. Li ti devera cîhanê tiştekî wiha nîne. Mirov hinekî tengav dibe. Rûyê wî/ê sor dibe, xwih dide. Ji ber ku bi zanebûn derewan dikin. Hîna hin kes hene ku guh didin van, hewl didin bigihînin me jî. Divê zemînê siyaseta demokratîk rewşên wiha baş binirxîne. Divê li hemberî tiştên bi vî rengî mirov di demê xwe de helwest nîşan bide. Divê mirov tişta qezenc kirî biparêze.

Divê cihê rêveberiya gel, xizmeta gel di destê gel de be. Divê dewlet xwe tevlî van deran neke. Dewlet çima xwe tevlî dike, çawa tevlî dibe? Divê mirov bi ser vê yekê de biçe. Pirsgirêk li vir heye yanî. Şaredariya bi sedî 65 dengan, hatî bidestxistin. Ev girseya ku sedî 65 deng dayî, li kuderê ye? Bila xwe rêxistin bike, şaredariya xwe bide xebitandin. Ji min re berevajî tê. Qanûnên faşîst ev wiha kirine. Dewleta navendparêz, dewleta ku tiştekê ji civakê re nahêle wiha dike. Divê civaka demokratîk jî vê yekê red bike. Divê li dijî vê têbikoşe. Divê alternatîfa xwe pêş bixe. Divê rêveberiya gel a demokratîk, rêveberiya xwe ya herêmî derxe holê. Her tişt bi pere nabe. Dikarin di nava xwe de alîkariyê kom bikin û xwe weke şaredarî rêxistin bikin. Mesela dikarin bi xwe karên xwe bikin. Divê mirov bi rêbazên curbe cur vê xespkariya qeyûm vale derxîne.

Ma ez dikarim çi bêjim, yên mîna min wê çi bêjin? Em hêza têkoşînê ne. Em ê bêjin berxwedan. Hevrê Mazlum Dogan got, “Berxwedan jiyan e.” Berxwedan ber bi serketinê, teslîmiyet ber bi xiyanetê ve dibe. Hîn zêdetir berxwedan. Ji dervey vê rê nîne. Li dijî êrîşkarî û xespkariya faşîst, ji dervey mezinkirin û pêşxistina berxwedanê ti rê û rêbazên din nînin. Teqez divê mirov hîn zêdetir xwe rêxistin bike, têbikoşe û li ber xwe bide.

Niha ev cara sêyemîn e, li Mêrdînê qeyûm tê tayînkirin. Her 5 salan carekî hilbijartin tê kirin. Ev dike 15 sal. 15 sal in tê hilbijartin, tayîn dike. Yê winda dike tişta dixwaze tîne, dike şaredar. Gelo çi wateya wê hilbijartinê ma? Wê demê li Tirkiyeyê ti wateya hilbijartinê hebû? Bi rastî jî gel îradeya xwe raber dike? Hilbijartina demokratîk çêdibe? Evane hemû nînin. Diyar e ku hilbijartin lîstokek e. Êdî divê gel bawerî bi vê neyîne, divê ti kes jî neyîne, yanî em nikarin bînin. Me di rastiyê de ceribandinek dikir.

Niha li Tirkiyeyê êdî wê ti kes bawerî ne bi hilbijartina şaredariyê, ne jî bi hilbijartinên din bîne. Ji ber ku îradeya gel derbasdar nabe. Ji ber ku îradeya şefê faşîst û qesrê weke ku dixwaze derbeyê dike. Kengê dixwaze, diguhere. Wê demê ev kar, di hilbijartinê de nabin. Bi çi dibin? Bi şer, têkoşîn û berxwedanê dibe. Wê demê niha ciwan, jinên ciwan û mirovên Kurdistanê wê çi bêjin? Em evqasî dixebitin, hilbijartinê dikin, bi ser dikevin, tên ji destê me digirin, em nikarin tiştekî bêjin. Wê demê divê em çi bikin? Divê em destdirêjiyê, bişikînin. Wê destê wan bişikê, em ê têbikoşin. Ev tê çi wateyê? Tê wateya şer û xweparastinê. Wê xweparastinê rêxistin bike û beşdarî xweparastinê bibe. Bi zordariya çekê digire, bi zordariya polîsan digire. Eger li hemberî wan hêza şoreşgeriyê ya ku zordariya wan tune bike û derbe lê bide hebe, ew ê nekarin gav bavêjin.

Çi hedê wan? Nikarin destê xwe jî rakin. Ji bo wê kurd bêalternatîf nînin. PKK heye. Bila keremkin, em bang li ciwan û jinên ciwan dikin. Beşdarî PKK, PAJK’ê û gerîla bibin, li ser rêxistinbûna xweparastinê lêhêrbûnê bikin û nîqaş bikin. Em ji bo vê bang dikin, em bawer dikin ku wê hîn zêdetir beşdar bibin.

Ji ber ku ya tê rastkirin, xeta PKK’ê ye. Bi hilbijartinê faşîzm, mêtingerî û qirkirin tune nabe. Eger tu bi zimanê ku ew fêm dikin têkoşîn nemeşînî, tu wê nekarî wan têk bibî. Têkoşîna bi ziman tê fêmkirin, çiye? Têkoşîna gerîla. Ev li bajêr dibe, li çiyê dibe, li her derê dibe. Li her derê dikare were pêşxistin.

Li aliyekî me nexwest wiha bibe. Eger bi hilbijartinê jî ba, me red nekiriye. Lê aliyê dijber red dike.Min got, kurd bi alternatîf, PKK bi alternatîf dixebitin. Wê demê eger dibêjin bi hilbijartinê nabe, em jî wê bi şer, têkoşîn û berxwedanê bersiv bidin. Em ê bi serhildanê bersiv bidin. Em ê şerê gel, şerê xweparastinê û serhildanên gel pêş bixin. Eger ewane vî karî bi zordariyê dimeşînin, em ê jî bi şoreşgeriyê bersiva zordariya faşîst bidin. Ev cesaret û zanebûn, di kurdan de heye.

PKK navê vê zanebûn, rêxistinbûn û çalakiyê ye. PKK li Kurdistanê vê îradeyê îfade dike. Weke ruh, hest û fikrê gelê kurd, di zanebûn û çalakiyê de îradeya wê ye, xweparastina wê ye. Wê çawa îradeya xwe derxe holê û biparêze?

PKK wê hîn xurttir bibe. Têkoşîna PKK’ê wê hîn zêdetir pêş bikeve, divê pêş bikeve jî. Ji bo astengkirina vê, êrîşên şerê taybet pêş dixin. Li her derê çete hene. Ji bo nehêlin ciwan û jinên ciwan beşdarî têkoşîna azadiyê û gerîla bibin, hewl didin her cure nelirêtiyê pêş bixin. Hişberî ye, fûhûş e, nizanim dizîtî ye, çetetî ye, her tiştê pêş dixin. Yekê digot, “şûna biçin çiyê, nizanim bila çi bikin.” Zelamekî namerd bû. Xeta wan ew e yanî.

Li dijî van, divê mirov hîn zêdetir biçe çiyê. Divê hesab bipirse. Yanî roj, roja hesabpirsînê ye. Şerê taybet tenê bi şerkirinê, nayê astengkirin. Em nîqaş bikin, fêm bikin lê li dijî wê xwe rêxistin bikin û çalakî bikin. Divê ew nefesê nestînin. Divê mirov wan çeteyan, têk bibe. Ew kî ne, çi hêza wan heye? Eger li hemberî wan çalakiya rêxistinbûna şoreşgeriyê nebe, ew ê weke ku bi hêz in xuya bikin. Bila hinekê mirov li dijî wan derkeve, hinekê hesab bipirse, wê li cihê xwe asê bimînin. Tiştekî ku ew bikarin bikin, nîne. Siberojeke mezin a ku ciwanên kurd wê bi ser bikevin, heye. Jiyana azad heye, jiyana nû heye. Van ciwanan ev zanebûn girt. 40 sal in şer dike, 50 sal in bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîna azadiyê dimeşîne.

Wê demê pêdiviyên ciwanên Apoyî çi bin, em ê bêkêmahî bi cih bînin. Êdî dem dema hîn zêdetir Apoyîtiyê ye. Dem, demekî wiha ye. Wisa divê mirov guh nede cihên din, temaşe neke.

Bûyer û geşedan nîşan didin ku em divê rast, cidî û bidisiplîn nêz bibin. Rastî pir eşkere ne. Têkoşîn wê ji her alî ve bidome. Gelo ma mirov wê çi ji faşîzma AKP-MHP’ê hêvî bike? Helbet ew ê êrîş bikin, lê em ê jî berxwedan û têkoşînê li her derê bi hêzeke hîn mezintir pêş bixin. Faşîzm teng dibe, tengav dibe û zorî dikêşe. Wê demê eger em van rastiyan bibînin, xwe hîn zêdetir rêxistin bikin û sewqî têkoşîneke hîn bibandortir bikin, em ê bi ser bikevin. Ez her kesê vedixwînim helwesteke wiha.
Şerê Cîhanê yê 3’yemîn, ji sala 1990’an û vir ve di qonaxên curbe cur re derbas dibe û belav dibe. Cîhan hemû di nava vî karî de ne. Niha di vê xalê de, êdî ji asta siyasî ya îdeolojîk hîn wêdetir, asta leşkerî jî derdikeve pêş, bi tund dibe û belav dibe. Xeterî di wê astê de jî, zêde dibe. Gelek kesan li hilbijartina DYE’yê dinêrî. Trump bi gotina “ez ê şeran bidim sekinandin”, propanda dikir û bi vî rengî bû serok. Lê hîna nebûyî rêveberî, hema bêje li ser Ûkraynayê nîqaşa şerê nukleer hate meşandin. DYE, Îngilistan, Fransa û hemû hêzên din rêveberiya Ûkraynayê teşwîq dikin ku hîn zêdetir çek bikar bînin, çekên hîn nûtir bi kar bînin. Herî dawî, Fransa jî beşdarî vê bû. Hetta daxuyanî dan ku wê leşkeran jî bişînin. Rewşeke ecêb e.

Mirov hewldana DYE’yê fêm dike, lê ev hewldana Ewropa, bi taybetî jî ya Elmanya û Fransayê ji bo çi ye? Mirov wê fêm nake. Me DYE û Îngilistan fêm kir. Jixwe wan ev şer derxist. Ewropa û Rûsya, bi vê rewşa şer re paş de birin. Gelo Ewropa evqas bêîrade ye? Ev qas guh da DYE’yê? Mirov tam fêm nake.

Lê belê berê digotin mejiyê NATO’yê dimire. Nikare Ewropayê biparêze. Artêşa Ewropayê pêwîst e. Divê sîstemeke nû ya parastinê ya Ewropayê hebe. Niha evane wisa diqewimin ku weke qet nehatî gotin.

Îhtimal hebû ku Trump şerê Ûkraynayê sar bike. Eger bû rêveberî, bi îhtimaleke mezin wê wiha biqewime. Me fikirîbû ku eger sermayeya tekelparêz, wiha bixwaze wê Trump weke serok hilbijêre. Bi rastî jî Trump hate hilbijartin. Lê niha hîna nehatî ser wezîfeyê, rêveberiya Biden li Ukraynayê şer sor dike. Belkî jî tiştên dawî tên lîstin. Dibe paşve vekişiyan çêbe. Lê belê, lîstokeke bi xeter e. Eger wisa be, weke lîstokekê tê lîstin wê mîna lîstina çeka nukleer be. Ev xeter e.

Şer dibe hîn zêdetir li Rojhilata Navîn kûr bibe. Em nafikirin ku Trump jî wê têkildarî vê yekê polîtîkayeke zêde cuda bişopîne. Piştî êrîşên Lubnanê û şerê Hîzbûllahê, Îsraîl her diçe êrîşên xwe li ser Sûriyeyê zêde dike. Nirxandin dike ku wê li gelek derdoran, geşedan wiha biqewime. Ev îhtimala mezin e. Dibe hîn zêdetir li hedefên Îranê yên li Sûriyeyê bixe. Dibe ku mijara rêveberiya Sûriyeyê wê çi bibe û sîstema Sûriyeyê, wê çawa şikil bigire hîn zêdetir derkeve pêş. Dibe rojeva hefte, meh û rojên li pêşiya me, hîn bibandortir be. Rewşeke ji vê re vekirî, heye. Ji bo astengkirina vê, hewldanên Îranê tên dîtin.

Helwesta Îranê timî, ji bo paşde birina şer bû. Tevî van êrîşan, helwesteke cuda xuya nabe. Lê belê wê çiqasê bi bandor be, astengkar be diyar nîne. Bi êrîşên Îsraîlê re DYE û NATO’yê di aliyê leşkerî de hêz li Rojhilata Navîn bi dest xist. Dibe ku vane hîn zêdetir bikin. Yanî wê hîn zêdetir hêzên dervey sînor ên Îranê, hedef bigirin. Bi destê xwe zoriyê li Îranê dikin ku li hev bike. Yan jî dibe demokratîkbûna alternatîf pêş bikeve.

Lê belê heman rewş, ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Dema şerên destpêkê qewimîn, Tirkiye hinekê panîk girt. Êrîşa Îsraîlê ya li ser Hîzbûllahê û şerê Lubnanê, destpêkê ev yek hinekê sor dikir. Qaşo Îsraîl û Îran wê şer bikin. Li Rojhilata Navîn her du jî dê muhtacê wî bibin, Tirkiye ji dervey şer hesab dikir ku wê bibe hêzeke navbeynkar a bi bandor. Dît ku êrîşên Îsraîlê wiha nînin, hedef dike ku li dijî statukoyê derbe li statukoyê bixe. Ferq kirin ku hêza statukoger, ew bi xwe ne. Piştî ku pê hesiyan wê Tirkiye bibe navenda şer û nuqteya dawî wê li Qibrisê bê danîn, ketin nava panîkê. Niha hesabên kûr dikin. Hewl didin bi hin nîqaşan, bi cûrên şerê psîkolojîk re mijûl bikin.

Bahçelî gav avêt. Me got, gelo wê cidî bibe, lê nebû xwedî sekin. Sekneke siyasî ya li gorî wê sekna cidî, di daxuyanî û helwestên xwe de nîşan neda. Wê pêvajoya li pêş me çawa be, em nizanin. Lê belê ji bo Tirkiyeyê, rewş baş nîne. Hingî ku faşîzma AKP-MHP’ê rêveberiya xwe ya heyî bidomîne, li Tirkiyeyê ev desthilatdarî bi vî rengî be, hingî ku dijminahiya li kurdan, faşîzm, dîktatorî û antîdemokrasî bidome, Tirkiye wê rastî xeteriyên mezin were. Dê bikeve nava karesatê. Wisa ku ferzkirina heman, wê were Tirkiyeyê jî. Yan bi temamî wê sazbûna modernîteya kapîtalîst a Rojhilata Navîn a nû, teslîm bigire yan jî eger alternatîfa demokratîk pêş nekeve, azadiya kurd û Tirkiyeya demokratîk pêş nekeve, wê Tirkiye parçe bibe. Di nava sîstemê de, rêyeke cuda ya Tirkiyeyê nîne. Bijartekên wê yan parçebûn yan jî bi temamî teslîmbûna sîstema Îsraîlê ye.

Ji derveyî vê, yekane rizgariya Tirkiyeyê, demokratîkbûna li ser bingehê azadiya kurd e. Eger Tirkiyeyeke demokratîk a alternatîf derkeve holê, wê hêza xwe bike yek û bibe xwedî hêz ku xwe li dijî van êrîşan biparêze. Bi taybetî hezkiriyên Tirkiyeyê, rewşenbîr, siyasetmedar, hêzên demokratîk û welatparêzên rast ên Tirkiyeyê, divê vê bibînin. Divê mirov li ser vê bingehê, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê rabe. Divê bi azadiya kurd re li ser vê bingehê, bibe yek. Bi taybetî divê mirov bizane ku ev yek encex wê li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û hewl bide Tirkiyeyê ji karesatê rizgar bike.

Hewldana me, timî di vî alî de bû. Lê tenê bi me re nabe. Li Tirkiyeyê divê êdî serhildaneke ku ji vê yekê re bêje raweste, hebe. Bendewarî û hewldana me li ser vê bingehê ye. Em hêvî dikin ku di demê nêz de, em van jî bibînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar