PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Cuma - 29 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê li çeperên gerîla bi coş hat pîrozkirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî êrîşên dewleta tirk têdikoşin, li çeperên berxwedanê 46'emîn salvegera damezrandina PKK'ê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 27’ê Mijdara 1978’an bi pêşengiya Rêber Apo hat damezrandin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeriya tirk şerekî giran tê kirin, li gel vê yekê jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê salvegera damezrandina PKK’ê bi coş û kelecaneke mezin pîroz dikin.

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi têkoşîn û berxwedana ji 46 salan ber bi saleke nû ve gavê diavêjin. Bernameya ku Rêber Apo û hevrêyên wî di kongreya destpêkê de ji bo Kurdistaneke azad, jiyaneke serbixwe û paşerojê bi hêvî amade kirin, îro li çiyayên Kurdistanê bi coş û biryardariyeke mezin dewam dike. PKK bi tecrûbeya xwe êdî li cîhanê veguheriye tevgereke mayînde.

Têkoşîna 46 salan a PKK’ê di nava vê demê de weke dîrokeke ji berdêlên giran tê bîranîn. PKK’ê bi ked û fedakariya şehîdan hebûna xwe mayinde kir. Biryardariya li ser jiyana azad bi xwîna bi sedan ciwanên kurd xurt bû. Van ciwanan pergala koletiyê ya sîstemê red kirin, bi felsefeya Rêber Apo jiyaneke bi wate û şehadeteke bi rûmet tercîh kirin. Ev peyam her roj li çiya û bajarên Kurdistanê deng vedide. Asya û Rojger ên ku çalakiya fedaî kirin û şehîd bûn, bi wêrekiya xwe, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û çalakiya xwe bûn semboleke mezin a berxwedanê. Têkoşîna 46 salan a PKK’ê li dijî her cûre êrîşê xurt dibe û kelecana têkoşîna azadiyê hîn mezin dike.

Gerîla di bin êrîşên giran û bombardûmana balafirên şer ên dewleta tirk de bi coş û kelecanê berxwedana xwe dewam dike. Hêzên gerîla li tunelên şer li dijî êrîşên dewleta tirk berxwedan û têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Di vê pêvajoyê de gerîla soza xwe ya ji bo Rêber Apo, gelê Kurdistanê û şehîdan nû dikin, bi coş û moralê ji silava Rêbertî wergirtî dest bi sala nû dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar