Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Perşembe - 28 Kasım 2024

Bi darbeya qeyûman re êrîşî têkoşîna azadiya jinê dikin

Ji Yekitiya Jinan a Kirkyamayê Tulay Korkûtan û endama SKM’ê Dîlan Kalpak diyar kirin ku ew bi tu awayî darbeya qeyûman qebûl nakin û gotin: “Yek ji qadên ku desthilat dixwaze li gel êrîşên qeyûman tesfiye bike têkoşîna azadiya jinê ye. Em hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê di hedefa van êrîşan de ne. Li Tirkiyeyê dema ku ev êrîş li ser me bên kirin, divê em têkoşîneke yekbûyî berfireh bikin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi darbeya qeyûman şaredariyên DEM Partiyê Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Pulur û şaredariya “Lihevkirina Bajêr” a Esenyûrta Stenbolê dagir kir. Bertekên li dijî darbeya qeyûman û dagirkeriyê bênavber didomin. Ji Yekitiya Jinê ya Kirkyamayê Tulay Korkûtan û ji Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Dîlara Kalpak derbarê darbeya qeyûman de axivîn.

Tulay Korkûtan diyar kir ku AKP-MHP bi qeyûman dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne û got: “Tiştê ku bi hilbijartinê bi dest nexist, bi hewl dide bi waliyan bi dest bixe. Qeyûmên tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê hatin kirin, derbeya li vîna gel e. Em bi desthilateke talanker, rantxur û xespker re rû bi rû ne. Şaredarî tê wateya hevserokatiyê – nûnertiya wekhev. Tê wateya qada îstîhdamkirina jinan, kreş û stargehan. Ev ne cara yekem e ku em bi qeyûman re rû bi rû ne. Tişta ku cara ewil girtina saziyên jinan, stargehên jinan û derxistina jinan a ji kar bû. Lewma herî zêde em jin li dijî qeyûman radibin. Em polîtîkayên qeyûman teqez qebûl nakin.”

Tulay Korkutan anî ziman ku divê li hemberî qeyûman xeteke xurt a têkoşînê bê avakirin û got: “Niha gel dibêje îjar kîjan şaredarî di dorê de ye? Lê belê bêyî ku li benda şaredariyê di dorê de bin, divê em xeta têkoşînê ya ku pêşî li van pêkanînan hemûyan bigire û asteng bike diyar bikin. Gel xwedî li îradeya xwe, dengê xwe û şaredariya xwe derdikeve. Ji ber vê yekê hê jî li kolanan e.”

Dîlara Kalpak jî anî ziman ku qeyûm êrîşek li dijî pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan e û wiha got: “Em li karên ewil ên qeyûman dinêrin; pêşî xebatên jinan ên girêdayî şaredariyê hedef digirin. Ev, di heman demê de desteserkirina vîna jinê ye. Yek ji qadên ku desthilat dixwaze li gel êrîşên qeyûman tesfiye bike têkoşîna azadiya jinê ye. Em hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê di hedefa van êrîşan de ne. Li Tirkiyeyê dema ku ev êrîş li ser me bên kirin, divê em têkoşîneke yekbûyî berfireh bikin. Em yekemin ku dibin hedef. Ji bo vê yekê ya herî girîng têkoşîna yekbûyî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar