Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê şaredariyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi darbeya qeyûman dagir dike û hevşaredaran digire. Piştî ku di 25’ê mijdarê de qeyûm tayînî şaredariya Dêrsimê hat kirin, li bajêr çalakî hatin destpêkirin. Di vê pêvajoya çalakiyan de ku gel li vîna xwe xwedî derket, 9 kes hatin girtin. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji ber ku li hemberî darbeya qeyûman serî netewewand û li ber xwe da hat girtin. Piştî girtina Bîrsen Orhan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dêrsimê Ayten Kordu derbarê geşedanan de nirxandin kir.
Parlamenter Ayten Kordû têkildarî pêvajoya piştî qeyûm hat tayînkirin de wiha got: “Ne cara yekemîne ku qeyûm tayînî Dêrsimê tê kirin. Piştî Mêrdîn, Êlihê û Xelfetiyê vê carê qeyûm tayînî şaredariya Dêrsim û navçeya wê Pulurê kirin. Polîtîkayên mêtingeriyê li vî welatî bûne nîşana bêhiqûqiyê. Ev divê teqez bê gotin. Em behsa desthilatdarî û zîhniyeteke desthilatdar dikin ku derbeke wiha eşkere li butçe, xizmetguzarî, şêwaza jiyanê û çareseriya pirsgirêkên gel dixe. Bersiva gelê Dêrsimê ku xwedî li îradeya xwe derket bi bendeke beton ku li dora şaredaiyê hat çêkirin dan û şaredariyên me kirin qereqol. Ev darbe ye û ev wêneyê darbeyê bû.”
Ayten Kordû anî ziman ku desthilatdarî li gorî pergala xwe daraz ava kiriye û diyar kir ku binçavkirin û girtin li dijî daxwazên aştiyê tên kirin û got, “Polîtîkayên qeyûman bi tayînkirina qeyûm li Şaredariya Mîksê dewam dikin. Ji me re dibêjin, ‘Hûn nikarin xwe bi rêve bibin, hûn nikarin biryarên xwe bidin, hûn nikarin hilbijêrin. Li vî welatî li hemberî hemû hêzên aştiyê di serî de jinan hovîtîya zext û girtinan hatiye destpêkirin. Di doza ku duh li Enqereyê dest pê kir û tevahiya şevê dewam kir de gelek aktîvîst, siyasetmedar û femînîst hatin girtin. Ev ne tenê ji bo kurd û elewiyan pirsgirêka hemû gelan e. Ev qeyûm ji bo hemû gelan hatiye tayînkirin. Zîhniyeta qeyûm bi xwe zîhniyeteke li hemberî hemû gelan e. Siyaseta dijminane heye. Dijminê jin, elewî û zarokan e. Li qirkirina jin û zarokan binêrin. Li jinên ku her roj tên qetilkirin binêrin. Ez meraq dikim gelo vê bêhiqûqiyê li hemberî kujerên jin û zarokan jî dikin.”
Ayten Kordû destnîşan kir ku girtina Bîrsen Orhan berteka li dijî berxwedana gel e û diyar kir ku armanca sereke ya girtina Bîrsen hedefgirtina pergala hevserokatiyê û modela jiyanê ya jinan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vî welatî kesên ku demokrasiyê dixwazin hene. Dixwazin bi awayekî însanî bijîn, têkoşîna jinan pêş bixin, dixwazin têkoşîna jinê, ziman û çanda xwe pêş bixin. Bila baş bê zanîn ku li ser van axan gelek zilm, binçavkirin û girtin hatine kirin. Gelê me yê Dêrsimê serî netewand. Ji niha û pê ve jî dev jê bernade. Em ê li hemberî êrîşên li ser têkoşîna jinê û têkoşîna xwe ya giştî serî netewînin. Em ê guh nedin polîtîkayên bi vî rengî.”